"Nivîs li çarenivîsa xwe digere"
Rêber Hebûn
Di nav Kurdan de
Li warê ku lê penage dibin
li pênûs cilê zirnevanekî lêkirin
Serê wî kov kirin
Hibrdanka wî dadigtin mîz
Û jêre gotin de fermo
Li ser şehnazî û lehengiyên malbata pîroz bibêje
Destanan bipêje
Û ji te re pileyên bilind
Bawernameyên bi nav û deng
Pênûs ji rengê xwe derdikeve
Dibe tek pêlavekî winda li qiraxên avan jibîrbûyî dimîne
Riwê Hurgirekî guh qalind distîne
xemê xwe ku bi berpirsan re
wêneyekî bigre
Û
Şabaşan biafirîne
Li mezadên konferansan
Partiyên navgiran
Li maseyên siyasetê
firtotin çi tiştê buha û erzan
Mijolin îro
bi xesandina peyvan
Pûçkirina naverokan
Kirîna nivîskaran
Weren bikirin
Qeraseyên mêran
Piştî roxandina nirxên niştîman
Partiyên Kurdî ji çerxa borî
her vedikin bazarên pirtûkan
Piştî parçekirinan
Levakirina
Têkçûnan
Tenê îro dawî erk maye li ser milê wan
û ewa:
Kedîkirina afirêneran
Dûrxistina ronakbîran
Partiyên Kurdî ji çerxa bîstan ve
Piştî birakûjî
Gendelî
Bê kar mabûn
Li pey me li koçberî ketin
Ji me dixwazin baca berheman
Sond xwarin e
Têkbidin ew çend peyv û gotinan
Rêzimanvan û helbestvanan
Dibistan û şêwekaran.
Piştî gelek binkeftiyan
Hatin hilweşînin dawî xewin û leylanan
Taku Zêde bikin tovên koleyan
Li her deran
Li Elmanya
Li tevahî Ewrûpa
Aramanc dikin deverên azadiyan
Li paş xêvetên revendan
Kurdên belengaz ên bazdayî ji wan.
Dibêjin bi hezarên caran:
De hew belav bikin sextetiyê
Guh bidin wijdanê zanyaran
Dewsa çêkirina serkeftinan
Bi derewan!
27.07.2026
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق