الثلاثاء، 19 مايو 2020

Bêhinvedana ‎şademaniyê.Rêber ‎Hebûn

Bêhinvedana şademaniyê
Ez dizanim ku bedewtirîn xewin, yên hîn em negîhane wê, rûberê xewinê têr nake ku ji me re bibe metirsî, sîber bêzar e ku me kêfxweş bike, evîn derdikeve ji pencereyekê ta ku têkeve pencereyek din, bi navek e sext e û cilekî serçemandî, her sozekî ku zimanê wê berdide ,bîra wî pê ne ageh e, li ku hêvî dimîne, di cilên me yên  ê  toz dorpêç kiribû, an di nîgaşê me  yê naxwaze ku tiştekî di bîra xwe bîne, û rê nade ku bi dihû birame.

Dizanim ku çi tiştê ku di riwên me dikene derew e her azariyek li ser davekên xemên me de dîlan dike xapandin e, çi pêkenok bi vedengê kenên me ve tê girêdan, wek giriyê ye, dema yek ji gileyî me dike, û nahêle em biaxivin, em bi bêdengiyê an bê hêviyê hest dibin, ev serdema devgirtina xemgîn e, êdî keser ji sîngên me dernakevin, lê ji xwastinên me yên pirbûyî derdikevin, bi lerzên ku cuda nakin di navbera mermeriya  hest û pîsbûna xuristiyê , dema li ser textê azariya bala de rûdinin, divê em guman bibin bi rastiya ku hest û nihadiyê cihên xwe bi hevdû diguhêrin, dema ku di kiyanê mirov de rûdinin.

Henek an îjdilî , bijarek sêyem nîne, henekê giran  an madtirşiya ya mirov digihîne xwîntaliya tarî, û çi bijar e nîne, ev cîhana tundirewî û efyûnkêşiya xemxwariyê dikşîne.

Dibe ku xwedayê heyî berpirs be li ser van qerebalixan, derewa wî nakeve di serê piraniyên mirovan yên rêya pêşkêşkirina qurbaniyên mirovî bi navê wî derbas kirin, ev cîhanek bi seyr e, seyrbûn êdî bêzar e ku wê şîrove bike, û biyan e bi girêkên xwe danasîn ne asayî yan kurtas dike, van peyvan min nivîsiye, û ez pê hest dibim, bi awayekî hûr, tê wateyê ku nivîs li cem min derbas kir rewşa derbirîna herdemî, êdî bêhtir diket naveroka perwaza lêgerînê li ser tiştên ku di hundirê min de veşartî,  tiştê ku ez pê dizanim , ku min dorpêçkirinek e bi seyr li xwe danî , dibe ji bo ku ez bigihim rêyên ku ne li ber çavên min de bû.

Ez gelek dizanim bi tiştê ku min afirandibû, pevçûna dihû li ser min nû bû , ku ez bikevim deverên belavbûyî, zehmet e li ser min ku wan şîrove bikim bi awayekî xuyanî, wisa ew encama ragihandî berz dibû, û çima niha? , tiştê bi seyr ku ez tême gêrkirin berve reweşt,pergalên ne girêdayî bi min , û tiştê bêhtir aşkere ku çendîn êdî ez bi vê erdhejandina qulker jiyan dikim, ez dîsa bi bê hêviyekê matmayî bûm bi nêçîrkirina penageya xweş, lê xewin ewa wek ku ez dibînim, rastiya hebûna aşkere ye di cîhana nivîsê de  û hebûn ewa nepeniya aşkere ye.

Helwestên me yên bi ya din ve girêdayî tîne ziman, pêdiviya me ji rewşên yên ji afirandina  me çêdibe, ku pirs bi me rabin, heta me bi bêdengiyê ji nû ve nişkavî nekin, êdî ez herî evîndarê ku ji pirsîn û ponijiyê hez dike, û ev vedigere  rewşên westabûn û girêdanê.

Ez hest dikim ku aliyên giring  û tevderbasbûyî di dan  û standinê min bi kesan re dorpêç dike, bi zanîna pêwendiyan di navbera kêşeyan de têdigihim, bi nasîna girêkên yên min dihêlin ku ez biçim berve axaftinê dizanim, pêwîst e ku ez bîçimên wî mêrî an wê jinê bixwînim, yên dixwazin cihekî di nav ramanên min de bigrin, wisa awirên min mirovan dinêrin, çawa rastiyên wan nasbikim , ma ewan derbasbûyî ne an wê derbas bibin, an wê bêhtir di demekê de bimînin, heta ku rastiya yeksaniya evînê bi cih bînin, çawa  dikare bimîne û bi makên berdewamî û ne çawaniya derbasbûnê, keçika ku ez jê nimêjên nemiriyê bêhin dikim, dimîne di min de çalakiya serserîtiyê xwarin dide, an bar dike, wisa ez lêgerîna xwe dûbare dikim li kesek e din û pêvajoyê di heman rewşan de mirov diwestîne, û bê rewş dike, êdî evîn ew afirandina herdemiyê ye di cîhanek e têkçûyî û yê din  , ku dirêjtirîn girêdan bi me re pêkneynê, ewa : sawêrekî vebijandiye.

الخميس، 14 مايو 2020

berî ‎vegerê.Rêber ‎Hebûn

Berî vegerê

*Rêber Hebûn
li ser lutekya pîzotê hildikşim, , ta ku tozê jê bibim , rengê wî ya bêkêr li ser pencereya valahiyê, bi hevsanî bihindan bikim, di nermiya sîngê te de derketina xunavê bihin dikim, wek roka memikê te yê girover e li paş kakêşa tariyê.

Bi malzarokê sihikê xwe diqemitînim, ev xwastina wêraniyê ye ,ku lêborînê ji kokelên qêrînê bixwaze, lerza girover yê di qirikên me yên xwêdayî de bi cih dike , ji dîmena ji hev ketina laş bi derya û bejiyê re kete rikeberiyê .

Deriyên mirinê ji hev dikim, ji ewrên ku serê xwe bi pepûkiya xwe rakirin, pêş sertbûna heznekiriyê û serdavên asêkirî, di katê xwe de vedikim, dîmena reşatiyê digrim, serê xwe li ber dergehên – Hîroşîmayê -  radikim.

Mîna ewrekê li ber candan dibim, candan roniyê lêketibû, bi rêjnek girî, min xwe mîna darek bê mêr min  xwe neda alî, kokê dilê wê qels bû, matmayîbûna virmor pehîn dikim, bi kevirên westabûnê berge û ewrê dîlgirtî kevir dikim, bi xweya roçûnê tevhev dibim, bi xweylînên xwe ,li taldeyê cihek dûr de  tevderbas dibim, paş hêlînên marên yên nema fişfişê dikin, xwe vedişêrim, qûmê wek bawanî ji xwe re dikim balgih, ji eniya xwe re dikim sihikek, axdariyên xwe yên dûr bilind dikim, di nîvê horekî kaş û kûş, bermayên bê omîd, di berxaneya piniyê de datînim, girî bû lîstok , ji nişkê ve hêsirên me li ser boşbûna hestê ,bênirxiya êşê ketin, pakî nepenî bû, seqem cihê xwe li ser darê evînê girt, de vegere ji mirinê narvîna min , derew miriyê, û rastî mest e, valahî şêniya mirina evînê di her cihî de belav dike, wêneyên xwekuştiyan li ser dîwarên awazgehan diqemitîne, li qeyseriyên ne asayîyan dîmenan weşan dike, ez nema bergerînê ji kesekî dipejirînim, ji ber benê dilnermiyê qetiya , dem min nema dabû ku pê ez xwe sêdar bikim, û ez bi ser neketim, min te winda kir ey hevalçûk, min bi  dawî xewinên berşîrkan winda kir, dirinde û reşatiyan ketin zîndanên xewinên min , ev hemî ji gavînê re, ji pepûkiya belaş re , ji kîna erzan re , ji kelevajiyekî re nav lê kirin hêvî.

Girnijîn di me de bi zorê birin, û zaroktiya me çekirin dojehê, û bihna êşê,ket hinava bihinxweşiyê, ji ahînkişandina awazê , rewestgehên xewinê me dinivîse, ta li berbayê vedengê de belav bike, çendîn bîranîn bi seyre, çawa me mandele dike, dema min ji yara xwe sozek xwest, dara evînê di çengên wê de şikestin, û çûm şêniya evînê ragihînim, û ne diyarî simên xwe derxist, yar li birîna xwe xist û bi jibîrkirinê jiyana xwe bi dawî kir, mirina wê gur bû, li aliyên penaberiyê de , bû stranek nema rawestanê li ser daveka êşê dipejirîne, wisa em çirûsîna xeyidê qezinc dikin, ji kesera jinek ê , di çavên xwe de xewinên berşîrkan dihelîne, wisa em bi henaseberdana evînê dikevin, û bi çempilê bîrêkirinê û penceşêra metirsiyan û taya sêwirê hest dibin, ew tev zora me dibin, û yê din  sertbûna xwe li pêş çavên me radiweste , xwe li ber me digerîne, tenaziya xwe bi sêwîbûnê bêdengiya me dike, ev seyrbûna me ,rewrewkê çêdike, encamê ji dilsariya me digre, dil pêş wê rabû mîna balindeya bîrêkirinê , bi ser ve wî bir, ji eynikên seyrbûna me , li ber qeraxên mestbûna me serxweş dibû, ey çem ,ey damarê dengên min e hatî ji jiyana şewatan ,kêlek dîwarên serbirxaneya kirêt, bê tirs li ser pirên gumanî û metirsiyê derbas dibim, bi ser ve baweriya rastehatinê têm, û di peyala vêketina xwe disojim, mîna balindeya legleglê me ,dema berve cîgehên germbûnê rêwî dibe, ez bi tenê bêriya derbasbûnê bê nîv çavlêdan an zivîrandin dikim, armanca min ku di dirêjiyek bê dawî de bifirim, min ji rakêşeriya zarkariya min qut dike, û durûmên arzariyên min dide min, min gelek li piniya arziya xwe ji evînê re lêkolîn kir, tevî ku dev ji min berda û pir li ser kêliyên belavbûyî di cihên dûr de, lêgerîn kir, ji ponijiya min re windabûn bi tevahiya xwe ,xwe dabû min, çendîn bîrêkirin me bêxewî  dihêle di gava xwastinê vegera rizgarkaran.

الثلاثاء، 12 مايو 2020

peyvek ‎e ‎nû.Rêber ‎Hebûn

Peyvek e nû
çi dikare mirov binivîse?!, rewş bi dawî , şêwaza xwe ya tûj li ser wî de datîne, û meraq di cem me de , ji tiştê ku em pê hest dibin tê wergirtin, ji zorê hest em bi axaftinê bi tiştekî destpê dikin, eger me karîba ku li ser tiştê  di nîgaşê xwe de çeleng binivîsandiba ,wê me binivîsanda, lê bend û bask me li ser rastiyê dihêvojê  ku jîndar pesindan bikin, wek ku ew heyî be, ne tenê li pey cîhana nigaşê bikevin, ku li şûna gewşbûn û westabûnê bigre, herdû jî mîna rewşek misoger di jiyanê de ye , çima em reşbîn in?, û geşbîn nabin?!, hinek pirsiyar dikin û bi xwe jî ji berketina rewşê bi giştî ne diyar in, çêj nînin, bi xemgîniyek  ku ketî henasê  de  nizanin, dema ku mirov fêrî bêdengiyê dibe, beranberî vê rewşê , û tim ravajtin dike ku çi tiştê li dora xwe mandele bike, bi vî awayî pirs dike, ne tenê wisa lê belê ew tişt wî berve raketin û guhdarkirina bersivan dibe, an bihaneyekî  çêdike, eger kes bersiv jê re nedît ,di wê demê de ji jiyan û rastiyê  awareyî dibe .

Ev  feleka manendin û revînê ye, ji her tiştê ku bi naverokê mirovan girêdayî maye, hemî têr ji kaniyên revîn, lawazî û neyartiyê vexwarin, li ser henaseyê bi awayekî bi rêk û pêk derewan dikin, mirovê azad li kesekî bi wî re hevtayî be, û wek ku derziyekî di dêzek zilik de digere, hewl dide ku fêrî xwejibîrkirinê bibe , bindikeve, bi kesekî guman dike ku wî bibe desteberî, lê wisa dibe wek noqbûyekî bi zilekî pêgirî dike, hinek kes mêze dikin û dibêjin : ku wêjeya me tarî  û reşbîniye û eger wêje azad be , pêdiviye ku mîna  rewştê jiyanê be û bi zelalî wê were rûnîkirin, di wê demê de , pêdiviye li ser wêjevan ku li ser hevkêşa henas û ya din binivîse, divê ku rastiyê diyar bike, û êşên peyvê bikşîne, wê çawa wêjevan ji bilî li ser mehnegirtinê xwe ji aloziyên yên pê diheje binivîse, û nirxên evîn û mirovahiyê bilind bike,  ku hewl bide li mirovekî rast were, karibe têgeha serkeftinê li ser hel û mercê  û diyareyan bi heman xuyabûnên wê gur bike, wêje evrazîkirinek e  ji bo mehnedîtina evînê li ser qamkurtiya bazariya ya tovên heznekirî û parçebûnê bi derbasbûna dîroka merovî xwedî dike.

Ew rastiya pêşî ji hevgariya riswabûna mirovê yekem yê henaseya xanedanî binpêkir, wek pabendiyek ji tiştên ku nirxên sipî gemarî dikin, nirxên ku ji bo hebûna mirovî re serkeftinê saz dikin.
Wêje bi xwe bersivek e tund e li ser sedemên pepûkiyê di raman , soz û nihada xwezayî, ewa jêhatîbûnê  dide çalakiya hevpeyvîna mirovî ,  bi rêya deqek e armancber ,zimên bikartîne, bedewiyan ji rastbûna navêçiya mirovî re vedigerîne, deqek e duristkirina tiştan vedigerîne, ya guman dibe bi saxlemiya radestbûyan, têgehên sert jevdixe, di bin siha çanda geherbaran de geş dibe, radibe li ser deqa guherînê ta ku bi lehiya afirandinê pêşbiniyê bike, berve xîzistana hişkbûn û sistbûnê û zarvekirna peykera paydarî, yê mirov dighîne ji paşêxistina tora ramanê , diçe berve azadiyê ji derveyî zîndanên  koletiyê, çepandin û aloziya hezkirina êşê ya dimije têgihiştinên  mêjiya pak, pêdiviye ku em  bi rikeberiya ayîndariyê  û azadixwazên bazdayî li cem sirûştê bên rext kirin, bi desthelatiya qirêjê  di gedûka jêra civakî  de berberiyê bikin, ji bona nûjeniyek e ku hurmetê bide tevgera dîrokî ,dûrî şobeya kesên ku taybetiya serdemiyê li xwe dikin , yên rûreşiyê dermafê nirxên reseniya rast dikin, bi bihaneya vêregihîştinê paş bazara îro , ew kirêtî bi têgeha nûjeniyê re kirin, destê xwe ji tewşiyên keşxekar û çepikdayan dişuşt, dûrî valahiya lawazbûn û qelsiya sincî,  nûjeniyek destketiyên pêşiyan hurmet dike, pîrozkirinê nade an xwe li paş gewrebûna bapîran de venaşêre , nûjeniyek şermezar dike kiryarên hijmarek ji şelatiyên yên derewkarî dikin ji bo rabûn û hilkişînê û çimkirinê li ser sinca wêjeya sengerandî, ewan tenê pêlavên rizî ne ji serok û qeralan re, nûjeniyek bi serdikeve ji azadîxwazên mirovahiyê re, ta ku hevpeymana evînê nû bike.

الاثنين، 11 مايو 2020

Helbestên kurdî - 2020- Şaha peyvan : Niyaza dîdariyê- Rêber Hebûn : Dîd...



Helbestên kurdî - 2020- Şaha peyvan : Niyaza dîdariyê- Rêber Hebûn : Dîdara te



https://www.youtube.com/watch?v=AHDasUdKrbs&t=21s

#ريبر هبون - توحش #النظام و#المعارضة السورية- الحلقة 8- (2020)



https://youtu.be/qfr7z-yUbvA

إن التشاركية المعرفية حسب "الحب وجود والوجود معرفة" تقف على النقيض من خيار الحركة الفامينية، وإنما تسعى أبداً لبث البذور القوية لإنتاج نهضة تتحقق باتحاد الجنسين، فبوصول النخب المعرفية القوية إلى الحكم، نستطيع أن نقول بوجوب توطيد معالم نظام حر يقضي بصرامة على أنظمة الحكم المذهبية ذات الصبغة القومية ، عبر إحياء مجتمع المعرفة القادر على ألا يبرح أجهزة الإدارة بل يلازمها ويصحح نواقصها ، حيث تعتبر اللوبيات المجتمعية شكلاً متمماً من إدرات المركز،

. ولازماً ضرورياً لتطويرها حسب مقتضيات مصالح الجماهير ومنافعها

الأحد، 10 مايو 2020

Deqên zor kurt Rêber Hebûn*




Deqên zor kurt

Rêber Hebûn*

-1-
Çû , ta êşên xwe amar bike, û li beranberî roçûnê de rûnê , belkî dilê xwe ji bîra tariyê re veke, ji bêdengiyê re ferhengek ji wateyên yên nayên şîrovekirin nivîsand, lê dema ji rastiya sozên bêhêviyê piştrast bû , ya ku zivistanê li ber payîzê de berdabû, peyalên bîrêkirinê bi axîna biqircir dagirt.

