Bêdengî ,kêliya
destpêkirinê bi gengeşeya hundirî , hawirek ji derdanê hest û rabûna wî ji dil,
bîsteka nalandin û gazinda penî ye, û ponijîna gerdûnê, ken û kûrtê wê
ya bi êş e, bi dabeş û tevinên wê ya tevderbasbûyî.
Dema em tiştekî winda
dikin, û ji kesên din
vedişêrin, em bi beza paş,
xulekên jiyanê bi
westabûn, berdewam dikin.
Xweşrabêran
bi gihiştina xwe li kenara bîrêkirinê dibin, li ser asoya sipî de, em
destpêdikin, bi ramankirinên xwe , bi sersamî , pêş buyeran bêdeng dimînin,
hayhoyên me , bi pêtîbûn berdewam dibin.
Bêdengî
zimanê avrazbûnê ye, di zehmetiyên
jiyanê de , rengên xwe, di gul û qurçên giyanê de , namegerî dibe.
Ew kêliyek gewreyî ye, pêş reşbûna wateyê û resenbûna
ronîbûnê, û berketiyên gewdeya cegersoj, bi sistbûna xweş û sawdar, di lêketina
zengilê .
Temenê bêdeng , me wek asayîşekî lal disekinîne, dema em li dor cîhanên xwe de dizivirn, bi
rêya bêdengiyê , namesazên gerdûnê, şîretên sirûşt û jiyanê vedixun.
Em ji bêdengiyê , zimanek ji dilrûniştina taze
diafirînin.
Em namegoriya hestbûyî a bêhindar, di rûberên zeviyên
ên bi stêrkan xemilî ne saz dikin.
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق