jîndar pêşî her tiştî hebûn hizr dike, û mirov xwe bi rêya hebûnê nas
dike,ji ber ku ew zemîna ku te de civak çêdibe, û jê pîvan û nirxê xwe distîne,
ji wê girêdana yekem ê mirov bi hebûnê girêdede berî tiştan biçesbîne, û ew jî
hizrkirina evînê bi çêbûna hest, ji ber ku hestê mirov bi derdûrê ji hizrkirina
gewdeyî , fahmkirina wî ji xwe re û baweriya wî bi jiyanê destpêdike.
Bawerî encameke xwzayî ye çêdibe li ser rolên ê kesê heyî dinav de
derbas dibe, ta ku ji rastiya nirxên ên ji evînê hatine piştrast bibe,ji ber evîn
nûretiya hebûna lihevhatî û çeleng
dike,û ji derecemên têkdanê bi wê zanîn encam bû, û heyîna evînê binyad bû ,bi rêya zorengê, ji bo serkeftina nirxên xwezayî , sîstem û zagonên
yên gerentiyê dane heyîna komên mirovî û meşiqkirina reftarê wan , ji bo
çesipandina zanînê bikarînîna alavên
heyî ,ên zanyar afirandin, piştî naskirina êgir û bikaranîna kevir û avakirina
malan û çandiniyê, ta derbasbûn bi
afirandina kehrebê û telefonê ta şoreşa kompîyoterê û intirnêtê, wisa têkiliya
mirov bi xwe hat xuya kirin, û pêşve çû
û bi rêya ê beranber û cîhanê bi giştî.
Mirov girêdana xwe bi hebûn a zanînê winda kir, bi encamê zepkirina
xerîzeyên desthiladariyê û semyanê , û xwedawendiyê takes û hilgirtinê û
nezaniyê û destgirtinê li ser defîneyê û dijminatiyê, wisa ji kiyanê zanînê hat
dûrkirin, ji ber ewa nameya saxlem e û
berz e di evînê de û jiyankirina wê, û car caran pêguhêrand bi têgehên nû
çêbûne , dijminatiyê bi zikmakiya paqij dikin ê mirovê lê vedigere û ew a evîn e.
ev girêdana winda kir ,pişt re têgehên zorengê ji bo zorengê destpêbûn
,cihê belavkirina nirxên evînê bi rêya
avabûn , bedewbûna sîstemê û
şaristaniya a cîhanê ji serdemên hovîtî û tundiyê xelas kiribû,ta ew şaristanî bibe mînakek resen ji hêzê.
Serdemên terorê destpêbûn û navê pîrozbahî lê bûn bi navê ol û netewê
yên bûn perdeyek di nav xwe de naveroka zorenga bingehîn veşartibû , û ewa zepkirin û kotekirina abûrî û gerîna li
ser erdên nû , ji bo ferehkirina defîneyê û desthilata ezezîtiyê ên dîtin bi
şerkirina dijî zanyar re , xwedan bîr û
baweriyê û ramanên şoreşger, dijminê
yekbar yên dijî berjewendiyên wan radiwerstin, ji ber vê pêwîstiyên xwe
dîtin ku berdewam şerê wan bikin, bi rêya belavkirina nirxên nezaniya tundirew
û zepkirina hişmendan, û zêdekirina nezaniya wan beranberê ramanên ronakbîriyê
û zanebûnê.
Du zoreng mirovahî berhemdan bi rêya têkdana bi hebûnê re, zorenga
zanînê ê tê nasîn bi girêdana zanistê bi sincê , beranberî nezaniyê ê tê
nûnerkirin bi girêdana zanistê bi helweşînê .
Desthiladariyê nirx ,ol û netewan bikaranîn, ta bi rêyên wan pergal û
nerînên teng belav bikin, û têgeha yekbariyê çêkiribû, lê zanyar di sinc û
lêkolîna zanistê de guhertinekî bi derbasbûna mirov berve başiyê dîtin, ji ber
vê jî zoreng di navberê yekbariyê û guhertinê , parazvaniyê û pêşveçûnê,
reseniyê û nûjeniyê û hemo bi zorenga mezin û rasteqîne girêdayîne zorenga nezaniyê û zanebûyînê.
Û hebûn piştî ewqas zorengên xwînî hat lawazkirin, û berve lerizandin û
pîsbûn û karesatên yên ezeziya mirovan peydakiribû diçû, bi rêya ceng û
qirkirin û xazên jehirkirî yên timehiyên nezan û xweprest li pey xwe hiştibûn
bi encamê dûrketinê ji felsefeyên evîn û
zanînê.
Beranberê vê ew hebûn berve
sivîlbûn , avahîbûn , bedewbûn, huner, û bêrê diçe bi rêya girtinê bi nirxê ê
mirovahî tope ser hev dike, bi cûreyên ziman, awe, û reftarên wê di evînê ê ew a rehjena zanîna
nemir e, û tu cudahî di navbera evîn û zanînê nîne ji ber ewan e cêwiyên hebûnê
ne.
henase, hizr, têgeh, bawerî û lezkir, lêkûrbûn, raman û pirsîn, kilîlên
zanîna hebûnê ne, û ev kilîlan, ji semyanê girêdana jîndarê mirov bi hebûnê bi
rêya evînê, ê ji mirov re nûnerê kilîlên ên bi rêyên wan zanyar destpêkiribû bi lêkolîna tiştan ji bona zanînê.
Azadî di xelasî, piştrastî û aştiyê ye , û pêkanîna xweşiyê berve
başiyê, û ev jî ji rewştên zanînê ye , û têkdana şaristanî ê mirovê zanyar
afirandibû, gerentiyê dide ji berdewambûna jiyana rast , ji ber piştî
westandinekê alavan zanibû bikarbîne, û ji ber meraqa wî bi serkeftin û jiyanê
de ,bi gelek astengî û keleman dersbas bû , ji ber têkdana wî a berdewam bi
hebûnê re, û negîhabû nirxê roniyê bê ku derbas biba bi gelek hewldanên zehmet,
timî hember rewrewka binkeftin qirêjiya
nezanî , xwebînî û xweperestiyê rawerstiyabû, carne bindikeft û carne jî
serdikeft, û ev serkeftin zorengê çêkir.
Bi xwezaya xwe ya mirovî hizr kir meyldariya xwe ji
têrbûna tekoz re ta ku ji birçîbûna
gewdeyî û zayendî rizgar bibe, û destpê bike bi gerîna başiyan, û ji vir divê
em binav bikin ser ew nêrînên rêgir yên bûn sedem ji mezinbûna girêkên tund û hundirî cem xelkê, û bûne
asteng ji pêkanîna nameya evînê di lêgerîna zanînê di hebûnê .
Zanebûn ew kombûna
yên bin de hemo mirov xwe digrin, di çarçova wê de nakokiyên wanî milî , cîgehî
, zayendî û bîrdozî kêm dibin, ji bo
berjiwendiyê avakirina sazî û yekîtiyên yên gerentiyê didin ji navnetewan ku
derfet bi destwan bikeve di xweşî û
aramiyê de, û bidestxistina pêwîstiyan bi rêya dijatiya birçîbûnê, terorê,
bêxwendinê, û çekên qedexe , û qedexekirina bikaranînê û bazirganiyê bi mirov û
pêkanîna azadiyan bi rêya hevjiyana xurt bin siha çanda nakokiyan di navbera
jin û mêr de, ji bo pêkanîna xwestekên malbata kêfxweş ê aramiya derûnî nîşan
dide, û bi xwe tê wate asta herî jûr ji gîhştina adamîzadê ji rehetbûnê .
Nameya evînê ê
mirovê hişmend mizgînî pê da , bi şaristaniya ramanî, avakarî û
hunerê xwya kir û nûnertiya rastiya zelal a şahid li ser xebata zanyaran û
rastiya herî berz bi hebûnê di yekbûna wê de.
Ji ber nêrînên dûrkirinê roleke neyînî û bive û beşdar lîstin bi
kwaşkirina mirovahiyî li qeyranên ceng û birçbûn û hatinê serdemên nezanî û
paşveçûnê , û êdî şerê mirovê xweperest kaniyên evîn û zanînê zûhakiribûn, ji
ber vê jî têgehên tundirewiyê di ol , rêbaz û komî, û mîkrobên nijadperestî û
şofînizmê belavbûn û tiştê girêdayî pê, û bûn şêweyekî ji binpêkirina girêdanên
giyanî û ramanî li cem zanyar di hebûnê de û li ser ademîzadê, nezaniya giyanî
û ramanî zêde kir, û windabûn, tewşî û xwe danîna li qurzîkên nêrînên erdnigarî
û herêmî ên teng , û serdemên tarîbûnê
destpêkirin, û piranî xelkên hebûnê
daqurtand, ji ber gendelî derbasbû,
û hizra netewperestiya paşvero û hizra olperestiya konî bi cih bû dewsa
civaka zanyar û şaristanî ê ji wê evîn semyan dibe, mirovê hişmend û jiyana nû
vejîn dibe, di cîhaneke berve wêranî diçe bi saxkirina nakokiya wêran û
parçebûnê , û rêgiriya hember nakokiyan û jimariyê ji bo berjeweniyên zordarî û
gelemperatiyê.
Nasnama mirovê zanyar a nû ew zanîn e û ew ya nûnertiya jiyana nû dike,
destpêkeke ji dawîkirina êşê û hevşabûn bi azadiyan ta zanîn bibe kombûna
tekoz a bin wê de taybetmendiyên gelan
tê parastin li ser zemîna hebûnê, di nav de hemo zanyar tê de wekhev dibin di
maf û pêrabûnan bi rêya nimûneya konfedrasiyona ji bo pêkanîna bazara abûrî a mezintirîn
, di wê de kar û barên hemî zanyarên berhemdar dicivin û biserhev tên ji bo
pêkanîna hêz û xweşiyê û daxwaziyên mirovê şareza û afrêner û saxkirina
bedewbûnê , wêje û zanistê ji bo xizmeta hebûnê û berdewam bûna wê .
Û evîn nûnertiya hêza neberçav û gewre dike û jê hemo hêz pêktên, ji wê
rêxistina lihevhatî di hebûnê de , û wisa xweda xwya bû, endezyarê bedew û
kevnar, li gor navên wî yê navdar û naskirî, di dîmenên hebûnê û çelengiyên wê,
û pêveçûnên sirûşta niviştkar, ji ber vê jî , ger mirov bi çi hest bibe ji
bedewbûn û teysîn bûyê, tim lê navek bilind lê dike,ji ber evîn kêfxweşî û
pakiya hizrê henasê mirov e ê di xuristiya xwe de meyldarê bêrê û dildariya
azadiya a ji taybetmendî û navdariyên sirûştê hate jiyankirin.
Mirovê zanyar hebûna kiyan , netewan, û taybetmendiyan di jiyanê de
betal nake, û regeza yekbûna hebûnê ew guhêrbarî ye, û tekozbûna nerînê nayê wê
wateyê betalkirina nerînê li guhêrbarî û
dewlemendiya heyînî a zanyar jê hemo
hêzên xwe distîne, lêbelê zanyar cem wî armanca astbilind heye ku bi wê ve bê
girêdan paş wê guhêrbariyê, û ewa hewldana wî ji zanînê re û parastina
hebûnê bi hezkirina xwe ji jîndaran re û
pêşiya wan mirovê beranber , ji ber vê jî bi tund naye tiştan ji ber çi sînor
ji zanebûnê re nîne ,û di guhêrbariya mirovê dibîne di warî ziman û ol û kom ,
taybetmendiyên bi guhertinê bindestin bi derbasbûna serdem , çerx û felekan, û
navxistina zayendan û bandorkirina cih li ser reftarê koman, û tim li
pêguhorikan digera ji çarenos û ramanên nû re, ên tim nîşan dide û dibîne
pêwîstiyek ji lêgerîn û hevdîtina zanyaran ên li her deverên hebûna tekoz de
dijîn, û ev yeke li jorî têgehê çêkerên neqşeyên erdnigarî û qateyan.
Ji ber mirovê zanyar nasnama xwe di zanînê de dibîne, ew dibîne ku
fêrkirina zimanan rêyeke ji dan û standinê bi wan kesên ên di wan de rastiya wî
ya nû û kevnar xwya dibe, ê bangewaz ji xizmetê hebûnê û pêkanîna nameya wê di evînê de, ji ber vê
çi ol, partî,netew an kom wî ranawestîne, bawere bi rêxistina xuristî û xwe
nake kole di xizmeta hinek kes.
Mirovê zanyar şoreşger e dijî têgeha partîtiya teng , û partîtî bi heman
cûreyên wê , şoreşger e li ser bîrdoziya gelemperatî a yekbar, ji ber ku dijî
guherîna zanyarî ye û jîhatîbûna pêşveçûyî.
Mirovê zanyar bi yekîtiyan re ye , ên
dibin ji bûna bi cihkirina nermî di ramanê de , û bawer e bi mirovê
leşger û rêber di eyînê demê, bawer e bi rexnê baweriyek tekoz, û çanda dan û
standinê bi cih dike û enkêtkirinê ji bû pêşevçûna ramanan û gihîştina derê
herî baş, evîn û hunerên mirovî ên hebûn
û ramana zanyarî xizmet dikin pîroz dibîne , û xebatê dike ji bûnên wan bi rêya
pêgiritinê bi zanînê, û bi dijwarî nerazî ye ser zeletanên nezanî , kîn ,
nejadperestî. Jaravî, û serdestkirinê , bi evînê bawer e mîna rêyekî û bi
zanebûnê mîna armancekî û bi hebûnê mîna girêdanekî.
Û evîn ew jiyankirina sinc e ê
dibe yekem erkên mirovê zanyar ji jiyanê ji ber ew nûnera netewa wî dike
û evîna wî ji jiyanê re.
