Rêber Hebûn*
-1-
Çû
, ta êşên xwe amar bike, û li beranberî roçûnê de rûnê ,
belkî dilê xwe ji bîra tariyê re veke, ji bêdengiyê re
ferhengek ji wateyên yên nayên şîrovekirin nivîsand, lê dema
ji rastiya sozên bêhêviyê piştrast bû , ya ku zivistanê li ber
payîzê de berdabû, peyalên bîrêkirinê bi axîna biqircir
dagirt.
-
2 -
Bedewtirîn
tiştê ku di wî de , ku ew êwareyî bû ji bênirxiyên kesên yên
li dora wî ji mirovan , ji ber vê jî bi rêjneyên sixêfên ne
diyar ji zimanên nenasan hest kir, bîçimên wan çûn hêdîka di
wî de, di xwe de milmilîn dibû, katên revînê li hênijînê
wî zehmet e, berî ku raman bibe ku derbasî hembêza xewinê be, ji
şevê re li ser hevgariya nivînê nivîsî, sîberên wî li xwe
kiribû, û digot:
-
êdî xuleka xewinê ne belaş e, pêdiviya wê buhaye, bê şîk tê
dehfîkirin di benka xemxwariyê.
-3
-
Dem
barê xwe li ber deriyê wî karkirê westiyayî de vala kir, ew li
ber deriyên kendalan de radiweste, û zehmetiya bayên bîrêkirinê
dikşîne, bê ku firingekî ji hêviyê bi dest xwe xîne, beranberî
bendewariya xwe li ser cudabûyê bîranînê, ewa bi dirêjî roja
biqircir dimeşe, ta rastî nan û xweşecaniyê were, û ta ku ji
hestê xwe bi mizgîniyek e ezmanî xelas bibe, dadikeve li ser wî
,her ku berê xwe bi aliyê ezmên dide, bi yek peyvî , dengê xwe
yî bawîşkî, bi bêhêviyê berda:Azadî!
-
4-
Mîna
stêrkekê li ezmanê wî ya zerhimî de hilat, tîrêja heyvê ji
şevbuhêrkên leylana wî berve wê vegerî ,bi nivîsandinê li ser
henaseya xwe destpê kir li ser rûbara cobarek biçûk de , dudiliya
xwe rabû ta bigihe dûrtirîn arezûyê, li pîzota veşartî di
gihanên wê de vekoland, bi lez bi bizdanê ji dilê xwe girtibû,
ta metirsiya şikestinê bi ser wî nekeve, nigaş kir ku yara wî
hespek e raper e, berdewam şehinî dike, kestekên tozê ji bîra wî
kirkişîn, bi awirê xwe dûr ponijî berve asoyê, bû ewrek şîn
ji ewrên din dûrket, wisa bi lêgerîna xwe ji siha wê ya çekirî
li holên xemgîniya wî de destpê kir, li ber dergehên payîzê
lorand, hêsirê xwe ji ewrekî derbasbûyî dagirt.
-
5 -
Wek
evîndarekî bi nivîsê destpê kir, ramanek wî arand, hevokekî
xwe jê sar kir, rêzek wî hembêz kir, peyvek pê re agirbest kir,
wisa xwe bin dilovaniya peyvan hîşt, ji ber ew bi dirêjiya temenê
di nav simên wateyan de jiya bû, li rêyekî ku tenahiya wî bi cih
bike digeriya.
-
6 -
Ew
çemê bapîr yê xwe li paş gelî dirêj kir, hata bîra wî ku li
cem wî çemekî sêwî hebû parsê kendalekî kir, li ber çiyakî
, ji dilşikestinên xwe girî , pişt re hêsirên xwe yên zêrîn
malişt, belkî bextewer bibe, bi xanenşînbûnekê bi bîranîna wî
ji çemekî re pê re meya sirûştê vexwaribû ,li ber çavên
devên şivanan , yên fîxan dan , bi rêya bilûrekî mest, ji
tengiya devê wê de bahilkêşanên tengezar û mişextan tê dîtin.
-
7 -
Jê
re go :
tenê
biçûk û wekên mêran înan dikin ku derya pêdiviya xwe bi
dilopek av heye.
Bersiv
neda , rêya xwe bi serî kir , û ew dikene , li paş wî rawestiya
bêdeng, mîna peykerekî!
-
8 -
Hewl
da derbas bibe, derya pirsî di nav kûrahiyên xwe de, ji tiştê ku
di hundirê wî mêrî de digere, pê diponijî bi bîrêkirin û
xemgînî, piştî wan hewldanan, derya xwe dîtibû tevderbasbûye
bi ramanên wî , geşta xwe ya kûr di hurgiliyên jiyana wî de
destpê kir, pêl xwe di henaseyê wî de şerê hev dikin, bi vê
yekê hest kir û rabû, bi meşê destpê kir , nêzik sotina
deryayê bû bêhtir û bêhtir
derya
xwezî kir ku wî heta mirinê hembêz bike, lê ji nişkê ve wî
dît dilekî mirî, ti car ne hat zayîn û jiyan ne kir, derya
nerîna xwe guhert, biryar da ku dev jê berde,heta derya nevêtibû
wî bifetisîne, ew fetisîbû berî zayin bibe, wê çawa bi
fetisandina wî birame, di wî mêrî de tiştek bi sûd nema,
xemgîniya wî deryayek e kûrtir e ji wê, ji ber vî jî derya hest
kir, ku ew ji deryaya xemgîniya wî gelekî bi çûktir e , biryar
da ku heta bê dawiyê bigrî.
-9
-
Ba
sermayê xwe di pişikên wî de jibîr kir, seyrana xwe di nav
awazên bihndanên wê de berdewam kir, yê çûn awaz û axdariyên
tevlîhevbûyî di bêdengî û nalînê de berdan, rêya xwe
berdewam kir bê ku rastî ti cihî were, bi ramanê destpê kir,
diramiya bi dirêjî gavên wî û rêyên yê ku bi ser de dimeşe,
kûrahiyên wî bang dikin,rehjenên wî zêde dibin, û seyrana xwe
ya pepûk berdewam dike û wisa gîha cudabûyekî ase, sînga xwe ya
sar li taldê dîwarekî rûxandî danî, û bi davekên kuxikên xwe
destpê kir, strana ev rêyên seqemgirtî û ev êvara kor û dirêj
.
-
10 -
Agir
li ser pîzotê dîlanê digerîne, û li dirêjî ahînê li ser
cama qizêza şikestî de , bîçimên jinek e jinbî diniqişîne.
Pîzot
di wê de jiya , ji ber ku ji mêrê xwe ya mirî hez kir, bi
dagirtina axa fereh, piyên xwe bir, li ser meraqa xwe ya bitenê ma,
ku bimîne û xweziya xwe ya dirêj bijî,dema , ku zarokên wê
mezin bibin, berî reşatiya destengî û pêdiviyê bi serê wan de
bên .
Şahiyên
wê nepenî bûn, û destpê kir bi kedîkirina xemgînî û
felaketên xwe, hêsirên xwe mişek dikir û ji bona rûmetê
bergirî kir.
-
11 -
Bi
dirêjî dûrgeştê , mêr bi stranê destpê kir,û carne dilorand,
strana xwe bi nalandinê tevderbas kir, bû heyranek bedew, rêyên
çipil dît, di hizrê wî de bêhtir xwe avraz dibû, hez kir ku xwe
radestî êş û sîbera xwe bike, ji nişkê ve ji dûr ve mêrekî
gavê xwe giran û hêdî dike, li beranberî wî de dimeşe,
leylanên bedew hatin wî , dît di bîçimên ew mêrê kal de, yê
hêdîka tê bîçimên bavê xwe, bi bîrêkirin girnijî, lê belê
bilez lêvê wî şihetî û girnija wî xwe da alîkî , dema berket
ku sîwirên wî derbas bûn û ev mêra , ne bavê xwe ye, bavê wî
tewr venagere carek din û biçîmên wî ne wek kesên din in
, sêwir jî nikare carek din berz bike li ber.