- 2 -

Bedewtirîn tiştê ku di wî de , ku ew êwareyî bû ji bênirxiyên kesên yên li dora wî ji mirovan , ji ber vê jî bi rêjneyên sixêfên ne diyar ji zimanên nenasan hest kir, bîçimên wan çûn hêdîka di wî de, di xwe de milmilîn dibû, katên revînê li hênijînê wî zehmet e, berî ku raman bibe ku derbasî hembêza xewinê be, ji şevê re li ser hevgariya nivînê nivîsî, sîberên wî li xwe kiribû, û digot:
- êdî xuleka xewinê ne belaş e, pêdiviya wê buhaye, bê şîk tê dehfîkirin di benka xemxwariyê.

-3 -

Dem barê xwe li ber deriyê wî karkirê westiyayî de vala kir, ew li ber deriyên kendalan de radiweste, û zehmetiya bayên bîrêkirinê dikşîne, bê ku firingekî ji hêviyê bi dest xwe xîne, beranberî bendewariya xwe li ser cudabûyê bîranînê, ewa bi dirêjî roja biqircir dimeşe, ta rastî nan û xweşecaniyê were, û ta ku ji hestê xwe bi mizgîniyek e ezmanî xelas bibe, dadikeve li ser wî ,her ku berê xwe bi aliyê ezmên dide, bi yek peyvî , dengê xwe yî bawîşkî, bi bêhêviyê berda:Azadî!

- 4-

Mîna stêrkekê li ezmanê wî ya zerhimî de hilat, tîrêja heyvê ji şevbuhêrkên leylana wî berve wê vegerî ,bi nivîsandinê li ser henaseya xwe destpê kir li ser rûbara cobarek biçûk de , dudiliya xwe rabû ta bigihe dûrtirîn arezûyê, li pîzota veşartî di gihanên wê de vekoland, bi lez bi bizdanê ji dilê xwe girtibû, ta metirsiya şikestinê bi ser wî nekeve, nigaş kir ku yara wî hespek e raper e, berdewam şehinî dike, kestekên tozê ji bîra wî kirkişîn, bi awirê xwe dûr ponijî berve asoyê, bû ewrek şîn ji ewrên din dûrket, wisa bi lêgerîna xwe ji siha wê ya çekirî li holên xemgîniya wî de destpê kir, li ber dergehên payîzê lorand, hêsirê xwe ji ewrekî derbasbûyî dagirt.

- 5 -

Wek evîndarekî bi nivîsê destpê kir, ramanek wî arand, hevokekî xwe jê sar kir, rêzek wî hembêz kir, peyvek pê re agirbest kir, wisa xwe bin dilovaniya peyvan hîşt, ji ber ew bi dirêjiya temenê di nav simên wateyan de jiya bû, li rêyekî ku tenahiya wî bi cih bike digeriya.

- 6 -

Ew çemê bapîr yê xwe li paş gelî dirêj kir, hata bîra wî ku li cem wî çemekî sêwî hebû parsê kendalekî kir, li ber çiyakî , ji dilşikestinên xwe girî , pişt re hêsirên xwe yên zêrîn malişt, belkî bextewer bibe, bi xanenşînbûnekê bi bîranîna wî ji çemekî re pê re meya sirûştê vexwaribû ,li ber çavên devên şivanan , yên fîxan dan , bi rêya bilûrekî mest, ji tengiya devê wê de bahilkêşanên tengezar û mişextan tê dîtin.

- 7 -

Jê re go :
tenê biçûk û wekên mêran înan dikin ku derya pêdiviya xwe bi dilopek av heye.
Bersiv neda , rêya xwe bi serî kir , û ew dikene , li paş wî rawestiya bêdeng, mîna peykerekî!

- 8 -

Hewl da derbas bibe, derya pirsî di nav kûrahiyên xwe de, ji tiştê ku di hundirê wî mêrî de digere, pê diponijî bi bîrêkirin û xemgînî, piştî wan hewldanan, derya xwe dîtibû tevderbasbûye bi ramanên wî , geşta xwe ya kûr di hurgiliyên jiyana wî de destpê kir, pêl xwe di henaseyê wî de şerê hev dikin, bi vê yekê hest kir û rabû, bi meşê destpê kir , nêzik sotina deryayê bû bêhtir û bêhtir
derya xwezî kir ku wî heta mirinê hembêz bike, lê ji nişkê ve wî dît dilekî mirî, ti car ne hat zayîn û jiyan ne kir, derya nerîna xwe guhert, biryar da ku dev jê berde,heta derya nevêtibû wî bifetisîne, ew fetisîbû berî zayin bibe, wê çawa bi fetisandina wî birame, di wî mêrî de tiştek bi sûd nema, xemgîniya wî deryayek e kûrtir e ji wê, ji ber vî jî derya hest kir, ku ew ji deryaya xemgîniya wî gelekî bi çûktir e , biryar da ku heta bê dawiyê bigrî.

-9 -

Ba sermayê xwe di pişikên wî de jibîr kir, seyrana xwe di nav awazên bihndanên wê de berdewam kir, yê çûn awaz û axdariyên tevlîhevbûyî di bêdengî û nalînê de berdan, rêya xwe berdewam kir bê ku rastî ti cihî were, bi ramanê destpê kir, diramiya bi dirêjî gavên wî û rêyên yê ku bi ser de dimeşe, kûrahiyên wî bang dikin,rehjenên wî zêde dibin, û seyrana xwe ya pepûk berdewam dike û wisa gîha cudabûyekî ase, sînga xwe ya sar li taldê dîwarekî rûxandî danî, û bi davekên kuxikên xwe destpê kir, strana ev rêyên seqemgirtî û ev êvara kor û dirêj .




- 10 -

Agir li ser pîzotê dîlanê digerîne, û li dirêjî ahînê li ser cama qizêza şikestî de , bîçimên jinek e jinbî diniqişîne.
Pîzot di wê de jiya , ji ber ku ji mêrê xwe ya mirî hez kir, bi dagirtina axa fereh, piyên xwe bir, li ser meraqa xwe ya bitenê ma, ku bimîne û xweziya xwe ya dirêj bijî,dema , ku zarokên wê mezin bibin, berî reşatiya destengî û pêdiviyê bi serê wan de bên .

Şahiyên wê nepenî bûn, û destpê kir bi kedîkirina xemgînî û felaketên xwe, hêsirên xwe mişek dikir û ji bona rûmetê bergirî kir.

- 11 -
Bi dirêjî dûrgeştê , mêr bi stranê destpê kir,û carne dilorand, strana xwe bi nalandinê tevderbas kir, bû heyranek bedew, rêyên çipil dît, di hizrê wî de bêhtir xwe avraz dibû, hez kir ku xwe radestî êş û sîbera xwe bike, ji nişkê ve ji dûr ve mêrekî gavê xwe giran û hêdî dike, li beranberî wî de dimeşe, leylanên bedew hatin wî , dît di bîçimên ew mêrê kal de, yê hêdîka tê bîçimên bavê xwe, bi bîrêkirin girnijî, lê belê bilez lêvê wî şihetî û girnija wî xwe da alîkî , dema berket ku sîwirên wî derbas bûn û ev mêra , ne bavê xwe ye, bavê wî tewr venagere carek din û biçîmên wî ne wek kesên din in , sêwir jî nikare carek din berz bike li ber.

- 12 -

Keça evîndar rojekê li ser cadeya birînên xwe meşî, biryar da ku bi kesekî ku kiyana wê dagir kiribû rast hat, di felekekê de evîn tê de hemî tişt bû jê re, lê belê kevil û jankek din dîtibû, ji ber ku yara wê tenê nînebûnek bû di çepê evînê de, nema ew buhara ye, mijol bû û meqatebû ku wê paşguh bike, dema ji wî nêzik hat jê re got :
- çi bi te re çêbû ye , çi bi giyanê te hatiye ?
- dûr biçe , çima tu hatî ?
- ez nehatim , ji ber tu mirî ji dema te ez hîştim!
- û niha … çi tê xwestin
- ne tiştek…
keçik biryar da ji wê çaxê ve, ku bibe rewşanî , biryar da ku efsana evînê jê bibe û fêr bibe ku tenaziya xwe bi dilsoziyê bike, û bi rastî jiyana xwe jiya û niha jî raber e bi hilbijartina bedewtirîn gotin, ta bidê xortekî nemûnî paqij, weke wê bû demekê , wî hingaft bike û di wî de rewanê mirovan bikuje , bû har ji dema ku tevlî cîhanek din bû, ew cîhana ku berê , şerê wê kiribû, lê niha ew dîmenek e jê !

- 13 -

Ew asayîşa yê di beşê derbasbûnê de kar dike, matmayî dibe ,ji wan serpêçîkirên dûbarebûyî , di xwe de dirame , çima min kirin berpirs li ser van serpêçîkir û şaştiyan, pasên kesk li pêş û paş wî de derbas dibin,pîpika wî ya bedew bi dest wî de ye, jê matmayî dibe, her ku tîpek di devê wî derdikeve , an dema di riwê ajokarê Teksî û pasan de di qêrî, ji wan re serpêçiyan hildigre, û nizane wê heta kengî bibe ji wan cadeyan re, parastvanek , êdî rê ji gav û şopên mîtora wî fedî dikin.

- 14 -

Li pêş hemî westabûnan de, ew mêrê hatî çavdêrkirin , û dezgehên ewlehî hemî bi şopa wî dikevin, destkarî kir bi aramî û hişyarî , ji ber ku nizane wê kengî bê girtin,û dibe ku aniha were girtin, xwe di hembêza hevjîna xwe de veşart, xwe tevlî sîngê wê kir, hewl da ku di hembêza wê de dewleta aramî û demûkrasiyê bibîne, an odeyek biçûk tê de bibîne ji bilî ew zîndana takesî, xwe tê de bispêre heta dawiyê, lê bi lez hevjîna wî nexweş ket, û pişt re rewş a wê têkçû û mir, û di nav çûn û hatina xwe de ji xestexanê re û pişt re goristanê ta serdana gora hevjîna xwe bike, hest kir ku bolkeyek ewlehî nêzî goristanê dibe, çare nema ji bilî ku xwe li paş gora hevjîna xwe de veşêre , binê mermerê ya nav û dîroka mirina wê bi ser de hatibû niqişandin, kevirê bi zor û tirs hembêz kir heta xwe radestî rûdana xwe ya dawî kir .

- 15 -

Jiyan bûye lîstokek pêş çavên kurê lal, biryar da ku lîska çavgirtînê ligel birayê xwe yê kor bilîze, kurê lal çavên xwe girt, û ya kor çû xwe li cihekê de veşêre , ta nikaribe birayî lal wî bibîne, xwe di bin nivînê veşart, û wisa kurê lal çû li cihê ku xwe tê de veşartibû bigere, rabû qêrî bi serkeftina xwe , lê ya kor guman kir ku birayê wî hîn bi ser ve nebirî, û herdû kur man li ser vê lîstokê de heta por sipî kirin .

- 16 -


Evîndarekî, mêrekî serxweş di şeveke bê heyv de kuşt , û bi tewana xwe mikûr hat dema hat girtin û got :
Ew tîpa pêşî ji navê xwe û yarê xwe li ser dîwarekî kevin de danî bû, û ewê serxweş çû bi ser dîwêrî de mîzt, ev bû sedemek ji kuştinê wî , lê ji ber xwe axivî piştî lêpirsînê bi hevokekê her dûbare dikir bi dînbûn :
( yara min ji gemarê paktir e, û mîz ji min û wê paktir e )



- 17 -

Xewin xwe di wî de bi cih kirin, wî li ser raperînê dihêvojin, hest dike bi rakişînê berve zayenda rûxweş, her ku ramanek kete hizrê wî ji bo biqêre , xwe dît di lutkeya xweşiyê de, bi zikmakiya zimanê xwe hest kir, ramanek dîn wî vexwendî kir li ser hilkişînê, çax dû çax, bi lêkolîna xwe destpê kir, ji nepeniyekî guman kir wê berve dînbûnê birêve bibe, wekî ku hin kes guman dikin , got:
helbet evîn dimîne metirsiya min e tekûz , ji ber vê yekê min hez kir ku tevlî refên stêrkên ronavêj bibim û têkiliya xwe bi wan mirovên mûmyabûyî qut bikim.

- 18 -

Tiştê ji henasan kûrtir e , rastiya wê ne, tevî ku felek ne yeksan bû bi lîsteyên xwe di xelatkirina xweşmirovan û sizakirina xwedan çapkerên nexweş, mêrik ji dema ku zarok bû, her bi kûrahî dipirsiya, gumanî wî bi rêve dibir û şaş nabû di rêya wî digihîne dil , bi vereşiyek ramanî hest kir, ji ber ku reşatiya gumaniyê hîn di destê mêjiya xwe ye , li ser şaxên ramanî wê digirt, û hîn negîha ti çareyê, deriyek din li ser xwe vedikir, jiyana wî li gumaniyek ta gumaniyekî nû destpê dike û wisa….

- 19 -

Qeşmer ji xwe pirsî , çima ewqas kenandî ye heta wê astê? , xwe di serşokê de rût kir, lê xwe ne suşt, diramiya , gewdeya wî hîn saxlem e mîna gewdeyên din , û ti endamên xwe winda ne kirin, û ne jî reşepêş e an awareye, û kete pirsekî din, bi ken hest kir û kenî, bi dawî , bi rehetiyê hest kir, kenê wî bersivek misoger bû ji pirsên re , wê demê dît ku kenê wî nepeniya jiyanê ye û nihêna wê ya di nav xemxwarî û nebediyê ye.

-20 -

Pêlava nû ji birayê xwe yê kevin re got :
ez ji te bedewtir im , çarenûsa te di gemarê de ye, pêlavê kevin xwe radestî giriyê kir, û nikarîbû bêrûmetiya birayê xwe jê re vegerîne, roj û sal derbas bûn, pêlava nû xwe dîtibû qepalekî repal , û pêlava kevin tenaziya xwe pê kir û got :
tu ji min kirêtirî, çarenûsa te di gemarê de ye, bin lingê min e .

- 21-

Tirimpêlê bir piştî ji bavê xwe yê razayî desturê wergirt, keta xewek e kûr ,dema tirimpêlê ajot, di ajotina xwe de, û ew razayî , pêle gemarkarekî kir, firûşkarê şîremeniyê li gel girgirka xwe, pisîkek sipî qels , û pîrekek mezin û xwe li darekî mezin xist, tirimpêla wî sekinî û ji xewa xwe şiyar ne bû.



- 22 -

Dema çû Elmanya yekem car , salên mirin û azariya xwe darizandî jiyan kiribû, nikarîbû vegere, welatê xwe ji ber ew darizandî bû, ji ber ku bi qêrînekê hest kir nikarîbû di hundirê xwe de wek her carê hilîne, wî nehiştin kar bike, û her ku dîtin bê nasname kar dike, carek din wî ji kar qedexe kirin û pereyê wî ji dest wî giritin û bi dawî çû li ber deryayê rûnişt ,diramiya bi hêsir, girî û qêrînên xwe yê ku derya bi devekî zordar daqurtandibû .

- 23 -

Marên biçûk û mezin ji kûrahiyên kesan derdikevin û herwiha jî , hêkên yên di nav de marên zarok dijîn, di wan de xuya dibe dêmên rûpakî û rûdaniya zarotî, hemî mar derdikevin û ji zimanên mirovan û sinciyên wan, ji dayik dibin.

Di her havîn û zivistanê de , qehwexane deriyê xwe vedike, xelk tê de dicivin û danek marîtî nû destpê dikin , maran bi diravên buha ji aşkerebûn ,derew û devavêtina xelkê bi pevdiguherin, lê yek marî dernakeve qehwexaneyan, derfetek wê tenê heye ku xwe çeke li ser qurbaniyan ji ber vê jî zehmet e li ser mirov di vê felekê de ,ku bigihe vê marê , ji ber ku bûye ji cîhanê re yekem metirsî, her sal ew mar artêşên xwe belav dike, ta ku kiryarên xwe di hişên perîşanan de pêk bîne, rengê ramanên xwe weşan dike, serên xwe bi serbilindî li ezmanên asîmanê radike ta rengê erd, elfebayê û narvînê biguhêre .

- 24-

Bedewtirîn cureyên xwedawendiyê , ya ku bilindtir dibe li ser pileyên pozbilindiyê bi hişên afrêner, û ne kesek ji xwedawendan , fermanek jê re heye ku jê re bihêle bi guman û raperînê azad bibe, sizaya vê yekê hatiye naskirin, û pêdivî bi du kesan nîne ku li ser biaxivin.

Her xwedayek dibêje : ez a yekemê nemir im û şêweyên nêzikbûnê ji min vekiriye, mirov pêlek matmayî û lêpirsîn bi wî ket, biryar da ku gumaniyê bi baweriyê qut bike, û rebeniyê ji xwedayê yekê re bike, wek pirsyarîkirine ji bêsînoriya bihndayî re.

-25 -

Balindeyê rengîn yê nêzik şînbûnê xuya bû matma ji dîmena buxçeyên , yên êdî eyazan destên xwe danîn li ser darên wê yên dirêj nîv rût, roj destpê kir bi tifkirinê li ser germahiyek î diltîr û bilind, havîn û dûçika bongê xwe li gel sirûştê berz dikir, û ew balinde hîn hêlînek ji xwe re nedît, di nav daristanan de li şaxek dar digeriya,ku li ser de hêlîna xwe ava bike, xwe bi axê qemitand , di dîmena dîtinek dudil de jê re tişt xuya bûn, bedewtir li ber çavên wî yên hûr de, li ava tozgirtî meyzand mîna xemxwariya xwe , xwe li ser darên qutbûyî gerand, û rabû jor heta gîhabû bajarek mezin, berdewam kir bi gera xwe li cihekî tê de hêlîna xwe ava bike, dûrî tevnê pendepîrê, û malên şehetî û bêkesmayî, firîna xwe li ser cihê gemarê rawestand , xwe li ser gemarê sist kir û kûr ji westanbûnê raza, di sibehê de gilêşvan cihê gemarê vala kirin , di galîskeyê xwe de , wisa balinde di nav gemarê de winda bû, û ji wê hîngê ve heta roja îro jibîrbûyî ma .

- 26 -

Ma helbestvanekî zîrek, jîr û hunerkar bi awazên rewanbêjiyê, û hevok bi hêsanî bi ser zimanê wê de dimeşîn, dostên wî nav lê kirin mîrkur, ji ber ku afrêner di gotinan , yek ji dostên wî yên evîndar jê xwestibû, ku nameyek evînî jê re deyne, jê re danî, pişt re dostê wî ji keça ku jê hez dike re şand, û bi lez bersiv jê re hat û tê de :
( bedewtirîn tişt di te de xorto, ku tu derewçîyekî bi nimûneyekî bedew, çendîn ku derew çeleng be jî, lê wê ne bi qasî cîgeha rastiya hevokekê be , şansekî bêhtir li gel keçên din !! )

- 27 -

Kelereqî li ser wî siwar dibe, ji serî wî heta binê lingên wî , di rojekê de lêpirsî li ser nepeniya windakirina xwe ji zîrekbûnê re , û çima ase dimîne ku derbas bibe serê wî, biryar da ku serê xwe di balgiyê de deyne, xwe ji sêwirkarî rizgar bike, bi ser ne ket, hewl da ku raze , belkî şiyar nebe piştî wê , bê ku jîrbûn vegere û derbas bibe serî, ji qulekî ku di nav mêjî de, bi zîrekî derbas bibe, lê bi ser ne ket, nikarîbû raze ,di rojekî ji rojan , xwe dît ku di gulistana giştî de dimeşe, bi daran diramiya, û hinek dep li ser de hatî nivîsandin xwend; gulan çinî neke , û hin din ; pelgan çe neke , gulistanê biparêze, ew ya hemiyan e, û paqijî navnîşana şaristaniyê ye, û tiştê bi vî rengî.
Bala xwe dabû keçekê , bi kûrahî pirtûkekî dixwîne, û li eynî demê li çenta xwe lêgerînê dike, li bedewiya wê , rengê cil û çermê wê nihêrî, ji xwe pirsî , li ser tiştê ku keçik bi gulistanê ve girêdide, û depên buxçeyê , bi sêwirekî sivik û xweşik hest kir, li gel ramanekî bi tiştê ku di hundirê wî de diqewime, û bi demê re hest kir ku bandora jîrbûnê hêdîka dikeve reh, henase û ramanê wî.

- 28 -

- Naxwazim tu biçî, hevalê min , pêdiviya wî bi hevdîtinek germ bi te re heye!
Di wê kêliyê de , kûnde lê nihêrî û got:
- lê belê ez dixwazim şeva xwe bi te re bibhurînim.
- bi hevalê min re pêşî.
- wek tu dixwazî.
Kûnde matmayî ma bû , çima ew wisa zarzar kir, û ji xwe pirsî, ma xweşrabêrî dibe ku girêdanek bala be di nav wan de !!
û çawa dibe girêdanek hezkirin wan bi hevdû dicivîne.

- 29 -

Meyxan e tiji serxweş in , û jina reqasker ,bi pîlebazî û arandin berçêlka sîng ji memikên xwe kir , li gor xwestekên lezgîn ji hinek dewlemendên rûniştî, yek ji serxweşan , şoşeyek wîskê ji destê wê ket, rabû xwe xingilî kir li rex reqaskera tazî , û destpê kir bi werkirina pereyên pelgî yên ji berîkên xwe yên ferh derxistibû, û bi ser porê wê belav kir, di dema ku hêsirên ,wî evîndarê xizan bariyan, di qurzîkekî de rûniştibû, rondikên wê her dihatin xwar mîna barîna pereyan li ser laşê reqaskerê.


الأربعاء، 6 مايو 2020

Valahî.Rêber ‎Hebûn

Valahî
jiyan nerewayî ye, wek tê xwyan, ji ber çi em bi kêşeya heyî diramin, û em nîv dîtin in, nikarin dadperwerî çêbikin an ne diyariyekî çareser bikin, emê çi hêvî bikin, ji bilî şewatên demê niha, sextiya siberojê , û êşên hestewer û nîgaşdanê.

Ji bilî reweştên qepal di xwarina êşa belaş de û gilêza wî ya sargerm.

Derewa heyînê bi ser piraniya mirovan pêk tê , ewan çavlirêtiya bedewiya bendewar dikin, û di dilên wan de bihna hêviyê ye, ewê biyan, ase ye ji têgihiştinê re, nikare bi çareyekî birame, ewa aloziya wênegirtinê, di vê hebûna metirsîdar de, zehmet e ku em di çarenûsên tiştan de derbas bibin, û bêçareyî ye ku em rastî neqşeyên serbilindiyê werin, di kiftikê kesên yên bêzariya destxistî jiyan kirin e , ji wan re bû dirûşm e û pîrozbahî ,heta rê jî li gel lingên me vebijîn dibin, berve roçûnê penage dibin.

Dimeşin ta ku biyanan bibînin, sêtavan hembêz bikin, ew dilerzin , û ev xwastina dojehê ye ku felekê bê rengên xalîrengî û yekbûyî rengîn bike, ev maça bendemanê ye li ser eniya penaberên yên hêsir û dilên xwe di wê penaberiya çavpan de winda kirin.

Ev qehfa alindeyê ye li ber rûçika heyvê de, di kêlîka roçûnê de xewndîtin dibe, omîdî êdî çênabe û rastî henekek e ji nepeniya hevjiyanê li gel sawîrê çêdibe, lê belê ne kîlite ji bo rizgariyek nû re, em li ku ve diçin?!

Tenê berve dawiyekê li gel valabûna a hîn ti kes bi ser ve nebûye, ev tarî me dibe berve nemanê, ti bawerî ji mirinê re tune ye, ew bê soz e, di jiyanê de hemî nirx li pey hev dibin, evîn û jibîrkirin narvîna mirov e berve felekan.

Li ser jiyanek hatiye afirandin dinivîsim, evînek ku tu carî berî niha min  jiyan ne kirî peyda dikim, ez ê çi deriyên ku ez dixwazim bigrim di riwê bê ,û axaftina wî ya hêrsdar de, ez berve şikestina xwe bê tirs diçim.

Ez û wê du nîşanên nepenî ne, em cengê bi narvîna şilîbûyî re bi maçekê an hembêzkirinekê dikin, li ser xemgîniyê bi serdikevin, bi girnijînek asayî , nûjînbûnê li ser demê de radigihînin.

Dibe em bi serkevin, ma wê dem were? An ne niha?!!

30-cehzeranê- 2010

الاثنين، 4 مايو 2020

Derbasbûn.Rêber ‎Hebûn

Derbasbûn  
Rêber Hebûn
carekê min arezûya xwe di çavên wê de dîtin, di dilopên baranê yên bi ser min de hatin, bi talîbûnek e lerizî, peyvan kaş dike, ta li ser xêzan de bi tenê bimrin, tiliyên min piştî ne diyarbûnekê vegerîn, vegeriyan ta ku xemên nû û rodanên rûtirş gijgije bikin, hez dike ku di narvîna min de serê xwe dirêj bike.

Ev baran tiştê ku ez dinivîsim dişopîne , min di dilê xwe de nivîsî, û bû êşa zarokek biçûk, dilşikestina min bi kûrahiyek tirsdar deqdeqî dike, ew keça ,hîn xwezî hogirên wê ne, di her xulekekê  de, û dibe jî di her kêliyekê de be .

Diqêrim yara min!, ez wê dibînim girnijîn dibe, lê belê di nav lêvê min de, ji ber ku rewrewka wê , zehmet e jê were jinav birin, ew bû neqşeyek,wê li her der û dem de dikolînim, ew dildariya a ku ez radikim, hemî navbeynkar û bazirganan dûr dixe, ji hola cîhana bala , ew cîhana min e ê ku her dem ferehrir dibe,  ji demekê ve ,ez hewl didim ku bibim ew evîndarê kûr û têgihîştî, di her tiştî de, û ez ti rêyî nabînim ku cegersojiya xwe pêşwaz bikim, ji bilî ku ez bi evîn û zayînê bang bikim, bi qasî ez dikarim û bi rêya peyvên xwe , li ser gelek rêyan de dimeşim, û evînê zep dikim , di riwê min de bi her jîrbûnê  dikene.

Xewinên me li paş ewran nepenî dibin, xwe ji kulewariya pêlê re ditewînin, pêxwas dimeşin, ta bigihin dirêjbûna avê, avên zîvîn li nêzik eniya evînê de, dîlankarî dikin, û ev çirûsîna geş di devê roçûnê de geş dibe.

Ta ku bermayên xembar û xemgîniyên me yên ronak tê de pehnahî bibin, çendîn hêvî dikin ku tariyê daqurtînin ,ewê yê ku ji dûr ve berz dibe, mîna quleke di ezmên de , û ewa heyv e.

rehniya xwe bi ser avên evîndar  berdide, a winda bû ji dema ku çêbûn, û hîn li navnîşanên windabûnê xwe di nav peyvên min de digerin, û ew kevir , bi tenahî û pepûkiyê hest dike, ji ber ku ti kes an derbasbûyekê caran bi wî de ne ponijî, ew ordek jî nizane li ku derê xwe veşêre, li dûr wî tev av e, ma wê avên bêhtir zelal ji xwe re peyda bike?!!, xwe bi ser ve deyne, û jê re bibe cêraxek şîn û nû, û ji bo ew rêyên xwedan şêweyek tekane , bizanin bi wê re dan û standinê bikin, ji ber ku av , naveroka wateyên xwe bi derbasbûna demê winda dike,ew nizane wê kengî xemgîn bibe, ma divê awaya mirovan di xemgîniyê de pêşeng bibîne, an awaya ezmên di barînê de, heyv xwe nêzik dike, bi bilindiyê tê girêdan, raman nabe ku dakeve li ser çemê, çi ji bo min û ji bo wê mêya a ponijînê di nav bêhndanê de dipelîne, dema ez çûm li cem wê cîgeha ya ku me yek ji caran hevdû tê de dîtibû, tiştek ku wê bînê di bîra min de min nedît,ez piştrast bûm ku leylana wê tevî ku xwe goşegîrî kir, min bi tanahiyê mijol dikir.

Di wê çaxê de ez ramiyam, wê çawa hembêza min qupika serekiya xwe bê wê vegerîne, an çawa wê bibe ku ez bi vegera buharê ji nû ve  ,li jiyana me de mikûr bibe, min di eynê cihê de hinek leylanên ku min wan naskiribûn dîtin, zorpirsî zêde dikirin li min  û wê, û bi bişkujînên xwe yên demdirî têrahî dibin, dema hevdîtinê bi dêmê min e rûsav re dikin.

Wisa ew bûn , min rûsariya xwe di her kêliyekê de ragihand û li paş vedigeriyam, ta ez wê dûrketî biserî bibînim, min xwe di çarçoveya firehnivîsa sêwira sozînî de xwespartîbû, westiyayî ye ji biçîmên dêmên yên pê diponijîn.

Hevkarên yên bi min re dem derbas dikirin, eynî metirsî  wê bi min re parvekiribû pê wan xebitî kiribûn,ji min dipirsin, li ser afirandina romanekî nîv rastînî, jiyana evînî nihêrî dike li gel jinek e di min de dijî, ew tirsên xwe mehnedan dikirin, ku yek ji wan bibe mînaka serpêhatiyek nû di nivîsê min de , ew car ne bi girnijekê têr dibûn, hinek razîbûn diyar dike, û hinek dilmanî , ji ber ku bibe di romanekê de mijarek , wê ne tenê rewşek be, lê wê cîhana romanivîs û ramanên wê yên rexnegirî û sêwirandinên wî vaja bike.

Ewan nimûneyek balatir e , tê de cîhanên nexwastin û cergbûnê metirsiyek in,   cihê biyanî û hestbûna bi tundî û matirşiyê digrin.

السبت، 2 مايو 2020

Viyana jinek e evîndar Rêber Hebûn





Viyana jinek e evîndar
Rêber Hebûn


yarê min e, ê gencîneyên ezmên ji hêsirên cerxên nemayî, ji baranê tiji kiribû, gewdeya min e dilnizim ,bi tazîbûna wê bipejirîne, bi gehiya xwe pîroz e, azadbûyî ye bi bilêvikirna xwe, bi gotinê xwe rewanbêj e, hemî zimanên cîhanê bilêv dike, wek xelatek î bedew bipejirîne , dibe ku tu pê xweşecan bibî, û bi rêya evîna min ji te re bangên azadiyê , li ser qeraxên te de hêvî dikim, sozên evîna xwe didim hev, bi rêya sertiya te, ez te vexwendî dikim ta tu bi giyanê min kevî ji nû ve, ji ber ku kaniya rizgariyê berz e , di deverên min de , yên ji agir û rakêşeriyê cîteng bûn e, bi çeyê çavên te yên ma ne penageh, ji xwedawendê deryayê û xwedawenda bêr û bedê , min karîbû ku ji lawaziya xwe xelas bibim, ji henasê te min pufbûna ejdiya deryayê, û lerzbûna kokayîna a ji damarên min dimije, jê kirin, memikê min ên tozgirtî bi ava dilên xwe bişo, xwe pabendî laneya afsûna reşatiyê bike, milyonên êş ,di giyanê min de xwe bi cih kirine, xwe bi axdariyê mest kirin, li ser gêncbûnek e di hestê min de sist dibe, tenê min nas dîwar ji bilî te , zaroktiya min jî mandele dikin nermbûna evîn û pakiya giyanê min, bila bêdengî bibe navnîşana peyvên me di evînê de, bila hembêzkirin di nav me de xewinek be, ji ber ku xwe hembêzkirina rastî û vêketî dimîne dijwar û bi hêz di katên bîrêkirinê de çalak dibe.

Yarê min , çendîn tu min wek romanek evîn dinivîsî , rûtbûna felekê şermezar dikî, xerpişî ,dînîtiya û tundiya wî , te da peywendiyê , gelek hêviyên berdewam, te ferehiya asîmanê ji stêrkên xwedan matirsî re rahijt, bi rêya rojeriya çirûsîna çavên te yên bi tam, ji awaza evînê yê di çavên min de, ez bûm mîrek e rastî , û li dûr min hevalên min yên êdî li ser evîn û cergbûna min li pêş te diaxivin,germbûna hestên min bi aliyê te, dema destê te digrim, û wan bêçar e dikim ku xwe bitewînin , bi tiliyên destê min bigrin.

الجمعة، 1 مايو 2020

Qêrîn.Rêber ‎Hebûn

Qêrîn 
ji yara xwe re got û ew digrî:
- ezê çawa evîna xwe ji te re derbirîn bikim , di demekê ku derbirîn tê de tengav bûn, û hest û xewin tê de kêmbûn.
Ezê çawa te li kolanê pêş çavên xelkê hembêz bikim, di cîhanek tê de metirsî û gazindan digerîne.

 Û ma pê re diaxive, li ezmên dinêrî, pala xwe da darek hişk û got: ez kê hema mîna berga xweragir li ser bilindiyên xem û nexweşiyan de bihelim, di wê kêlîkê hest kir ku pelên darên hişk bi ser porê wî û wê de dihate xwar, û berdewam dikir bi beraxaftinê : 

- ezê hema mîna pelên payîzê biwerim, li ser derbasgeh û cadeyên cîteng de, û kî wê te bîne bîra min  ,ji bilî bermayên baranê û tiştê ji buharê re mayî ji bedewbûnê .

Û dema stranek ji dûr ve bihîst, bang kir di riwê yara xwe de ya bi giriyê destpê kiribû û go :

- êdî stranên xemgîn nema ji lêvê sirûdbêjan derdikevin, ew biryar dan ku bi tenê xwe derkevin, ku alavên awazê û davekên wan derbas bikin, û ji her derê derkevin.

Dema keçik tiliyên wî bi aramî girt, Bi lerzeke bêjimar hest kir, ji giyanê wî derket, keser berda û pistepist kir:

- peyvên min rikeber in, rikeberî bi tiliyên min re dikin, pê re berberî dikin, êdî ne pêçî û ne jî tilî , dikarin zorê li peyvan bikin, ku biçin li derê ku ew dixwazin, û pêş vê raperîna ne diyar û meraqa gurbûyî , evîna te ye.

 Bêdengiya yara wî kûrtir e ji her tiştê ku ew anî ziman,ew maça biçûk kurtasiyeke ji xemgîniyên evîndaran , hest kir bi wê bêzariyê û ma li ber riwê wê de, berdiaxive, dibêje:

- ev jiyan êdî tenê dilopek av e, hêsirek çav e, srêrkeke ji nav stêrkên melûl derdikeve, ev jiyan bûye cudabûyeke rizî , tozê geş dike, bê ku em binasin ew aliyê yê ew me berve  yî wê , bi rêve dibe, tu jî  eynî sizayê, bi te hatî dayîn û ez ji xwe dipirsim, çima ez tême sizakirin, çi kesê dijî civakê û yaseyên kujer radibe, çi kesê xwe xelatî azadiyê dike, dibe ku ji bazirganên hişbiran metirsîdartir be, û kî birame ku evînê biparêze, dibe ku terorîstir be ji her kesî bêhtir, ev têgehên perîşaniyê ye, bi me ve hatî gerandn wek gulistana çeperkirî, evîn bi dîtinên nexweş hat derbas kirin, henasên me hatin guneh kirin,  bi biçîmên te yê efsanî diponijim, bêzarî û êş ew wesandibû û her dima zimanek ase,ji zikê ferhengan koç kir.

