السبت، 3 ديسمبر 2022

(Rêber Hebûn)- & ريبر هبون & (REBER HEBUN) Helbestên Kurdî 2022 Zindî be



Zindî be


https://youtu.be/opKVYIboXj0


Ji bo te şîrînê evîn afirî

vejîn bû tîrêjek

li ser lutekyên me

li ser Agirî
tu ew deşt û kanî

bilindî û banî

henasek dijî

tu Cudî û Sîpanî
tu yî ew welat
tu Zînî delalê
ji dêmê te roka jiyanê hilat

ji riwê te şahî bi geşî dihat
birînek bi xwînî
niviştek revînî

dûrî xemgîniyê

dûrî dengê cengên dirêj û bi şewat

tu rengê jiyanek bi çêj û bedew

tu xuşxuşa kanî
Dicleyî û ew Ferat
bi te ez çiya me
gul û ew gîha me
tu bûyî ji min re
hebûn û xelat

pîzotî di dil de

di min de dijî

ne ji niha lê ji mêj de

diyar be êdî

ez im ew jiyan im

evîn û rewan im

buhişt û vejîn im

eger tu hebî

ez im ew zinar im

giran im bi bar im

bi berf im bi xemil im

dema tu li pêş min

niha zindî bî




ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...