- 12 -
Keça
evîndar rojekê li ser cadeya birînên xwe meşî, biryar da ku bi
kesekî ku kiyana wê dagir kiribû rast
hat,
di felekekê de evîn tê de hemî tişt bû jê re, lê belê kevil
û jankek din dîtibû, ji ber ku yara wê tenê nînebûnek bû di
çepê evînê de, nema ew buhara ye,
mijol bû û meqatebû ku wê paşguh bike, dema ji wî nêzik hat
jê re got
:
- çi bi
te re çêbû ye , çi bi giyanê te hatiye
?
- dûr
biçe , çima tu hatî ?
- ez
nehatim , ji ber tu mirî ji dema te ez hîştim!
- û
niha … çi tê xwestin
- ne
tiştek…
keçik
biryar da ji wê çaxê ve, ku bibe rewşanî , biryar da ku efsana
evînê jê bibe û fêr bibe ku
tenaziya
xwe bi dilsoziyê bike, û bi rastî jiyana xwe jiya û niha jî
raber e bi hilbijartina bedewtirîn gotin, ta bidê xortekî nemûnî
paqij, weke wê bû demekê , wî hingaft bike û di wî de rewanê
mirovan
bikuje , bû har ji dema ku tevlî cîhanek din bû, ew cîhana ku
berê , şerê wê kiribû, lê niha ew dîmenek e jê !
- 13 -
Ew
asayîşa yê di beşê derbasbûnê
de kar dike, matmayî dibe ,ji wan serpêçîkirên dûbarebûyî ,
di xwe de dirame , çima min kirin berpirs li ser van serpêçîkir û
şaştiyan, pasên kesk li
pêş
û paş wî de derbas dibin,pîpika wî
ya
bedew bi dest wî de ye, jê matmayî dibe,
her ku tîpek di devê wî derdikeve , an dema di riwê ajokarê
Teksî
û pasan de di qêrî, ji wan re serpêçiyan hildigre, û nizane wê
heta kengî bibe ji wan cadeyan re, parastvanek
, êdî rê ji gav û şopên mîtora wî fedî dikin.
- 14 -
Li
pêş hemî westabûnan de, ew mêrê hatî çavdêrkirin , û
dezgehên ewlehî hemî bi şopa wî dikevin, destkarî kir bi aramî
û hişyarî , ji ber ku nizane wê kengî bê girtin,û dibe ku
aniha were girtin, xwe di hembêza hevjîna xwe de veşart, xwe tevlî
sîngê wê kir, hewl da ku di hembêza wê de dewleta aramî û
demûkrasiyê bibîne, an odeyek biçûk tê de bibîne ji bilî ew
zîndana takesî, xwe tê de bispêre heta dawiyê, lê bi lez
hevjîna wî nexweş ket, û pişt re rewş a wê têkçû û mir, û
di nav çûn û hatina xwe de ji xestexanê re û pişt re goristanê
ta serdana gora hevjîna xwe bike, hest kir ku bolkeyek ewlehî nêzî
goristanê dibe, çare nema ji bilî ku xwe li paş gora hevjîna xwe
de veşêre , binê mermerê ya nav û dîroka mirina wê bi ser de
hatibû niqişandin, kevirê bi zor û tirs hembêz kir heta xwe
radestî rûdana xwe ya dawî kir .
- 15 -
Jiyan
bûye lîstokek pêş çavên kurê
lal, biryar da ku lîska çavgirtînê ligel birayê xwe yê kor
bilîze, kurê
lal çavên xwe girt, û ya kor çû xwe li cihekê de veşêre , ta
nikaribe birayî lal wî bibîne, xwe di bin nivînê veşart, û
wisa kurê lal çû li cihê ku xwe tê de veşartibû bigere, rabû
qêrî bi serkeftina xwe , lê ya kor guman kir ku birayê wî hîn
bi ser ve nebirî,
û herdû kur man li ser vê lîstokê de heta por sipî kirin .