Û bevegera me li ser partîtiyê û rexnekirina wê divê em xwedawendiya
serok an nîşanên ê bi koretî û rewştî û xisitna tirsê di nav mirov de bidin nîşan,ji ber zanyar dibînin ji têgehê
xwedawendiyê. Xwedawendiya padîşeh, encameke ji têgehên olî ên ji desthilatdariyên oldarî derketin, ev xwedawendî
giyanê koletiyê di cemaweranda tevrakirbû, û hîştibû di gêjbûekê de bijîn dûrî
jiyankirina demukrasiyê û
bicihanîna dadmendî û yeksaniyê, ji ber
vê şerê zanistî û zanistan û ramanvanan
hat kirin, û xwediyên hizrên afrênerî, û ol bûn şêweyeke bi sûd bi destê van saziyên bi ser ve wan, ji bûnê
gelan zepbikin, carne bi navê ol , û carne bi navê netew , û bi encam jî gelek
komkûjî qewîmîn , û milyonên kesan hatin qirkirn bi navê mîtingeriyê û vekirnê,
û ev saziyan her tim û ji berbanga dîrokê kesên zanyar ji xwe dûrxisitn û
kuştin , û bi heman şêweyan şerê wan
kirin bînin ziman hinek ji wan :
Suqrat , Kurê muqefa, kurê ela a merî, Galîliyo, Kirîstofer Marlo, û
hinek din, ew jî hinek ji girîngtirîn navdarên zanyar bûn di demê xwe de
,piştgiriyê dabûn zanînê û evînê û nameya afirandinê di hebûnê de weşan kirin.
Pîrozbahî ket e ol û kom û rêbaz , netew û herêmî û êlî, û cîhan bi şerê
pîroz destpêkirbû bi navê xweda û maf û rizgarî
û berxwedanê û her kes li ser kuştiyê xwe navê nemir an şehîd bi nav
kiribû, û hemo cûreyê şer rastiya wê dijî zanînê bû ango evîna a ku di hebûnê de
heyî.
Hatinên nêrînên hêz û tundiyê, afrênerî û zanebûn di hundirê mirov de
dorpêç kirin, û ew hiştibû bikuje ta ziyanan û qirêjiyê li dû xwe de bihêle li
ser vê hebûnê , ê dibe mîna cih ji jiyanê û mezinbûnê, ji ber vê jî têgehên
wêraniyê û seqetbûna ramanê belavbûn, û bûn yedekek ji sextekariya rastiyan û
lîstinê bi baweriyan, ji ber partî pergalekî nûbûyî ye ji ol û ew sêwirandineke
rîjeyî ye tê guhêrtin û rexnekirin û jinavbirin, êdê ne ew tenê nimûneyeke
dikarê hembêz bike hizr û daxwazên mirovê zanyarê nû, lê carne wî ji ramana
azad û mijûlbûnê û afirandinê dûr dike, û dihêle bibe mîna qonterciyekî û
totiyekî , tenê gotinên destûrê a naye guhertin dûbare dike, û ger hinekî raman
bibe bi guhertina wê, weteya vê yekê derketina ji rêbaza partî û pir gunehbarî
pê wer dibe, û navê neyartiyê pey dikeve û dibe ku bê kuştin jî ,ji ber wê çaxê
êdî hew dikare bêdeng bimîne û bi wê windabûnê hest dibe ê dinav bîrdoziya vê
partiyê, û êdî ew rêbaz bi kêrî dem û siberojê naye , ev yek tenê di rewştên
partiyên gelemperatî, ê ku mîna rewştê olî girtî ye , û tenê ji endaman tê
xwestin ku bibin xelek li dûr rêberê vê partiyê bi awayekî kor û nezan, ev
kevirbûna hîşt mirov têkeve pergalekî teng û dûrî zanînê hêdî hêdî bibe, û yek ji erkên mirovê zanyar ku vê
şêwazê qut bike û şerê zordariyê û gendeliyê bike, ta ku nekeve xefkên têgehên
teng de ê dijatiyê nirxên evîn û zanîn û roniyê dikin.
Zanîn tagiriyekî tam e berve evîn û bedewbûnê , û redkirineke ji
pikaranîn û dûrkirinê, û rizgarkirina mirov e ji her tiştê wî dixendiqîne û
dibe kelem pêşiya rêça wî ya pêşevçûyî bi rêya nûnertiya wî ji sincê re, û
karkirina wî ji mêjiyê re û berhemînana wî ji xurtî re di xizmeta nirxê ê ku ji
hebûnê dertên, û nirx jêdera wî lihevhatina mêjî bi dilovaniyê re di çarçovê
hebûnê.
Yek ji armancên zanînê di hebûnê de ew berzkirina hevjiyanê û zîrekbûna
astbilind û lêborînê di çarçovê guhêrbarîna ademîzadî û têrkirina wê bi
alîkariyê û hezkirinê û lêkolîna jiyanê bi rêya kar û rêxistinê.