Di wê kêliyê de xwe radestî kêlîkek bêdengî kir, bi aramiya wê diramiya , dar ji semayê rawestiyan, û ew dima lê dinêre, bi riwê wê ya rûkenî girêdayî mabû, hewl da ku hilkişe li ser  lutkeyên xemgîniya wê de, û dabû li ber xwe , kî wê di heldêra bê hêviyê de bikeve, ji heyva dilsojiya wî re pêpelanek rizî hebû, ta ku bi rêya wê de rabe li ser dilê wê de ,hêsirên wê ,ew fetistandibû , her ku  wê hembêz dikir bêhtir hî dibû, wek pêdiviya cankêş di dilê beristanê de, ji dilopek av re , xwe bi tozê darê û pelên wê yên payîzî zer dişuşt, meşî , yara xwe hembêz kiribû, û bi pistepist jê re go :

- ax ji te  ,ey mîra a xwe bilind dibîne li ser gîhayê kesk û genima zer û erda şil , û çolên zuha de , ji lêvê te ez fêr bûm, çawa şer bikim û bikevim rikberî û xwe radest nekim.

 Tewr nikarî hez neke, evîn ma rênasa ji wî re û mirin ma jê re metirsî, tewr di jiyana xwe de derew ne kir, ji ber vê jî min nikarî ezê ê bi nivîs û xemxwariyê hewesdar , ku  ji wan qut bibim, min timî bi wan ji dûr ve diaramiyam, min ji wan re bi tembûra xwe lêdida û nêzî axdariyên wan dibûm, min soz dabû wan ku ez li ser wan deynim, bi rêya çîrokekê, ji felekê re binivîsim, dibe ku encamek ji evîna evîndaran û gengaziya wan hilîne, peyvên wî  ya ku ji yara xwe re gotinbû, cihên xwe di xêzên min de girtin, dibe ku jiyan bi tevaya xwe eynikek be, em wê berevajî dikin bi pergalekî rast û bi çirûsîn her timî nabe ku pûçbûn bi ser bikeve, û dewlemendiya giyanî xwe bi dawî bike, û nabe evîn bimre, ji ber ku em wê di hundirê xwe de dikşînin, wê wêje , huner û stran bibin xemla me,heta  em ji bona hezkirî û hezkirinên xwe dijîn .

الثلاثاء، 28 أبريل 2020

Got û bêjek di navbera dewlemend û xizanekî.Rêber Hebûn

Got û bêjek di navbera dewlemend û xizanekî
- Xizan : bêzar bûm , ji ber ku ji dema ez bûm , min bêhêvî û pêdivî jiyan kir, bi jiyanê qayîl bûm , min berdewam kir,  kar kir  û li ser bendemana hêviyê jiyam, bi rêya çend parîkên nû hema birçîbûnê digre, li ser regeza ê qayîl dibe wê bijî , min ji ava bîrê tenahiyê vexwar, toza tengezarî û mişextiyê min kişand, di her  kêliyê  de,  min lîsteya yaseyan dîqet dikir, ta ez ji derbaskirinê wê şiyar bibim.

- Dewlemend : min berê xwe dabû tiştê nû , gijkirî û ciwan, ez di hundir û derveyê xwe de pir têr im, meraqên min şaxdayî ne, mîna binxaniyên bajarên kevin, zêmarên awazê , bi min xweş nayên, xemên min mîna pereyên min in, ahînên min bilindin, mîna eywanên min, li aramî û rehetiyê digerim, lê belê ez ji nişkeve bi dawî xwe dibînim, ku zû kal dibim.

- Xizan : ez bi dilxwazînin yên nayên dîtin hest dibim, bi xewinên yên şerî metirsiyê dikin serbilind dibim, bi dirêjî jiyana xwe , ez li pey aramiyê diketim, li pey malekî, tirûmbêlekî, cihê nanekî, lê belê bê rawestan dimeşiyam , ta roja dawiyê ji jiyana min , û li ser pirekî navketî de diçûm, min li kolanek ne têxistî dibe, ji sedema leşgerbend û pevçûnan, ceng hat ta min bi malbatê re çeke ji derve, berve heldêra siberojek ne diyar .

- Dewlemend : min li ser tiştên geş jiyan kir, û min parçeyek herî giring ji xwe jibîr kir, ew parçeya bi qîmbûnê ve girêdayî ye, ew ma tarî û reş û ne çandî di jiyana min de , min bi sertirîn cureyên birçîbûna rastî hestiyar dikir, baranên ji êşa metitsîdar ji nişkê ve bi ser ramanê min dibariyan, û ji bilî wan , dîwarên min nedîtin, ew sexteyan ji min kûrahiya jiyanê û hêsaniya wê veşartibûn.

Ciwantirîn tişt dema ez di erzêla te de bijîm, dûrî şevpestên koşka xwe ya zorbaz.

Jiyana te xweş e , û tu xewin dikî ku tu wek min bî û ez jî xewin dikim ez wek te bim, û bi hev re em xewin dikim ku  li cihên ku tê de birçîbûn an têrbûn nebe , ji ber herdû bi ser me de tund in, ez ew parçeyê rikeber im ji hêza te ey belengaz û tu ew  beşê hêzdar û kiryar di nav de, em herdû valahiya a ku di jiyanê de derbas dibe parve dikin.

السبت، 25 أبريل 2020

Şewqdana ‎giyanê.Rêber ‎Hebûn

Şewqdana giyanê
ew hevrika min e di hezkirina gewdeya dilçûyî de, di ferehiyên xewinên min de buhirtî ye.
Li gel min binçengê berbanga metirsîdar helmijîn dike, cilên perîşanên têr bi fêrbûnên xwe xemilî ne, endîzên orispiyên westiyayî ,li ser nivînên felekê  de, xwe bi serîn dike, çendîn ez şerim dikim ,ji tiştê ku ezmana şîn li ser gewdeya xwe de, ji xwîn û gurandinê dibîne , jê re guhdarîbûna min e, firinde êdî dev ji şaperên xwe berdidin, dûvên dûpişkan bi xwe ve kirin, nema firtikan ji cadeyê pencereya min dixun, ji ber ku zimanên maran yên di devê wan de jê re dibûn kelem, ez gelek di şevekê de bêzar bûm, ji dema xwe , ev şeva, ji hev ket, min hîn di lezoka yekem de, ji çavzêliyê re hêlabû,  , ponijîna xwe dinivîsim pir caran bi hijmarê zivîrandina erdê li dor xwe de, tiştê bi êş di guhertinê de, ku hevalên me hîn ji kelexa xwe ya pîroz derneketin, ew kelexa yê li paş sivîlbûnek derewîn de  berz dibe, dibe xwe vedişêre, dibe jî ku hîn di qehfê – Nemrod – de spartî be.

Ew kelexek ji kêm kes ve xuya dibe, yên berkenê mirovê gewre nêçîr kirin, bi kamêreyên xwe yên deherok , dîmena giriya wî digirtin.

Bi dîwarên yên evîndar bi ser de efsanên bendewariyên xwe yê tirsdar dinivîsandin lêkdan dibim, di kata xwe de vebijîn dibim.

Ez gupek mezin bi qasî kevçîka çayê  vedixum, ji sêwirê dirinde , yê li deryayên ramanbûna min de xwe bi cih kiriye.

Peyalên xwe yên binefşî dirjînim, li ser darebestên tunebûnê de helçon dibim, û ji ropela tazî re aşkere dikim, jê re bawerkirinên xwe dibêjim, ku wê bikim şanoyek dagirtî bi cîtengiya nerm, têde – Ehlam Mestexanmî –  bi aramî raze , dûrî xêvetên êşa Cezaîrî , ev şanoya , nû dike hevaltiya – Gogan – bi – Fankux – re û zêde êşê binyad dike di navbera  - Edonîs – û – Bul Şaûl – de û di navbera – Cubran – û – Emîn Rêhanî – de, ev şanoya nakok û kûr bi zivirbûnên xwe, - Elbêr Kamo  - li ser sehneya wê radibe, bê ku bitirse ji salixgeriya Sofiyêtî ,û têde – Endir Şaft -  bi cih bibe ta ku – Berbara- bibîne li ber çavê hêsiran , -Birnadşo – .

Ez mûmek im , hoste ye bi kedîkirina rojê û tekûzbûna heyvê pêşwaz dike.

 Di hundirê min de navnîşanên şevek sermedî bi tekûzbûna wê heye, dibe ku dînbûn hogirê min be , evîn rêhevê min be, di kata zayîna astengbûyî li her ciheke bedew de , bedewtir e ji tojbûna amedebûnê di dojehê de, çi rê ji jiyanê re bê giriya nerm nîne, li ser rêyên rabûyî berve êşê de, û daketî li qeraxê hêviya dirêj û dûr de, ez berve asoyên xwe derdikevim, bendavên belavbûnê û herêmên  wê ya nepenî diqetînim, di hundirê min de nifira keşe û perestgehan e, ta ez hêrsa xwe bi ser şagirt û xwediyên mêrê eyînê yên virnas derxînim, xweda li ser wan mîztî.

