السبت، 1 أغسطس 2026

Yek Kopî ne - Helbest: Rêber Hebûn


Yek kopî ne
Rêber Hebûn
Li derveyî welêt, jiyanek li gorî welatê xwe yê seqet avakirin
Serokek ji Kurdistana diyaspora re danîn
Taca Mîrnîşînek ji kaxez lêkirin
Refên xwedî taxim û şaşikan pêşengehek ji cil û bergan li pêşiyê saz kirin
Seriyên xwe li pêşiya bejinê wî berdabûn
 te got xwe ji nimêjek bê dawî re amade kirin e
bi zorê di nav komên koleyan de xwe gîhandine kursiyên pêşî
taku wêneyan bi mehdiyê nû re bigrin
 Ligel komên firişte û karwanên xwedawendan hemî
Laş li ewrûpa lê hizr û reweştên wan ji çerxekî rizî
 temenê wê dîrokek ji paşdemayîn û pepûkiyê ye
Serdemek borî di hembêza dema niha de saz kirin e
Li birca dîroka herî kevin ew reben dijîn
yek kopî ne
Yek poz û çav û enî ne
tek rengî ne
Hertimî li refên pêşî ne
80 sedî ji wan rojavayî ne
Lêvên wan ji maçên destan her timî birçî ne
Zimanên wan ji elastina pêlavan û gotinên şêrîn hingivî ne
dîroka durûyî ji kurdistanê destpê dike!
Dema generalê biyan li ser sehneyê derdikeve
Berî ku peyvê xwe bibêje û bikuxe
Çepikên destan vedengên wan dibin kevokên sipî
 û wî hembêz dikin
Xunavên sibehan li ser taximê wî disekinin
Riwên kopî her xwe ji hevdû zêde dikin
Partiyên bê hijmar jî tevde bûn e
 firûşkarê hişbirê li vir û wir
narvîna bêbext Kurdîtiyê bi destara partîtiyê ve dihêre
Û xwedayê gewre li kurdo dinêre
 dema dike hawar
Eynî mîna wê xezalê bazdayî 
ji pilingê har 

30.07.2026

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

بين الكرامة وضرورات البقاء- دلالات الإتفاق مابين الممكن والمأمول- ريبر هبون

بين الكرامة وضرورات البقاء: دلالات الإتفاق مابين الممكن والمأمول - ريبر هبون  المشهد الذي ظهر فيه مظلوم عبدي في دمشق كان حزينًا ...