- 16 -
Evîndarekî,
mêrekî serxweş di şeveke bê heyv de kuşt , û bi tewana xwe
mikûr hat dema hat girtin û got
:
Ew
tîpa pêşî ji navê xwe û yarê xwe li ser dîwarekî kevin de
danî bû, û ewê serxweş çû bi ser wî
dîwêrî
de
mîzt, ev bû sedemek ji kuştinê wî , lê ji ber xwe axivî piştî
lêpirsînê bi hevokekê her dûbare dikir bi dînbûn :
( yara
min ji gemarê
paktir e, û mîz ji min û wê paktir e )
- 17 -
Xewin
xwe di wî de bi cih kirin, wî li ser raperînê dihêvojin, hest
dike bi rakişînê berve zayenda rûxweş, her ku ramanek kete
hizrê wî ji bo biqêre , xwe dît di lutkeya xweşiyê de, bi
zikmakiya zimanê xwe hest kir, ramanek dîn wî vexwendî kir
li ser hilkişînê,
çax dû çax, bi lêkolîna xwe destpê kir, ji nepeniyekî guman
kir wê berve dînbûnê birêve bibe, wekî ku hin kes guman dikin ,
got:
helbet
evîn dimîne metirsiya min e tekûz , ji ber vê yekê min hez kir
ku tevlî refên stêrkên
ronavêj bibim û têkiliya xwe bi wan mirovên mûmyabûyî qut
bikim.
- 18 -
Tiştê
ji henasan kûrtir e , rastiya wê ne, tevî ku felek ne yeksan
bû bi lîsteyên xwe di xelatkirina xweşmirovan û sizakirina
xwedan çapkerên nexweş,
mêrik ji dema ku zarok bû, her bi kûrahî dipirsiya, gumanî wî
bi rêve dibir û şaş nabû
di rêya wî digihîne dil , bi vereşiyek ramanî hest kir, ji ber
ku reşatiya gumaniyê hîn di destê mêjiya xwe ye , li ser şaxên
ramanî wê digirt, û hîn negîha ti çareyê, deriyek din li ser
xwe vedikir,
jiyana wî li gumaniyek ta gumaniyekî nû destpê dike û wisa….
- 19 -
Qeşmer
ji xwe pirsî , çima ewqas kenandî ye heta wê astê? , xwe di
serşokê de rût kir, lê xwe ne suşt, diramiya , gewdeya wî hîn
saxlem e mîna gewdeyên din , û ti endamên xwe winda ne kirin, û
ne jî reşepêş e an awareye, û kete pirsekî din, bi ken hest kir
û kenî, bi dawî , bi rehetiyê hest kir, kenê wî bersivek
misoger bû ji pirsên wî
re , wê demê dît ku kenê wî nepeniya jiyanê ye û nihêna wê
ya di nav xemxwarî û nebediyê ye.
-20 -
Pêlava
nû ji birayê xwe yê kevin re got
:
ez ji te
bedewtir im , çarenûsa te
di gemarê de ye, pêlavê kevin xwe radestî giriyê kir, û
nikarîbû bêrûmetiya birayê xwe jê
re vegerîne,
roj û sal derbas bûn, pêlava nû xwe dîtibû qepalekî repal , û
pêlava kevin tenaziya xwe pê kir û got
:
tu ji
min kirêtirî, çarenûsa te di gemarê de
ye, bin lingê min e .
- 21-
Tirimpêlê
bir piştî ji bavê xwe yê razayî desturê wergirt, keta xewek e
kûr ,dema tirimpêlê
ajot, di ajotina xwe de, û ew razayî , pêle gemarkarekî kir,
firûşkarê şîremeniyê li gel girgirka xwe, pisîkek sipî qels ,
û pîrekek
mezin û
xwe li darekî mezin xist, tirimpêla wî sekinî û ji xewa xwe
şiyar ne bû.