Metirsiyên vêketî , li ber ristan de rêxistin dibin,çirayên rehniya xwe li derbasbûyan re , bi qerebalixên xwe  hildigrim, gelek êş ji meraqbûnên mirî re dihêlim, henasêyên xwe  paş perdeyan, perwerde dikim, xwe jê re dikim eywan , ta payîz beranberî wê ,jê re bibe kavil.

الأحد، 19 أبريل 2020

GIRTINHEV.RÊBER ‎HEBÛN

Girtinhev
serwerê rûniştî  li ser textbendê paşî de,  ji vê felekê re , hemî têgehên mêranî û birûmetiyê têk dibe , dema ew tişt bi yarê wî ve girêdayî be, hemî nasnavên mezin di wî de têk bir , dema nêzik yara xwe ya bi çûnê lez kiribû hat, bi xembarî pê re peyîvî :
- çavên min şopa hêsirên te didin û dilê min lêvên te nîgar dikin, di her rehjenek bi keser berdide, û tu hîn zelalî , germî dema tu digrî.
- başiyên xwe bide min û biçe, dengê min êdî ne ji te re ye, û jiyan tenê carekê ji evîndaran re sevkekenî dibe, te ez lawaz kirim û bê te ez ê misoger bi hêztir bibim, û ji vir û pêve ez nema lawaz dimînim.
- wisa nebêj ez di bextê te de me , buhar wê were û bi şahî wê xemên me binixumîne, qerenfîl ji ser sîngê te bar kir û tu êdî findên vemirî hembêz dikî û dirazî , û ez jî stêrkan dijmêrim û bi şopa her leylanek dikare evîna te min jibîrkirin bide didim.
- birastî !! ?, ev şêwazek erêniye.. û niha titştekî din dixwazî?!, vê şêwazê dubare bike , û tu nêzik dem hebûna min jibîr bikî , oxir be!.

Û li vir mêrê perîşan pir êşiya, di riwê wê di qêriya û zendên wê bi herdû lepên xwe girt û qêrîn da û got:
- ez di bextê te de me, bi bîrêkirin û êşê hest dibim, biyaniya min dirêj bû û neynûkên awirên  te ropel û nigaşdanê min peritandin, dema tu ligel min dimînî , hest dibim ku cîhan  bi tev  ya min e, dema tu li ser milê min dirazî, û zîziya xwe didî min , hest dibim ku rewrewkên jiyanê û westandinên xwe têkdan dibin, lê belê bi lez ez çavên xwe vedikim, li ser rastiya tal de, li dor xwe dimeyzînim , dibînim tu nînî, û bi vî awayî ez dizanim ku ez xewin dibim.
Di wê kêlîkê de keça bedew ziravbiriya wî êdî sivik kir :
hêviya me di ezmên de veşartî ma , ezmana ku  ti kes ji me pêve baş nedîtibû , çima ?!, ji ber ku em dikarin bihaneyan bidin dîbûnê û ji bilî me ve  ,ti kes vê yekê nikarin, û weke ku qêrînên te bandora xwe li ser min heye, lê bawer bike lawaz e, û di dînbûna te de şoreşek ziravbir heye , min biryar dabû ku ez te bihêlim û dûr biçim , dûr ji çavê te û cihê guhdanê te, lê min nikarî bi te re biçim, ji ber bi dirêjiya evîna te , ez qet biserneketim ku gavekî bi pêş ve  herim, pirsên te rikberî min bûn ,bi  derbabûna çûn û hatinên min.

Ez bawer im ku paytûna penaberiyê hînê li bendê gavên me yên ne diyar û hizirdar e, berve qircira terman de em diçin û derbas dibin, ma êdî çi wê di jiyanê de biqewime, ez nema dizanim, ji bilî çîrçîra pênosê bi tiştekî nabihîsim, dibe ku te dibihîsim, dibe jî ez bi dirêjî jiyana xwe şaş bim, lê em ne heta dawiyê du firişteyên ezmanî ne , qet û qut nîne du evîndar ji hevdû bi qasî hev hezdikin, û di yek astî de ne ji dînbûnê, ti pîvanjê re nîne, û niha oxir be, min yekcar jibîr bike, ez ne yek jinek im an dawî jinek im, û jin diçin û tên wek hûn mêr ,vê yekê dubare dibêjin.


Ew evîndar çû , eniya bê û polatê hembêz dikir,  û ne xwest seqem û agir bi tenê wî bihêlin, dêma wî ya vala û sar şilkirin mîna şevên nezaniya rojhilata xemgîn, li rastî kevokek tilî birî hatibû, mîna zarokek kurdistanî li ser xeltika rêyên bumbekirî de çekirî , ew kevok di riwê wî de qêrîn kir, dêma wî ya mîna perakî hesinî zîv, ji kenara berbagê ve bar dikir, nixumî bû, bi reşatiyek ji nişkê ve  nîgar kir, û li rûxiserên xwe, bingehên avahiyên xemgîn û êşê  şêwe kir.
Peyvên dîwarê zîndankirî wî gêjkir, mîna deryaya kûr di dorhêla tarîbûyî bi êşa ku dilê bîr de mayî ,nivî kir.

Dîwar hemî cadeyên êşê hiland, li mirovan digere, yên di zîndan û girtîgehan de girtî ma ne, tomarên dînîtiya xwe dinivîsin û destkeftiyên xwe yên veşartî li ser rûxiserên xwe yên rizî de ezber dikin.

Dema seqema zivistanê bi me re diaxive, em wê dibînin erza me dide , mîna teresekî qelaş, zivistan bi mer re tund dibe, agirên kîna xwe bi ser ronahiyê dibarîne,bi dêmek sersam bi armancên çavbirçî û ezez xwe bidarve dike.

Zivistan bi destê çepê dinivîse, û nêzî nîgarên zarokan yên germ nabe, ji ber tiştê ku em nîgar dikin wî dixin di helwestên şermîn de, ezman kiribû pîrejinek , hêsiran dibarîne û tav berda ser mîna hevjînek ne rewa  , ketibû jiyana ezmên bi zorê.
Bi riwê xwe yê parçekirî biaxive , bi tiştên nepenî ne payîve, hewl nede ku tu ji pirsên min rizgar bibî, ew li pey te ne, heta tu li rastî mirina xwe werî, de hew bi bez.

Ey zivistan , ji lêvên te yên bêhiş  min peyvên xwe wergirtin, min li ser derdê firindeyên koçber a xemgîn nivîsand, li ser vegera welêt, piştî penaberiya zehmet, kûrahiya min pencereya axaftinê bi nehêniyan nepeniye, bi hêma sersafbûnê di  lêvan de saz dibe, wek mebesta periyê di çavan de çêdibe.

Ciwantirîn tiştê em li ser diaxivin ne zelal e, kêfa min ji vê tenahiyê re nayê, lê ez çi bikim, ev tariya dudil ne li gor min e, ya baş ku ez rûnim li ber çavên tîrêja sipî yên derbas dibin , di gewdeya xanima ya hatiye rakêşan bi elektirkîka sozîn.

Di şeva dînbûnê de , em bazarê dikin, û  kes tênagihe min û temar di hestê min de parsê dike, tarî xwe ji henasên min re ditewîne, ezman wan ji leylana bajarên min ve diqewitîne.

Ramanên ên ez li xwe dikim ciwantir in ji arandina cilên hundirî li ser jinek parseyê awirek ji hin kesan dike.
Ezman ji sêwirên me yên vala ,lêborînê naxwaze, va hêdî hêdî di nav valatiyê de dimeşe, valahiya dil şikestinê yê bi dermanê hêsirên germ de şil ne bûn e, ez siha te di nav kûrahiya xwe de dibînim, û ez ji tirsa hilkirinê xwe pê digrim, gavê te mîna baranekî li ser dergehên bîranînê de derbas dibe,kî cutbûnên me yên jibîrbûyî wê vegerîne, ewrên te yên sipî xwe ji qêrînên binefşê re ditewîne, de vegerîne diltaliyên hevdîtinên yên hîn li ser balgehên bîranînan  çarmêrgî rûniştî ne, ufkufî nebe ji bendemaniya dirêj ve, tenê zivistanê kal bi  dildariyê dizane, û baweriya ponijiyê jî, xwe bi şîretên binefşê dinixumîne, û xwe ji agehê sirûştê û xwesteka hejîr û zeytûnê re dixemilîne,.

ne bêje li ser xwe tu çûkî, kêmasî ew e dema em xwe bixwşînin piştî me temenê zaroktiyê derbas kir, û kêmasî ew e dema em nexwazin guhdar bikin û ji kesên ker di eynê çaxê de ,bixwazin ku me bi xurtî bibhîsin.

Lutkeya evînê  di bêdengiyê ye , li bilindî omîdiyê ye, dîlangirtina li ser kevîkê de, ne hevaltî bi pepûkan re.
Zivistanên yên di hizrê me dimînin , yarîgehan nîgar dikin û carne westabûnan  saz dikin.

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...