- 22 -
Dema
çû Elmanya yekem car , salên mirin û azariya xwe darizandî jiyan
kiribû, nikarîbû vegere, welatê xwe ji ber ew darizandî bû, ji
ber ku bi qêrînekê hest kir nikarîbû di hundirê xwe de wek her
carê hilîne, wî nehiştin kar bike, û her ku dîtin bê nasname
kar dike, carek din wî ji kar qedexe kirin û pereyê wî ji dest wî
giritin û bi dawî çû li ber deryayê rûnişt ,diramiya
bi hêsir,
girî û qêrînên xwe yê ku
derya bi
devekî zordar daqurtandibû .
- 23 -
Marên
biçûk û mezin ji kûrahiyên kesan derdikevin û herwiha jî ,
hêkên yên di nav de marên zarok dijîn, di wan de xuya dibe dêmên
rûpakî û rûdaniya zarotî, hemî mar derdikevin û ji zimanên
mirovan û sinciyên
wan, ji dayik dibin.
Di her
havîn
û zivistanê de , qehwexane deriyê xwe vedike, xelk tê de dicivin
û danek marîtî nû destpê
dikin
, maran bi diravên buha ji aşkerebûn ,derew û devavêtina xelkê
bi
pevdiguherin, lê yek marî dernakeve qehwexaneyan,
derfetek wê tenê heye ku xwe çeke li ser qurbaniyan ji ber vê jî
zehmet e li ser mirov di vê felekê de ,ku bigihe vê marê , ji ber
ku bûye ji cîhanê re yekem metirsî, her sal ew mar artêşên xwe
belav dike, ta ku kiryarên xwe di hişên perîşanan de pêk bîne,
rengê ramanên xwe weşan dike, serên xwe bi serbilindî li ezmanên
asîmanê radike
ta rengê erd, elfebayê
û narvînê biguhêre .
- 24-
Bedewtirîn
cureyên xwedawendiyê , ya ku bilindtir
dibe li
ser
pileyên pozbilindiyê bi hişên afrêner, û ne kesek ji
xwedawendan , fermanek jê
re heye
ku jê re bihêle bi guman û raperînê azad bibe,
sizaya vê yekê hatiye naskirin, û pêdivî bi du kesan nîne ku li
ser
biaxivin.
Her
xwedayek dibêje : ez a yekemê nemir im û şêweyên nêzikbûnê
ji min vekiriye, mirov pêlek matmayî
û lêpirsîn bi wî ket, biryar da ku gumaniyê bi baweriyê qut
bike, û rebeniyê ji xwedayê yekê re bike, wek pirsyarîkirinekî
ji bêsînoriya bihndayî re.
-25 -
Balindeyê
rengîn yê nêzik şînbûnê xuya bû matmayî
ji dîmena buxçeyên
, yên êdî eyazan destên xwe danîn li ser darên wê yên dirêj
nîv rût, roj destpê kir bi tifkirinê li ser germahiyek î diltîr
û bilind, havîn û dûçika bongê xwe li gel sirûştê berz
dikir,
û ew balinde hîn hêlînek ji xwe re nedît, di nav daristanan de
li şaxek dar digeriya,ku
li
ser de hêlîna xwe ava bike, xwe bi axê qemitand , di dîmena
dîtinek dudil de jê re tişt xuya bûn, bedewtir li ber çavên wî
yên hûr de, li ava tozgirtî meyzand mîna xemxwariya xwe , xwe li
ser darên qutbûyî gerand, û rabû jor heta gîhabû bajarek
mezin, berdewam kir bi gera xwe li cihekî tê de hêlîna xwe ava
bike, dûrî tevnê pendepîrê, û malên şehetî û bêkesmayî,
firîna xwe li ser cihê gemarê rawestand
, xwe li ser gemarê sist kir û kûr ji westanbûnê raza, di sibehê
de gilêşvan cihê gemarê vala kirin , di galîskeyê xwe de , wisa
balinde di nav gemarê de winda bû, û ji wê hîngê ve
heta roja îro jibîrbûyî ma .
- 26 -
Ma
helbestvanekî zîrek, jîr û hunerkarbû
bi awazên rewanbêjiyê, û hevok bi hêsanî bi ser zimanê wê de
dimeşîn,
dostên wî nav lê kirin mîrkur, ji ber ku afrêner bû
di gotinan , yek ji dostên wî yên evîndar jê xwestibû, ku
nameyek evînî jê re deyne, jê re danî, pişt re dostê wî ji
keça ku jê hez dike re şand, û bi lez bersiv jê re hat û tê de
:
(
bedewtirîn tişt di te de xorto, ku tu derewçîyekî bi nimûneyekî
bedew, çendîn ku derew çeleng be jî, lê wê ne bi qasî cîgeha
rastiya hevokekê be , şansekî bêhtir li gel keçên din !! )
- 27 -
Kelereqî
li ser wî siwar
dibe, ji serî wî heta binê lingên wî , di rojekê de lêpirsî
li ser nepeniya windakirina xwe ji zîrekbûnê re , û çima ase
dimîne ku derbas bibe serê wî, biryar da ku serê xwe di balgiyê
de deyne, xwe ji sêwirkarî
rizgar bike, bi ser ne ket, hewl da ku raze , belkî şiyar nebe
piştî wê , bê ku jîrbûn vegere û derbas bibe serî, ji qulekî
ku di nav mêjî de, bi zîrekî derbas bibe, lê bi ser ne ket,
nikarîbû raze ,di rojekî ji rojan , xwe dît ku di gulistana giştî
de dimeşe, bi daran diramiya,
û hinek dep li ser de hatî nivîsandin xwend;
gulan çinî neke , û hin din ; pelgan çe neke , gulistanê
biparêze, ew ya hemiyan e, û paqijî navnîşana şaristaniyê ye,
û tiştê bi vî rengî.
Bala xwe
dabû keçekê , bi kûrahî pirtûkekî dixwîne, û li eynî demê
li çenta xwe lêgerînê dike, li bedewiya wê , rengê cil û çermê
wê nihêrî, ji xwe pirsî , li ser tiştê ku keçik bi gulistanê
ve girêdide, û depên buxçeyê , bi sêwirekî sivik û xweşik
hest kir, li gel ramanekî bi tiştê ku di hundirê wî de diqewime,
û bi demê re hest kir ku bandora jîrbûnê hêdîka dikeve reh,
henase û ramanê wî.
- 28 -
-
Naxwazim tu biçî, hevalê min , pêdiviya wî bi hevdîtinek germ
bi te re heye!
Di wê
kêliyê de , kûnde lê nihêrî û got:
- lê
belê ez dixwazim şeva xwe bi te re bibhurînim.
- bi
hevalê min re pêşî.
- wek tu
dixwazî.
Kûnde
matmayî ma bû , çima ew wisa zarzar kir, û ji xwe pirsî, ma
xweşrabêrî dibe ku girêdanek bala be di nav wan de !!
û çawa
dibe girêdanek hezkirin wan bi hevdû dicivîne.
- 29 -
Meyxan e
tiji serxweş in , û jina reqasker ,bi pîlebazî û arandin
berçêlka sîng ji memikên xwe kir , li gor xwestekên lezgîn ji
hinek dewlemendên rûniştî, yek ji serxweşan , şoşeyek wîskê
ji destê wê ket, rabû xwe xingilî kir li rex reqaskera tazî , û
destpê kir bi werkirina pereyên pelgî yên ji berîkên xwe yên
ferh derxistibû,
û bi ser porê wê belav kir, di dema ku hêsirên ,wî evîndarê
xizan bariyan, di qurzîkekî de rûniştibû,
rondikên wê her dihatin
xwar
mîna barîna pereyan li ser laşê reqaskerê.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق