الاثنين، 6 يوليو 2020

DEMA ‎DÎNBÛNEK ‎ê.RÊBER ‎HEBÛN

Dema dînbûnek ê 
Rêber Hebûn
Ji te re dinivîs im, darbestên bêdengiyê dixirxirînim , axîna newalê , pozbilindiya çiyê , bi hemî tîpên yên bi xurtî û matmayîbûn  li ser cadeyên êşa dîrokî de rêzî hevdû dibin.

Bi bêdengî hayhoyên poşmankaran ji evînê xêz dikin, û piştî şikênandina qajoya poşmaniya repal ,lê vedigerin, ji ahînên xwe re ritmên yên bi xemgîniyê lihevhatî pêkînan dikim, ta berz  be, li pêş ciwaniya giriyê te de bala bibe.

Xewinên min bi giyanê te re bi hev ve ne, li gel wê her dem hevgirtî dibin, sîmfoniya xwe li ser vedenga gengeşeya xewinên binpêbûyî  stran dike,  ba keziyên porê te  hembêz dike, hevjiyanî bi xemxwariya xwe ya veguhêz , di me de dijî.

Ez hewil didim bibim bilbilek î, çîkvedana xwe ji dengê te distîne, bi evîna te dîn dibe, berve te bi xemxwarî xwe ditewîne, giyanê xwe di giyanê te de diçîne, bi ritmên bihinberdana te dîn dibe, dilşikestinên awaza xwe ji dengê te werdigre, balinde li ser te  bi min re diaxivin, nûçeyên te ji min re bûkînan dikin, li ser baniyên xaniyan , û darên bilind de difirin , qermît xwe li dor kulîlkên avahiyan de dizivîrin, awazên xwe yên dilşikestî min guhdarkirin didin, li ser min tenik dibin, ji bo ez hilmên xwe , di nameyên xwe de, xelatî wê bikim, ji ber ku  ew pakrewanên evînê û  azadîxwazên hebûnê ên rasteqîn e ne, evînê wek nameyek e nemir ji mirovahiya rengîn re hildigrin, û çelengên evînê pêtê di tariya henzekirya mirovî de zêde pêtîbûn û birûsk dikin.
 xwe ji evînek e gewre re amade bike.

Di feleka qircirê de , wêranbûn li deverên qerebalixê de bi cih dibe, ez li cihek î besî azadiya me dike yarê digerim, çendîn peyvên min ji te hez dikin, çendîn xemên min germ in , hênik in , di deryayê evînê de avjeniyê dikin, bi çavbirçîbûna avê û harbûna nediyariyê, bi bîrêkirin di tênosa bendemanê de nîgar dikim, tenaziya xwe bi bêzariyê dikim ,tarî ne rojên koçberiyê, evîna me hema wê taliyê têxe di xefkê hêviyê de, yasmînê li ser sîngê te de guldayî dike, di germahiya hembêza te çêja nemiriya bedew e , ji hilma maçê germ rengek î ji ferehiya baranê ye , di bîbelanka  pencereyên vediyar de li ser derbasgehên dûr.

Hestê me bi evînê , temenên me dirêj dike, hêviyê dike gustîlkek î di tiliyê me de , cihên rêyan û rawestgehên çolên reş ,ez derbas dikim,li ser kûrahiya xemgîniyên xwe de hildikşim ,bilindiyên wan hest dikim, li dîwarên wan diterpilim, li paş wan ez hêsirên xwe dihêlim, dema bi tirs li pêş afsûna bîrêkirinên  min, mîna miriyên bi avê tevdayî belav dibin.

 Bihinvedana  bêhndana xwe derbas dikim, hewil didim bi aliyê çûn û hatina te , te tevî mirin û nediyariyê hembêz bikim, wêneya te ya bedew , li ser ropela ewr de nîgar dikim, ava evînê wek baranê li ser darên zeytûn  û mêwa de dirje.

Sorgula min , te bi xunavê min av da, awazên kaniyan te bi min vexwarin da, dema zelal , di sêwirê min de sema dikirin.

Min di hebûna te de laşên bîrnên xwe wek berfa li ser lutkeyek e bilind de belav kir, pistepistên te bi min re ,li çol  û buxçeyan de dibin hogir, ji henasê min ve wek pirs û metirsî derdikeve.

Tu hilma a pîsbûnê di feleka min e genî de, tewanbar dike, kirêtiya tiştan dadgeh dike, beybûn me di katê hembêzkirinê de dipêçe, qerenfîla çiyayî , xewinên me gur dike, çendîn bi lez li ser lêvên te de zêde dibin, dema ez pîçiyên te yên nerm digrim , ji wan  germbûna çi  kesê ku di nîvê berfê de dijî , distînim.

Ewr xemxwariyên me çavdêr dike, zengilên bazinê di zendê destên te de lêdide, tevî gurbûna zêr di te de bi dilşadî, lê ez zendê te bihin dikim, maçek î li ser  lepê te de pencemor dikim, li parçeyên laşê te de ez belav dibim, fedîbûna deryayê radimûsim , dema bi te metirsîdar dibe, hingiva xemxwariyê bi tenê xwe dalêsim, dema ez pê re bi tenê ,di aliyek e goşegîrî, zerbûyî de ,ji vê cîhana qîrkirî, dimînim, 

Di hebûnek e lal de , awaz têde  têkçû û bi wêraniyê têrbûyî bû , bilbilan têde hatin dûrxistin, bi pêşwazîkirina balafiran desliba kir.

Te berve sîngê xwe dibim, te radikim li ezmên , li cem kûrahiyên te yên  şilbûyî wek awaza vedengê û stranek e ranaweste bazdidim.

Li bendê hatina te rûdinim , li ber maseya  dîdariyê de bêzar dibim, guh  didim ,dengê kaniyan , bilbilên yên ji asoyên çavên te koç kirin e dibhîsim .

Mîna rewrewkek î berve sihan bar dikim, di ken û kûrtên êşê de mişext dibim, xemxwarî li ser riwên min de wek sirûdek baran  û keskesorê belav dibe, benên ewr li ser çoxê min e şîn de dibarin, hemî kulîlkên sor ji bona me çêdibin, ta hêsirên xunavê  dakevin xwarê, ji ber ev xemgînî dirêj e , û ev zerbûn di bîrê me de û rêyên wê yên bi tunebûnê  cîteng bûn e dimeş e .

Zayîn me xwedî dike, û eynikên pak yên bi ser me de, ji lêvên ezmên ve dibarin ,haj me hene, strana min e dilşikestî tu yî , û rojbûnek î tu ji hêviyên gelan di azadiyê û jêbirina zorê.

Tu desmala min e rengîn î ,yê  ez pê enî û hêsirên xwe dadimalim ,ev peldeng û hilm û goma rakêşer min bi nazdariya xwe hembêz dike, nuxumên germ me vexwendî dikin, ta ku em bi rêya wê , hevdû hembêz bikin, çarçevên sipî me bi hembêzkirink e dilşikestî , bi herikên me zebend dibin.

Hilma te digihe rehjenên min in giran, keziyên porê te , mîna gîtara a bi dirêjî êvarê ez pê stranan saz dikim, ji min re li ser nûçeyên bayê zelal bibêje, ma tu dikarî bi tiliyên xwe wî biparêzî, ew mîna asîmanê, gemarî bûye, di asîmanek e vedeng hilma te hilnagre.

Gêncîniya şanaziyê ji memikên xwe li kûtarên çiyayan de berde, wek qurşînek e afsûn , sermayê herdem binçav dike, nameyên min belav dibin, li deryayên pêlên te de niqom dibin, wek sirûdek e winda, mîna yasmîna sipî li ser nivîna te , û kurtika xewê a sipî de ditebitin.

Xulekek e tenê ji hembêzkirina me ji hevdû re, dikare çirûskek e gurbûyî di deryaya xemgîniyên me de pêkbîne.

De bila tîrêja te mîna rokê , di çavên min de derbas bibin, de bibe heyvek e ,mîzgîniyê ji awirên min re bûkînana dike, de mîna baranê li dilê min ê yê di tariyê de fetisî bibare.

Ev cîhana evînê bi tijebûna ferehiya xemgîniyê û çelengiya bedewbûnê dilive, di nav de gulistanên dewlemend hene, avweşînkên lehîbûyî li her goşeyek î  ji goşeyên wê de radibe, rehniyên xwe li kêlek me de datîne, min dihêle ku ez bi temamî şadiya xwe li pêş te de  rawestînim , heta ku her gulek ê êdî xwezî bike ku ez wê çinî bikim, ta ku bidim te, li her bajarên evînê, nîgaşa giyana niqombûyî di lehiyê bîrêkirinê  de diçe, çirûsîna xwe mest dibe, ritmên xwe ji stranan werdigre, bi sirûda dilê te re dimeşe, li kêliyên ku dikarin germahiyê û aramiyê di me de ji nû ve vejîn bikin dinêrin, di ritmek e dilşikestî de , bi şanazî ,di asoyên çavên te de avjeniyê dike, min di şevbuhêrkên dudiliyê de dibe, nîşanên rehniya xemilî ,li bajaran de dûr dike, lê belê dêma te, bi aramiya gund berdewam berz dibe, hilmên çiyê û rehjena wî ji sêwirê min re dişîne, qircirên bajaran , cîtengiyên wan û endîzên cixareyên westiyayî di xalîdankên xweliyê de  wê neguhertin.

 Bi evîna me ya kûr , me detnîşankirinên dema demsalan guhêrand , zivistan bû kolkek bi berfê pêçayî ,me li dor agirdana qirşan de dicivîne, di dema ku havîn dibû danek tije ji şevnişîniya nediyar,  ji kûrahiyên me  du stêrk çinî dike, deryayek e niqombûye , bi pêlên xwe dudil bûye, dêmên perwînan ji hinavê xwe derdixîne.

me zaboqên  bê, mîna du firişteyan derbas kirin, û payîz tê ku li pêş me derbas bibe, bi me diponije, reftarên evîna me li xwe dike, mest dibe, ta bibe gewahbînek li ser peymana evînê yê me pê hebûnê brûsk kir, ta em bibin berve rojbendên demsalan , demsala viyanek e nemir.

Li deryayên hevgariyê , ez eniya xwe ya xwînçûyî bêdeng pêş te radikim, bi tiştê ku hêsir di riwê te de hîştî diramim, bi tabloyên  êşa dirêj diponijim, tiliyên destê te digrim, termên dilê xwe bi rêya sekinandina xwe ya dawî li pêş te hembêz dikim, sirûştê dîqet dikim, hilmên te bi kulîlkan tevderbas dibin, bîna şengebiya şil bi baranê  çêja bêhndana te ye westiyayî ye, heta ez ew solav dibînim, ku çavên te ji xwe re kir e navgehek , û li pêş deryayê ez te dibînim, te xwe bi pêlên wê mîna şûnekê pêçandiye, deryaya şîn bûye ji te re nivînek , beybûn û gelî bûn e tiştek ji min û te , çavên te, ji derveyî hemî talîzokan awir bi min vedidin, rehniyên girnijîna te li her cihên ronahî û tariyê, dûr û nêzik, bi dû min dikevin, min ji binî xemê û nalînê ta xelekek e din ji xelekên azadî û ramanbûnê derdixînin, hemî keserên stêrkan ji bona te dicivînim, dabeşên xêzên şîn  , yê kirasê te , di asoya tariyî de nîgar kiribû  difirim, di dema ku ez bi cudabûyîna ezmên diramim , bi meraqa stranê  hest dibim, çendîn ji weşîna baranê niha hez dikim, birîna min şerpîn e ,mîna weşîna wî  xweş e, li zengilên rêwîbûn û dîdariyê didim, henas û hêsir  û hizran bi qasî dikarim amade dikim, bi tenê xwe dimeşim, helwestên watebûnê dibîrtînim, her ku baran dibare , ez ahînên asoyê û laleyên xwe yên nexweş bi hev didim,  li dor girnijîna te de , di kata seyrangeha aram de belav dibim, bi kûrahiya felekê , biskên te yên şahberûyî , pênosên lêvên te û cizdanê te diramim, eynika te yî biçûk di goşeyek î de ji vê pencereya ya ku şewqa xwe ji dûr ve dide pencereya  min, xwe bi cih dike.

Pêdiviya me bi ewlehî û aramiyê bê sînor e, li ser min êrîşê deriyên sîberê bike, di min de derîkên tariya hov bigre, min ji xemgîniyên min in hînbûyî rût bike, bîranînê û deriyên wê yên deherok , di min de êrîş bike.

Rojan di min de birêsîne, ez naxwazim di navbera min û te de  tiştek bibe kelem, di min de êrîşî balefirgehên rêwîbûnê bike, çenteyan binpê bike, wani dûr bavêje , min dûr ji benderên gemiyan û cihên cengê veşêre, hez dikim bi destdanek evîn , desthejandinekê û  maçekê ji lêvan , deryayê bidestbixim .

Ji zengelorê min e westiyayî çi maye ji deng bibe, û ji dilê min rehjenê raje, wê tu bimînî eynika barana ya roçûna rokê li ser asoya virmor de berevajî dike, ji min re di nav ezmên de hinek ewr û peyv in,  û ji min re li ser rêyan de , karwanên xemgîniyên ên nayên hijmartin , sozên hevdîtina evîna me ,yên  di bin pelên payizê zer de me dabûn hevdû, nediyar bûn e, evîna me cihê biryardana balindeyên koçber e , ku bendên xwe bişkînin ,  û ji penaberiyên xwe, li hêlînên xwe vegerin, evîna me berdevka vîna bilbilan e , ku azadiya xwe di hundirê rekehên xwe de çêbikin, ne tu yî yê mîna rokê diçî ava , û ji kenara şevê wek heyvê diçî, û ne tu yî, yê ji hilmê mîna gangilokê valayî, lê di zinadên te de têr dike ku buhar nemir bibe, serma û germahiyê bi hevdû re hembêz bike.

Ey çûk , vê carê bi vegerê li min biramin , ezê bi rêya name û tîpên xwe, pirsgirêka mişextiyê  li bajarên qircirê de ,yên bi xembarî êrîşê me dike ji te re bibêjim, ezê ji nû ve avahiya evînê ya ku felekek du felekekê wêran dibe dûrbare ava bikim, ji van peyvan re li ser koçberiya xwe gazind bêjim, û tenê ezê rondikên xwe biçirînim , û xwe bi şorbûna wê bişom, û henasa xwe li pêş te bikim, ta ku tu bi êşê mest  bibî ,piştî hemî evîn , ji bilî êşê  çare nîne .

Dilê min rehjenê xwe di nav  van deveran de vedişêre, bang li stêrk û balindeyên penaberbûyî di nav ewran de dike , û bê rêberîkirin ez diçim ,cem wan perwînên sipî, bi buxçeyan re dipeyivim, xwe ji şaxên yasmînê re ditewînim, çawa te ji fermiskan re , di kêliyekê de demsalek baran çêkir?!!, û te di nav helbestên min de,  gomek av çêkir , bîçimên te pasvaniya min dikin, ezê çawa bê te xewin bikim, ezê çawa te ji nû ve dubare ,di bîrê xwe de nîgar bikim, bê ku tu nêzik min bibî, bê ku şopên te di dema rêveçûnê de, hogirê min bin.

Ji min re ye ,dilê te yê gêj hertim, barnek e mîna tîpên min in yên ji qeraxên bîranînê derçûn, ji ber tu ne bi tenê ,ya xemê şevê û çûyîna dawiya rojê di bîra xwe tînî , êdî ez ji hêsirên te ditirsim, dema li ser riwê te dimeşin.

Li te di nav ketina baranê , li sernameyên payîzê û robarên wê yên reş digerim , li pey bihna te dikevim, di dema ku li ser rêyên celb û cenaqê de dimeşim, dema ez gulbeybûnkên şil  bi xunav û baranê hembêz dikim, çawa tîrêjên xwe yên binefşî dirêj dikin, ta ji feratê bikin çemek e bi seyr, ez êdî bêhtir bawer dibim ku çavên te ew welatê ku têde evîn di nav de penageyek tenê, ji xwe re dibîne, welatek î têde sîxor û nûçedar me nikarin çevnêrî bikin.

Ez bîriya dîtina te dikim, fîncana qehweya min dizane çendîn ez bêriya hembêzkirina te dikim, û zîzbû, metirsiyên min li ser şelwera min  de nîgar kir û rijiya , ji bona me , zivistan baranê li ser buxçeyên ku hevdîtinên me oxir ji wan nexwastibû bariya, pistepistên me wan zêde kesktir  û rengtir  kiribûn .

Em ligel baranê ne , bi hevdû re, di katê şevbûriyê de , mîna dînên êvarê  maç ji hevdû werdigrin, bi te re bêdengî û ramanbûnê parve dikim, min te demsalek evîn bi xunavê şilbûyî  , daristanek gul û tirî dîtibû, li ser lêvên te de,  ez keskesorê bi maçek e xemgîn xêz dikim, dedrên evîndaran li deverên genî de wedigerînim, bêdengiya te ya dirêj û bihinxweş  û nediyar di tariya şevê de min gur dikin, lerzên te di nav deriyên girtî de  di min de derbas dibin , kî ji bilî te dikare volkanên giyanê biteqîne, ez heta mirinê bêriya te dikim, ta dengê te bibhîsim, cîhana tarî û nediyar dihejîne, min qet ji hewildanên xwe ku dêmê te li ser dîwarên malê de nîgar bikim bêzar nebûm e, de xemgîniya min li goşeyên odeya xwe de bixwîne, xwe radestî qêrîna evînê di laşên me yên agirî bike, min wek awazek e kehr bispêre rehjenên xwe, dilê min xwezî kir , di mirinek ê de, ku bibe perwînek  li ser keziyên te de, derzîkek e şîn , di kirasê te yê ezmanî û taq de, tîtikekê, xwe li dor noqê te dipêçe, di hizrê min de tu mîna sirûdek e dirêj î , di golê de mîna masîkek  î biçûk pêl dibe.

Çema qereçî bi nermî di nav memikên te de û sîngê min de diçe, mîna eyazek ê xwe di nav gûşiyan de vedişêre , di nav dar û zincîrên zêrîn de , yên ronahiyê me bi wan dorpêç dike, ewrên sîngê te , di şîşeya hilmê a  te , di cejina evînê de diyarî min kiribû rikeberiyê dike, wek awazek e kurdî di navbera Dicle û Feratê de derbas dibe, mîna keskesrorekê di nav Efrîn û Kobanî de, wek pêteke agir  û evîndar di nav Qamişlo û Amedê de gur dibe, wek stêrkek e sor di ezmanek e moranî bi cih dibe .

Tu rojbûnek î ji elfebaya azadiyê re, di cîhanên xeyd û koletiyê .
Tu dawiya peyvan î , dawiya rehjenan î , dawiya girnijînek ê yî, ku bi rêya wê ez jiyana valahiyê oxir dikim.

Xoştiviya min , dilê min lêvên te yên tenik hembêz dike, dema tu fîncanek qehweya bê şekir vedixwî.

 Bi şîrînî û hingivî mest dibe, di dema ku  hilma te ,di demên ronîbûyî de avjeniyê dike, zinar şoreşê li ser sarbûnê , û kaş û kûşan de,  di nav çiyayên zîv û dûr de radikin, ewrên yên di nav stêrkên xemsar de ,gelek bi hevdîtinê me geş dibin, xwe radestî dilê min bike , xwe radestî nalîna destên min bike, dema porê te tevdidin, ji nazikiya zendên min , dema te ji qerezê sermayê dipêçin,  bayê yê ku te dikşîne, ez çarhêl digrim, ew zengza min e tenê ye, ma ez sax im bê te ?!!, 

Bajarê min  bêzar e , westiyayî ye , û mest e, pistepista xwînçûyîna min e berve jêrî azariyê  min dixirxirîne, ez bi tenê taca pepûkiyê hildigrim, nanê bêbariya xwe dirajim, xwe li ber xêla evînê û darbesta xemxwariya bendewar de ditewînim, tevlî hev xwe ditewînim.

Di nav rêyên xwatirxwastinê mîna reşatiya mirinê dimeşim, wek firişteyek î şiyar di nav bapêşke giran de berz dibim, bi şopa tunebûnê didim, dû şopê tiştê wek bêçarebûnê di asîmanek e kevinar û rewrewk de dikevim , têde rehnî li zengelora min e windayî  , di nav tariyê de digere.

Tu zîz î mîna rondikan î , dema tu henaseyên min bi aramî ji  çavên min dihêvojî .

Ez û xemgîn î du cêwiyên evîndar in , bi barên xwe re ji derbasgehên şahiyê dimeşin, ta em ji nû ve girnijîn bibin, em du pirtûk in , li ser sehneya şanoyê ne, felekan gur dikin, ewr ji pencereyên me derbas dibin, ta herin ezmên û wê bixemilînin, çûkên razayî çîroka me, berî ku razin dibêjin, dîdariyên me dibe ku pêkwerin, mîna çi kêliyek e çavrê, wek ketina baranê di dawiya Nîsanê.

Li ku dengê te nediyar dibe, li bin amana stêrkan de ?!, an mîna gûşiya tirî xwe berdide jêr, reşiya şevê bi gewrbûna sîngê xwe jê bibe, li ser te dinivîsim, gotinên ku ji hemî tawanbariyên xwe derdikeve, gotinên ku naxwazin rûniştina bêdengiyê li ser kabên xwe , li ser çareyên şikestî dinivîsim, ji amanên kunkirên nehîbûyî yên ji çavên heyvê tên xwarê, bila mêyatiya buxçeyan û keçkaniya gulistanan  dilya bibin, ji ber ku em du gul in li ser girê Meştenûrê.

Rehnî çîrokên evînê di nav çavên te yên evîndar de didize, ez hîn xewin dikim ku timî gupkirinên memikên te û dagirtbûnên wan, herikînên tengal û germahiya lêvên te hembêz bikim, di kêliya maçek e seknandî , xemgîniya agirdijwariyê dibêje, berz dibim ji te re ji rastê çema ku ji nav memikên te dertê , ta ku di malzaroka te de piştî herikînek e hêdî bicive, û bi dawî mîna solavek e hêsan di nav rehnên te de tê xwarê , ez ji paş çema pîroz dikevim hundir, di cem perestgehek ê kêlek ew solava hêsan, bi gêjbûnek ê hest dibim, min bi çokdan  û mizdariyê hest dike,di nav bijangên te de mîna perwîna mizgîniyê berxew dibim, berve keziyên porê te yê şahberûyî yê derbasbûyî bajarên tariyê ez radibim.

Ez hewil didim li ser rêya evînê de biçim ,bê ku destê te ji bê re bihêlim , ta ku sar nebe û nelerize, em bi hevdû re dilerizin, bi evînê dihelim, nameyên baranê yên ji çox û bêhndanên me derbas dibin çinî dikim ,  yara min wê peyv bi te bijîn, wek destpêkek ê ji cîhanek e vala ji êşa mirovî, û zordariya diyareyan , ji cîhanek e rengîn bi rengên hestiyariyê û rûnermiya evînê û çelengiya giriyê.

ji hêsirên xwe tevnek  î jiyanê dixemilîne , lê belê tu nikarî reftarên zivistanê û sarbûna rewşa wê biguhêrî, ji ber ku em tenê xewin dikin  û dema em şiyar dibin, xewina xwe ya mezintirîn diafirînin ta bibe ji tunebûn û êşê re rikberê herî tek.

Çima di bajarê me de xewin dibin qeşa?!
Efsanên dapîran, me wêran dikin, me dikin merovên mûmyabûyî , em çarlepiya gewreyên sert li ser dikeyên zor û derdan de vedigerînin, ez bi keviran re dipeyivim, banga stêrkên serhildayî dikim, ta bi min re xwepêşandana evînê parve bike, wax ji vê siberojê, xemxwarî û perjengan dikşîne, hez dikim te têde ey goştyara ku reweştên xwe xelatî çivîk û çûkan dike bilind bikim, ji dilberî re xwe çok bikim,  ez rastî dengê te têm, maneyên bêdengiyê dihejîne.

Di dengê min de bonga ronahiyê vedişêre, ez ji wê zîndanê hez dikim, çendîn di wê de hêsirên min e agirî û qêrînên pênosên yên namirin, û ji peyvên bihêrsbûyî ropel in hene, min di sîngê te de jîndarek e navê xwe azadî livand, lûleperek e hema maye ku bicivile, min wê wek davekek î niqombûyî bi xemgîniyê rakir, ewa xemgîniya min e .

 wek akinciyek î li warên rikeberiyê de, ala evîna sor ji xwîna xwe radikim, ez lêvên te maç dikim, heta bêhindana ya têde mirovahî mirina xwe ya dawî radighîne, û di dema tu disojî , ji agirê min nifşek e bi şewat , dijwartir gurbûn wê zayin bibe, em herdû mîna kaniyên kelandinê ji hevdû derdikevin , ji balabûna hêsir û maçên me yên lêvên me wan çêdike, û naxwazin qet ji herdûka dûr bikevin, wek ku narvîna wan be ku bergiriyê li hevdû bikin herdem, min te bi dijwarî  hembêz kiribû , min xwezî kir ku rehjena min ji qutanê raweste, ji ber ku min lutkeya xweşiya têkûz di jiyanê de hizr kir, bi rêya kêliyek e  yekîtî wek wê nîne di jiyana mirovahiyê, tu ew zelaliya yên nivîsên min dike dehl û daristan, bi hervdû re, emê azadiya xwe bidestxînin, û di tariya zîndana me ya takesî de , emê kulekek e bi çûk vekin  , ta ku di nav de hêvî derbas bibe.

Di dêmê te de ez rakêşeriya felekê dibînim, ji nav dûriyên  fereh de ,ez bi kûrahî bang dikim  te, di agirê argûnê de , ez gurvedan dibim, dema ez li kêlekê wê de  rûdinim, dibim êzing, li cîhanek ê digerim, min li gewdeya erdê bighîne, li pêlên darek ê an kaniyek av biçûk  an bibim çûkek î ji sertan re stranê dibêje, ta ku karibin zaroktiya xwe di şikefta cîhanek e din de vegerînin, ez timî zaroktiya xwe di çavên te de  û çêja şekirê yên di lêvên te de vedigerînim, gengaziya xewinê di dilopên ava yê ji dêm û porê te derdikeve distînim, hêsirên xwe li ser akinciya neçar  de,di çavên te de neçar dikim , di wan de herdem dişewitim , evînê ji zîndanê wê ya nemir berdidim , dil toq dike û digrî , heta ku bîrên çavan ,ji avên xemgîniyê zuha bibin, hilmên şevbuhêrkên sar ,di biskên porê te yê şahberûyî  de diherikin , û hîn bang li te dikim, di aliyê ku ez bi rêya wê diçim cem te dudil dibim, wek reweşta her kesê hez dike ,  nalîna tiyek î  wî berve mişextiyê li ser cade û qadên hevdîtinên jê koçbûyî dibê.

Ez dîlê van kêliyan im , dîlê van şevbuhêrkên xemgîn im, dîlgirtiyê dengê bedew yê naxwaze ji sîngê min derkeve, zaroktiya evînê di nav kaxizên min de xewindîtin dike, û perdeyên evînê tên girtin, ta awazek ê ji awazên  peyvên min in şewqdayî di vê felekê de gîmîn bibe.


Min dihêle ku ez bi te niqom bibim, evîndarê xewinê te bim , evîndarê berfa li kêlek pencereya te bim, ta sirûda min di ferehiya asîmanê de nemir bimîne, tu raperîna min di dilê pela zuha  de , ji ser bilindî daran ve hatiye xwarê gur dikî, kurte jiyanekê ji çûkan re li ser awaza min  di çaxek e payîzî de pêşkêş dikî.

Agirên laşê te di hembêzê min de vêdikevin, hest dikim ku tu bi min ve qemitî yî , te xwe bi ser sîngê min de berdaye, kelandin di bîçimên pênosa min de gij dibe,  xwe ji nû ve li ser bezê li pey te perwerde dike, li benda werîbûna yasmînê li ser memikên te dimîne, mîna weşîna tîp û pel ji zîndanên girêdanê bi şaxan, di xemên te de keserên min bibûn pel, min ji hebûna te wateyek î afirand, ku tu timî bi avên şîn di cîhana celb û cenaqên reş de biramî .

Ez xwe di te de digerim , di çavên te de , li xwe digerim, di wan de li welatek î digerim, hemî neqşe rewrewk in , û erdnigarî bi tirs  û nîgaş in, çavên te gerestêrka min e yê nayê jêbirin ji gerestêrkan û ne kakêşan û ne jî gulstêrk bi wî diterpilin, em demsalên hevgariyê ne di jiyanê de bi rêk û pêk, dubare dibin.

HELBESTÊN KURDÎ- ROJBÛNA BIRÎNÊ- RÊBER HEBÛN

السبت، 20 يونيو 2020

Ezmana ‎şadiyê.Rêber ‎Hebûn

Ezmana  şadiyê 
min lê dinêrî , çavên wî, dîwarên xemxwariya min derbas kirin, ji cara yekem bi min re axivî, di wê demê de , ez nediyar bûm ji têgihijtina xwe,bi bandora awira yekem bi mirov dike, mirovek e ku bi zelaliyek e bê sînor dan û standinê dike, hinekî diramiya , bi min diponijî , wek ku êdî bihna xwe bi rêya min berdide, ramanên min dixwîne, sebaret min nepenî bûn, çi dixwaze?!, ez bi fedî û zarokbûn  ji xwe pirsîm, bi tenê gavên xwe dişopînim , nêzik cadeyê bû , kêlek min, bi girnijînekê silav li min kir, û bi rê ket, gavên xwe  yên hêdîka dimeşîn, nîşanek bûn bi nexwastina wî ji çûnê, evîn hêdî hêdî , di min de diçû, destpêka seyrbûn û hezkirinê ji wî û ji min diyar dibûn, hîn tenahiya min li min goşegîrî tivî kir, li ser xwe de,  deriyê odeya xwe bi aramî li xwe digrim, di çarçova xelekeke ji ramanbûnan,  bi min dizîvirîn, girnijîna wî di nav lêvê min de derbas dibû, geşiya tiliyên  wî , destê min bi nermî girt, di nav tiliyên min de dirazan, di kêkiyek e bîrêkirin û hevdîtinek e nerm .

Destê xwe danî li ser xewinên min in nepenî , di gavekê ji xewinek e di nav sîngê min de wek du dilopên xwêdanê bi çûk , di gewdeyê min de bidizî derbas dibûn.

- tu hîn  ji evînê re bi çûkî keça min !

Yaw!, mirin, kesek tênagihe min , diya min naxwaze bizanibe, ku ez mezin bûm, laşê min bi rakêşerî û niviştê dagirtiye, û li ser şaxê sîngê min de ,du sêv çêbûn, ji min re li ser mêyatiya min e zaroktî diaxivîn, ez mezin bûm , êdî ez têdigihim dûrbûnên ku têne min ji hestên ,ku gurzên nermiyê di kuncikên henaseyên min de belav dibûn, xewin min ravêz dikin, ji min hestên xemxwariyê distînin, xweşikbûna rakêşeriyê ji min digrin, dûpişkên katê ji fedîbûnê , di hundirê min de bi hevdigerin, li ser awaza wî ez şiyar dibim, min ji kûrahiyên xemxwariyê û keseran  derdixînin, ji bêdengiyê xweşiyeke nepenî dirêsîne, di min de hêdîka derbas dibe, ji gerdûnê  re bi seyrbûnên wê zimaneke nediyar  heye, ji odeya xwe derdikevim, piştî ez nivîna xwe didim hev, balgî , çerçev , dimeşin, gavê xwe li wê derbasgehê bedew de dişopînim, yê têde ez û te yekem car , em rastî hevdû hatin.

Hevdîtinek e nepenî û balkêş bû  , giyanê min bi nermî çinî kir, xewin dikim bi germbûnek e li ser dilê min  de dakeve, xwe ji çûneke re dibe ku dirêj bike amade dike,  lê hîn  ji min tê ku ez girnijîna xwe bi xemê dagrim , di asîmana xemên xwe de , melevanî dikim, mîna geştiyarekê ku bi ponijîna xwe ji deverên bedew balatir dibe, ji sîbera xwe dîroka mêrekî hîn nehatiye datînim, di xwebera mêrekî nû , jiyanê bi şêwazekî hîn em fêrî nebûne dijî, û  hîn  mêyatî ji dema zîndanîkirina xwe ya dirêj de nedîtibû.

Ez jê xweziyan dibînim, min di gulistana giyanê xwe de diçand, ta ku bi qasî  azadiyek e nehatî bicihkirin çêbibe , di cîhana bendan de bîstînim.

Hevalên min hewil didan , bibin ragir ji min re, di derbarê  pêkanîna tiştê ew dîtin ku qet û qut çênabe, bi sazkirina peywendiyek e qayim , li gel mêrek î, yek ji wan ji min re dibêje :

- tiştê tu li ser mêr di rewşê de dizanî cudaye ji binî ji tiştê  ku tu di sêwirê xwe de dirêsînî, di baweriya te de , ku wê tu karibî nîgaşên xwe li ser mêrek î dûrî xwe deynî, tu xewinyarî , û dibe henasên te birîn bibin, eger te zarzarî kir bi girtina xwe ji ramana hezkirina mêrekî efsanî ku şareze be, meraqên harbûyî di me de , di evîn û aramiyê de av bide, ev yek ji gotinê yê min guhdar kirin e , ji gelek şîret û rûmendarî û hewildanên bergirtina min , û pêwîstiya ku ez hew hewil bidim , ji ber ku her hewildanek ku hêsan hewildan e , bê sûd e , wê zêde dike ji nîşanên binketinê ,dibe , her tiştê ku li ser mêr tê gotin rast bin, ewê herî desteserker e ji xweşevînê di kata ku gerentiya wê bike, hevala min Mizgîn pir destedirêj û giranfiroş e bi hestê xwe bi aliyê tundirewiya yarê xwe de ,yê bû dergistê wê , pişt re vepêçana dergistbûna xwe ji wê ragihand,ji ber ku ser bir ku ew bi wê û hemî jinana hatiye  xapandin, serpêhatiyên wî yên cur bi cur bi jinê re ,vê yekê aşkere kiribûn, mirin! , çima wisa hestên me tê erzankirin, heta di qunaxên me yên hestiyar de, wek dergistbûnê , wax ji hovîtiyên mêran, Evîn ew jî zewicî, û dîsa min jê pirsî di serdana wê ya dawî de,ji min re , li ser sedema berdana wê ji mêrê xwe re , got :

- ku bimadeyiya wî jê re wek  bimadeyîya Hitler e ,rewştên wî mîna ajalên çiyê ne, haj wî nîne, her jinek e û xwezayek xwe heye, û evîna wê ku lihevhatinê di nav xwe û mêr yê ku wê pê re hêlîna hevjiyanê parve bike pêkbîne, wax ji vê jiyana ku hemî xêlîbûn û heznekirî ye, hinek tişt me dihêle ku em li paş eynikan vekişin, dudil dibin li beranberê wê ku em nêzî kesên din bibin,carekê ew bi min re axivî û got :

- wax delala min Hêvî, min ji te re got û piştrast kir: ku dîtina mêrekî temam , bûye nikarbûnek , an heta alûziyek, û ez te dibînim tu niqom dibî bi hizirkirina xwe ji mêrekî nêzik te be an wek nivîsên te be û tu çîrokvanekî mîna ez te nas dikim,wê tu bernekevî hîma heneka ku em jiyan dikin, fişarên jiyanê , ji ber ku serhatî cuda ye ji tiştê ku em hezdikin bijîn, an gûncan e ku em wê jiyan bikin, ji ber vê yekê pêdiviye ku em fêrbibin, ji ber ku hêvjînê min ji destpêka rojê derdiket û venageriya ta dawiya şevê, û carne nehat , û min xwe dît bizorkirî li ser vê jiyanê , ti çare pêş min nîne ji bilî ku ez pê re biaxivim , bêzariya xwe jê re diyar bikim, bi sedema derengmayîna wî ya hertimî.

- Ez hew dikarim vê yekê ji binî hilgirim .
- ev ne kêşeya min e
- kêşeya kê ye êdî?
Di wê kêlîkê de bêdeng dimîne û piştê wê, şîvê dixwaze, ez lê dinêrim , bê sûd , bêzar , ji xwe hez nakim, wek ku ez di otêlekê de bixebitim û akinciyan wêzimkar bikim, bê nirx e ew hevjiyana pûç yê reweşt wê rewa kiriye û reftar wê sext e kiriye, li ser min xemxwariyê bi dirêjî heyîna min berewanî dike, ji ber vê min veqetandinê hilbijart, jiyana min berî wî bendewarî û didarî bû, min xwe ji dema binkeftiya xwe, di evînê de winda kir, binkeftin di bin siha tenahiyek e filîç de berdewam dike, ez rewşa  xwe cuda ji kesê pûçbûyî nabînim, xwe pir bi xewinê newestîne hevala min!

- heta hundirê te wisa zelal bimîne,bi hebûna wê bi temamî birame  , ji ber nîvê te bê guman wê were!

Dema Hêvî axaftina xwe bi dawî kir, bêdeng ma, min qehweya xwe beranberî wê vedixwar, bi girnijînek e dudil, nîşan dide, ji tiştekî ez bi dudilêbûn vedişêrim.

Nalîn ew keça ya rêhevala min bû di demek e buhirtî de, ji çaxê rojên dabîrîstanê , tê bîra min, di dema ku min bîçimên wê dixwend, dawî carekê çawa ku bi êş jiyan dikir, diya xwe jiyana xwe ji dest da , dema  destpêkê çûna xwe li zangoyê , ez tenê  jê nêzik bûm jê wek e heval û dayikek e dilnerm  , berevajî çi takes ji malbata wê, heta ku bavê wê be jî, dema diya xwe mir piştî salekê , yarê wê xwe da pêş ji bo wê bixwaze, lê bav wî nepejirand, ji sedmên civakî , malbatî, û çînatî, û piştî wî bi hinek salan , ew neçar bû ku dev ji zanîngehê berde û bizewice û derkeve  derve û wisa jiyana wê bi gîştî hat e guhertin, di penaberiyê de, welat , dayika xwe ya barkirî, û yarê xwe yê pepûk di sîngê xwe de binax kiribû, û piştî pênc  salan  ji veqetandina xwe ji mêrê , vegeriya ,li cem xwediyan, xwe fêrî dilşikestinê kir, û dudiliya xwe jiyan kir , li paş êşên zorbaziyê û kovanên demborînê .

Min geşiya xwe winda kir , dema ez kesera nediyarbûnê ji gewdeya xemgîniyê vedixum.
Garantiya evînê dijîm , guh nadim êşên xwedan serpêhatiyên tal, siha wî xortî hîn dirêjî min dibe , bi bîrêkirineke tê li ber min , ezê  di guhê tenahiyê de pistepist bikim, ji pepûkiyê re cihekî bala di henasên me de heye, ji bîçimên min re  tîbûna xemê ji dîdarî û baranên hêviyê ye, pencereya min bi çirûsînek e xumirtî hol dibe, li ser derbasbûyan vediyar dibe, dabeşên cih , parçeyên wê di bîçimên Nalîn û Hêvî de hembêz dikim, bi ponijîn hol dibim, bi aliyê tariyê  nediyar dibim, ji xelekên pirsînê û jimartina xem û metirsiyan, westiyayî me ,, pêwîstiya min bi dilnermiya a din heye, tevî ku çi li ser  hat e gotin.

Ez demê dikim e destê xwe, jiyanek e werê dîdar dikim, bi romanbûnê ez dinivîsim, her romanekê , her hevokekê an wek hevokekê, ji xwe bawer dijîm, ji westandina di min de çîrok in û bihinberdanê  di cîtengiya bê de li cem min de, firînek e di cîhana gêjbûnê.

Kovana min, min vedigerîne, ramanekê li ser deverên beyar de, bi pergalê kurteçîrokekê dinivîs im , wê bihin dikim, ta ez bibim dîlê xewina wî ciwanê yê ku ji  dilê wî hestiyarî û nivişt tê xwarê, bi dilşikestin ez pistepist dikim, mîna şaxek zeferan , li ser cokê dadikevim, bi germahiyê digrim, ez wê nabînim , ji bilî ku dudil e, vala ez li deverên xemê dilşad dimînim, bi gerdûnekî geş û xweş xewin dikim, bi wê giyan çendîn  xweş dibe ,ta ku di cîhanek e, têde aramî  û ramanbûn xweş bibe,  henasa min bi siberojê ve girêdayî ye, hestbûna bi hêviyê wê dixapîne, û ji nişkê ve , dayika min tê ,lehiya hibirdanka  pênosa min radiwestîne û deriya odeya min vedike û li min dinêre û dibêje :
- keça min ez bi nivîsê te kêfxweş im.
- rast e yadê?!
- belê , tîp êdî di nav destên te de mezin dibin , û bûn hunerek.
- yadê , min dirêj çîrokên bêhêvî û bêzariyê yê ku ji xwberek e ku tehtên bêzariyê wê sotandibû, guhdar dikir.
- keça min , çavekî bide kulîlkên siberojê, dema hêsirên hilmê wan şil dike, û berî xwe nede bêzariyê.

Dayika min ez hîştim , ku bibim evîndara binefşê û xemgîniya wê di çaxên roçûna yekem de , min bi ramanbûna çîroka bi êş ji dîmena barkirina rehniyê destpê kir, di dema ku meraqên min, di roniyê de tije gazind in, bi firînê dagirtî ne, di ferehiya vê asîmana lawaz de , di dema ku banga henasê bi ferehbûna xwe dijwartir e , ji sihwa asîmanê , ji ber ku rengê bi ken ji zelaliya gavên wî ciwanî , ku nêzî min dibû derdikeve û diaxive :

- ax , ava zelal , ji amana kaniyê dilive, çirûsîna a ku ji davekê derdikeve, ji nivişta dêmê te berz dibe, dêmê te yê ku hêvî û êşên cîhanê tê de civiyan.

-Bi te xewin dibim û di zimanê min de, rehjena şermbûnê û qêrîna wê ye, û di xuleka xemê min de , kedxwariya xunava xwarbûyî li jor siha xemxwariyê ye. 
- ma ji jiyanê giringtir heye, ya em wê dixwazin  û kûrahiyên me ji tîbûnê tevî çiqas buyer bi ser wê , nayê avdankirin.
- rev nîne ji xwestina mirovê  rasteqîn e,  yê ku kilîtên  şahiyê bi dest wî de ye, di me de dilpijîna bendewariya siberojê vejîn dike, di hundirî min de hestên pepûk têne cem hev, ta ku lêborînên germahiyê tevî talîbûna rewşê, xelatî te bikin.

Bersiva wî didim :
- pir in yên wek min dixwazin xemxwariyê binax bikin, ta ku di dilan de, tovên lavên xwe di ezmanekî de, ku jê hêsirên şahiyê tên xwarê, biçînin, .
- belkî
- erê weye.

الأربعاء، 17 يونيو 2020

ji ‎bilî ‎te.Rêber ‎Hebûn

Ji bilî te
kaniyên te min dişon 
peyvên te çermên birînên min didrûn 
di cengê de, tenê dengê te agirbest e
darên kesk e 
kokên xwe ji memikên te ne
ta dirêjî rêyên di navbera min û te de
 şaxên xwe dirêj dikin
ji baranê 
hêsirên te  tên li ser min 
dilê min şil dikin 
tîrêjin çavên min ji ezmana ku tu di bin de sekinî 
têne xwarê
 çavên te kil dikin
sar e havîn bê hembêza te
cîhanên girs teng e bê tu hebî 
ezmana fereh ne bi ferehiya sîng û berê te ye
ewra sipî  laşê te ji jor  ve diweşîne
nêrgizan  ji canê rokê 
 li ser sirûştê dibarîn e
lehiyên girnijîna te 
dengên avê 
dişopîne
min bikuje bi lêvan 
bihêre min  bi maçan 
evîna min  pirtûkek e lê nayê xwendin 
tê hembêz kirin 
di nav zendên te tê danîn 
bi hêsirên te bergê wê tê xemilandin 
bi bihina sîngê te tê dagirtin
efrîniya awiran 
barana îro hinek ji destanên hêsirên te ne 
tariya ewr ji dîmenên keserên te ne 
were min nehêle ji demê 
dem mirin e 
kat dojeh e 
felek dûpişk e
tu tenê bi evînê bawerî 
dijî xemgîniyan baş ragirî 
tu agirî 
ji vî dilî

السبت، 13 يونيو 2020

Qeytanek doman ji jinek e ji ewr, Rêber Hebûn

Qeytanek doman ji jinek e ji ewr


Tîp dibin dojeh , nexweşî û carne li xwedî xwe dernexûn dibin, mîna refa desteyekî jinavketî, û pir caran raman nabin , ji bilî dijhevkirinê hember tiştê ku em şerm dikin wan bêjin, an hewil didin wan vegerînin, wisa kêliyekê pênos di cihê xwe de bû mîx, min bi mirovê serberdayî bi nav kiribû, ji ber ku çênabe ez her tiştî têxim di hundirê deqekê de , ji nişkê ve ez bêdeng mam, min nivîs berdewam nekir, dîwar li paş min virmor bûn, peyvên gotinê qerimîn, derdem metirsî dirazin , li paş ramanan mîna avisekê çarmêrgî dibin, ez ji feresuştinê an weşandina cilşuştinê westiyam, ez naxwazim -Narînê - bênim bîra xwe, ew keça kurt, cîgehên herî girtî, hevyaza serdana wê dike, wek deroniya wê ya porbûyî li ser kesan de, matmayî,westiyayî ji her tiştî , bêhêvî ye wek fincana qehweyek e sar li ser textebenda gulistanekê, xemxwariya xwe ,qerebalixa xwe , mûdiya tîpên xwe di çotika giyanê de weşan dike, êdî tênagihe dan û standinên koran û nalînên keran , em ji zangoyê derketin, ta ku em fîncanek kakaw vexwin, lê belê bi dizî ve sar bû ,ji sedema gengeşeyek e xav û kurt mîna bejina wê, dibû nîşanek ji derengiya min ji dema ezmûnê.


- oxir be niha!, emê hevdû bibînin?!, tevî ku hevdîtin ne bedewtir bû ji tiştê ku min ji te guman kiribû.

- wa , çima tu wisa dibêjî?

- nizanim , ji xwe bipirse ?!

- ez ji te hez dikim

- û ez jî.

Ez çûm e ezmûnê û vegeriyam, min çavekî li hemî cîgehên yên bi xwendekaran tije bûn xistibû.

Gengeş e û axaftinên wan, seyrbûna ji pirsan , yek gazindê hevalê xwe dike, ku bi awayekî ne baş bersivên pirsan bi rêya berguhê jê re veguhêzandibû, û yek din şad e bi bersivên xwe, tevî ku ew hêvî nake , ku encamekê li gor dilê xwe qezenc bike û herwisa.


Ez cefayên dudiliyê weşan dikim, tenaziya xwe bi hinek temaşevanan li ser gengeşeyên yên çêbûn e di nîvê qircirek e akinciyî dikim, bi valahiyek e ji xewin û şiyariyê diponijim.


Ezmûn bi awayekî ne baş hat derbas kirin, çavmatiya xwe têbînî dikim , wek endezkarekî hewil dide ku mehnedanîna xwe li ser zirziyek e derneketiye, dima bendewar ji qêrînên xwîntirşê mûdî, min telefona wê kir , bersiv da , û min got :


- tu dizanî ku ez ji lawaziyê heznakim , û ji serdana ponijînê jî , ji ber ku ew malek e ji beyarê pîstir e.

- û ez jî , ji xwe re temara dûbarebûyî neyne, ez ne zîrek im bi bazirganiya peyketinê li dû tiştekî ne ya min be, mebesta min ji vê yekê , tu yî.



Min got :

- dibe jî , ez hew di hundirê henasa te ya xwar de mişext dibim.

- oxir be êdî.

- oxir be.

Di berêvarekê de, dûrbûna wê dirêj ket , ji ber ku bi mebest ,nediyariya xwe di çax û çaxekî dirêj dikir, piştî salekê xuya kir, telefon kir, payîza wê gelek bi nalîn bû ji min re got ku di wê de dijî, û dihêle ku bîriya min bike, û min jê re got :

- min pencereya xwe di riwê bîrêkirinê de girt.

- çima te girt ?!

-dema barkirina min hat, tu dereng mayî , çendîn hundirê min germ bû bi aliyê te, lê niha ….


-lê belê min ji te re got ez lawazek im û nikarim ku hundirê te yî serkêş hembêz bikim.


- û ez jî nikarim bi lawaziyek e ku tiştekî bi omîd nede biqedînim, oxir be.

- oxir be.


Nameya wê ya dawî, nîşana bêhêviyek e reş da , bîçimên xwe lihevhatî bû , ez jê durketim , min wê binax ne kir ,ji bilî vê carê ,ta bibe qeytanek doman ji jinek e ji ewr .



الجمعة، 12 يونيو 2020

Şagirtê ‎Dojehê.Rêber ‎Hebûn

Şagirtê dojehê

Berêvara nediyar me bi bûçikên cixareyên xwe dipêçe, êdî hema derbasgehên hezkirinê di bîçimên me yên navenav de vedimrin,di dema ku tu bi bê bêvî hewil didî bi rêya pêveçûnên xwe yên xwelîkî,  gotarek e ez ji guhdarkirinê wê bêzar bûm e bidî min, tu ji hozaniyê hezdikî ? , baş e, kêmasî neke ku tu mîna balindeyk î nûgihayî li dor çakbûyî û dudiliya nezan de bizîvirî. 

Bi hemî evîn tu dinivîsî , di navbera te û gotarê zendek ji sîberê ye, tu bi sivikbûnek e dagirtî ,hewil didî ku tu bê hêviya xwe ya çarîndirêj , bi gerdenpêçek ji pirsînê kinekin bikî, li ser felekê de, bi reşbîniya mêrek î gîha du hezar sal diaxivî, ta ku tu carne ji min re bibêjî:
- berêvar peyvek perjeng e , kokên hêviyê vedike, û evîn peyvek bîrêkirin e ,bi helbestên perjengê destpê dike.

Ez bi vê diramim , ji ber ku hêvî hemwateya hemî perjengê , an nalandinê ye, me dike li pêş berberiya narvînê de, di kêliya nivîsandinê , ji nû ve dibêjî : 

- bizanibe ey helbestvan ku tu ji malzaroka serêşiyê û ji hundirê derdkişandinê û êşê zayî.

Tu bi pirsên percankirî dadigrî , bi ramanên ku li ser baniya ewrekî de, avjeniyê dikî, min dixî di nav rastehatinan de , dema ez hewil didim tiştekî ji zaroktiya xwe li gund vegerînim, û ez li ser piştê kerekî bûm, bena yê bi amana lastîkiya mezin , girêdayî dikişkişîne, li jêr bîrê dadikeve, piştê ker bê kurtan , êş dide kesê  yê li ser rûdinê.

Gundê te yê dagirtî dilşikestin , bi keserên hov tijebûyî , çendîn ji aramiya wê hezdikim ,bi rêya axaftinek e hênik li gel te , bi kûrbûn di kûrahiyên felsefe û nepeniyên wê diramim, çendîn ew gira nêzik mala we, bedewtir e, gelek tişt ji awirên min in dûr ji ezmên re dibêjin, dûrî simên tirs û metirsiyê, ji siberojê.

Ez li ser bedewtirîn helwest û pirtir hêsanî û kawikiya wê dinivîsim , ew tiştê ku ez pê şehnaz dibim, tevî tarîbûna rojên lawaz , ji rûdan û pevçûnan dagirtî ne, têdigihin lorîna xemgîniyê di şer de, û penda roderketinê .

Mirin ew çîroka dûbare bûye , di jiyana me de, kesên din bêdengî û koçberiyê davêtin hev ji têgihiştinên bîranînê hêdî hêdî , di dema ku em çîrokan dibêjin, wek kesên yên cixareyên titûnê xistin e devên xwe,  bi xwarina êşê, timî kêfxweş in, me jiyana pepûkên xwe berdewam jibîrnekiriye , lê belê em hayhoyên wan di xulekek e ji ramanbûn û serbizaftinê dikşînin, em li ser rastiyê dizanin, ew cihê tinazîkirinek e bi armanc e ji jiyanek e ne ya me ye.


Çênabe kêliyên derbasbûyî malgir bibin, ji ber jiyana me vala ye ji çi hilmê, ji bilî talîbûna ku  bi gewriyê digre, di dema giriyê de dibrêje, min dixwest ji te re binivîsim, bê agehdarî , ta tu bizanibî ku tu di dîrê min de yî, wek çi canxwastingirekî ji dizî ve li tiştê buhirtî dinêre, û mehnedanînek aşkere.

 Erê birêzê min , ey gundiyê serkêş, yê bazdayî mîna hemî serkêş û cotkaran, ji piş û kurtên komên tundirew , yên diman mîna penceşêrê ,li deverên me de, berve Entaliya yê  diçî , berve bajarê yonanî yê bihna şarisyaniyê jê dihat  diçî ,Entaliya ya tirkan wê binpê kiribû, nalbendê hespan, ta tu henarê çinî bikî û di êvarê de westiyayî  vegerî, mirin ji vê jiyanê re û mirin ji felsefeya birçiyan û sloganên wan.

Te rojekê ji min re got , wek ku tu xemxwariyê radigihînî , û belav dikî, dema te bi pistepistek miqris ji nişkê ve, te bi min re got :

- em zarokên xemxwariyê ne ,di civakekê de dijîn, azad têde bindest e , mirin ji wê jiyana pepûk re, ti azadî nîne , ew ji rewrewkên lawazan in  , yên ji çoxên xanedanên hêzdar mijîn, li ser jiyan kirin, bê avek î ku gewriyên wan şil bike, herwiha dojeh jî hevalê min ,ew bavek e ji kesê ku derdan dikşîne, û birayek e ji kesê yê dirame û dayikek e ji kesê ku daxwaziyan dike.

Mirin ji dojehê re , çendîn ez rawestiyam , çîroka min ev bû mîna rawestgehek bi êş , rehjenên dilê min ,piştê xwe bi bûçika katek î li dîwarekî girs de girêdide, û ez hemî tiştên yên bi giriftariya êşê re hevaltiyê dike, di dema axaftina li ser êşê, belav dikim,  tevî vê jî pêdiviye ku ez malê te yî wêranbûyî û çirokên gundê ku ez û apê xwe me li hev kir li ser binavkirina wê, - gundê miriyan – bînim bîra xwe, û niha ew gund bûye yek ji derbasgehên şer û eniyên yên têde şer bi mirinê re tê kirin, navên wan di wan dever û şikeftan de jinbî bûn e, hinek jî dibêjin ku di binê wan şikeftan de entîke û zêr hene, min ti hêvî di welatên bizdanê de nedît, û bajarên sîbera fereh , mêrên wê lehengiyê bi gotin û zîtzîtan diyar dikin , bi rêya lêdana jinên xwe û barandina sixêfan li ser wan , min tenê dengê pênosê didît, dema hêrsa xwe bi ser her tiştek î bi êş derdixîne.

 Tu şagirtê  - Şopinhûrî  - dema tu pesnê dojehê didî, çendîn tu bi azariyê re dilsoz bûye , bi rêya rûniştina xwe di bin wê de, dema te li vir digot : 

- bawer nebe bi striyê bêzariyê di nav gulan de, li paş  êşên jiyanê zelalbûna hêviya wêrek berz dibe, ez bi tiştek î ji bilî nivîs û gotinên xwe bawer nebûm e , nalîna xwe derdixînim  li ber xemgîniyê, vaye em gîhan e li qeraxa mirinê , çi hîn maye ey dojeh, bibe çi tu dixwazî  û bisojîne, tiştê tu divê , wê ji bilî barên meraqên me raneke, ew hêsir û bêhêviyên yên li ser me giran bûn e, em hest nebûn e bi zikreşiyê li ser miriyan.

 Di dema dan û standinên me de , Heleb bi dîmenên serhildanê û rabûna li ser piyan dagirtî bû , û dengê top û qurşînan ranewestî, ew mizgînî dan ji miri û berejoriya zêde ji qurbaniyan, ez dojehê dibînim, bang dide, û dengê wê li taxa Şêx Meqsûd  ya xerbî bilindtir dibe û goristana Siryan ya kevin baş , hawarên miriyan guhdar dike, geh bi navê azadiyê û geh jî bi  banga – xweda mezintir e – yê bi zordariya har dagirtî bû , û pir ji caran , min guhê xwe dida li dengên yên radibûn ezmên bê hespên bi bask , û lingên yên li pêlavan digerin ,ta ku ji malek î wê piştî kêlîkekê  were rûxandin derkevin, û li vir , li ser derbasgehên koçberiyê , xewinên me radibin jor, mîna hilma bê û domana ku ji devên yên bi sermaya zivistanê hatin e dorpêçkirin derdikeve, li ser dirêjî sînorên dûr yên vedenga pêlavên leşgeran wan dişopînin.

الأربعاء، 10 يونيو 2020

Tiştek ‎î ‎wek ‎e ‎xewin.Rêber ‎Hebûn

Tiştekî wek e xewin
ez nizanim wê çi bi min re çêbibe, dema ez deriyê nalînê li xwe vedikim, deriyekî kevin min digihîne ku ez te bi bîr bînim,bi nameya te yê bi tenê ya te nivîsandibû biponijim , berî ku şer û pevçûn li sûrî gur bibe, welatê yê bû goristanek xewin , şevpestan wan xwaribû, zivistan di heman rewşê de pir dirêj e , wek tê xwestin, axaftinê min li ser te wê ne nû an kurt be, Delîl , tu demên dirêj di qehwexaneya Intirnêtê derbas dikî, li gel wê kirêta ya te bi nav kiribû, Melek Şahîn, yê ziman dirêj û hiş xerpişî, te pêre sixêf parve kiribû û carne  te pişta xwe li ber rûtbûna wê bi rêya kamêraya Laptopa tozgirtî anî, te baş dizanibû ku bi min û te re di eynî demê ,sextebûnê dabeş kiribû, ev çaxa peyvên giran in, di vê cîtengiya ya xwe mîna reşmaran di rêya me ya zerbûyî de dirêj kiribû, bi peyvên xuşînî mîna rihê Daişiyan diramin, pordirêjên yên derbasî çi  gundî ji bajarên me dibûn û ez nizanim bi dawiya vê nalîna ku tim li min vedigere, wek vedenga qels û ez berî wê  min ropel dû ropel diçirand, heta ku ez rastî ewlehiyek e demkî werim, ta te wînim bîra xwe, ey lawazê zirav mîna çîrokek e rojavayî , artşên zordariyê wê bipê kiribû, hemî sipîbûn di nêrgiza welatê min de jêbiribû, te ji min re got dawî carekê , ku tu tevlî hêzek e leşgerî bûye, hember zordariyê radiweste, lê min pê hest kir ku ew gotinek pûç e di kasêtek e zengarî de, piçûkirinên biran tu nema dikarî derbas bikî, hemî li pey qurşîn , mirin ,talankirin û diziyê dikevin, û tu hîn li ser xewinek e sêdarkirî nanê xwe dixwî, bi rêya qêrînên – xweda mezintir e – û destên har yên stuyan jêdikin wek ku dîroka dirinde dûbare bibe, di dema ku tu hemî ropel û şermezariyên xwe dicivînî ji penaberiyek ta penaberiyekê .

Heta penaberiyên me di nav leşgerbendên dizên qîmkirî, û dizên yên cilê artêşa fermî li xwe kirin e, dabeş dibûn .

Li qehwexaneya intirnêtê , hevdîtina me li wir bû , di destpêka berî mirina giştî di welatê min de, êdî me tiştek nas kir navê wê – Fêsbok – te ez fêr kirim ku çawa wê bikarbînim, û çawa êmêlekê li ser Hotmêlê çêbikim, ewan xweştirîn kêlî bûn, axaftina li ser wê xweş in ji ber ku sawîlke û gengaz in , berî ku mar zêde girs û dirêj bibe, li deverên me yên pepûk de, mîna nanê belengaz û sêwiyên xwe.

Bîranîn gelek dirêj e, û ev asîman têrî çi qêrînên te nake, tu li benda mizgîniyekê dimînî, li bendê vejînbûna xwînên nû û hişên nû dimînî, li benda xewinek e ku me ji bona wê dirêj em diman, derveyî komê, lê bajarê min kobanî yê bi şûkulata evînê xemiliye, û bi awirên biyan û biçûk matmayî dibû , kolan û qeyseriyên taxan çavdêr dikirin , li gavên lingan û livên xelkê, dinêrîn.

Çendîn barana kobanî bedewtir e, kolana 48 , girê Meşte nûrê, navenda çand û hunerê, darên hikûmetê, bîçimên te dema tu helbestekê dinivîsî  û li ser malperan de belav dikî,wisa xewinên me li gor meş û gavên me bûn, dema ez serdana xewinek e biçûk an kêliyeke bi ken dikim, û berve qehwexaneya te têm, nalînê mîna taştê dixum, bi pênosa xwe digrim û dest bi nivîsê dikim, bi bîçimên germ tu bi min re diaxivî, mîna peyala çayê ba tu bi girnijînekê amade dikî, û niha jî ez mîna çi zarokî bi xwe mijol dinivîsim, çenta xwe ya dibistanî , pênos, pêsirînk û tênosa xwe û dicivîne û diçe, ta ku raze ji ber ku sibeh wê zû ji xewê rabe û biçe dibistanê.

Nivîsandin hezkirin e, dînbûn û sadiye, dema ez li her quncikî de dimeşim, ta ez rastî wateyekê werim, hembêzkirina hest ji erdê re, di gavê baranê, me xewin dû xewin , leylan dû leylan derbas dikir , bi rêya meşa xwe ya dirêj heta em gîhiştin e malê, hestên nivîsê têkdiçin dema hewil didin li ber kêliyên bedew de rabin, bi çavdêriyek e sert li ser hemî tiştên derbasbûyî û çûyî, herdu kurên te yên ketine rê , di dema ku ez li kêlek laptopê rûdiniştim, xulek , bîstekan distînim, dema dikevim intirnêtê, û ropela Fêsbokê  li tiştê ku em bi rêya wê derdixînin, û derbasgehan di nav xwe û kesên din de saz dikin dibîne.

Qewxa û newêrekan, naveroka çandê, ji navenda rewşenbîrî dizîn, li kêlek wê ewlehiya siyasî bû û li ser çepê wê de ,navenda partiya kevinar  bû , û me ji çepikvan û derewkar û daholciyan cîgehek ji pozbilindiya xwe ya pîroz nedîtibû.

Ji ber vê me di asîmana intirnêtê de bihnek herî azad ji awaza azad û bitek dîtibû, li ser kevîkên nexwastin û pêta xewina ya wê helbet pêkwere , niha û piştî derbasbûna  çend salan ,ji  cenga navxweyî , tu ji min , li ser dizên nû dipirsî, cilên ol li xwe kirin, û bihnên xwînê ji wan dihat, û qurşînên xwe berdan,  çendîn em jê revîn û li ser komên çete û şoreşgerên kujer dipirsî, yê her yek ji wan xwe kirin e nûnerek fermî li ser gelên yên fêrî koçberiyê bûn e, ta cihekî ji xewinên xwe re bibînin, û hîn axaftin maye.

الثلاثاء، 9 يونيو 2020

Mirin.Rêber ‎Hebûn

Mirin
Roçûn wek avê di nav tiliyên wê de derbas dibûn, keça ya di qurzîkê de , li ber pencereyê rûniştî, di berêvarê de, bi hêdîbûnek ji xwe bawer diponije, dema buhirtî, ji rojê wê  metirsîdar dibe, dikeve di avgerekê de, ji ponijîna xemgîn.

Bi henaseya xwe  ,di nav kenarên dudiliyê û deryayên pirsînê, şiyar dimîne, bêdengiya xwe bi zîrekî, li dor ewrên dirêjkirî , li cem çiyan de dirêsand, di binê bêhêviyê de , li ser nepeniya xemgîniya xwe de digeriya, xemxwarî nikarîbû  awirên xwe yên xwarê berve jor de berdildan bikra, berve wê zerbûyê , di nav kêliyekê û ya din, bîra xwe pir wêneyên bi êş girtin, li gel her wêneyekî , dilopek hêsir jiyana xwe li ser riwê wê de, bi dawî kir, û dilopên din dûr ji tiliyên wê ketin, û hinek jî li ser pencereyê li kêlek perdeyên gulî lêketibûn, wisa ji kûrahiyên xwe dipeyivî , bê vedeng diqêriya , li  erdê de sipîbûn nema , ezman maşî, xewin peşirî , xemgînî gavên xwe bi yekbarî birêve dibir, bê  li rast an li  çepê xwe bizîvire, çûna xwe berve sîngê wê berdewam dikir.

- çi hatiye min , çima ewqas êş , çima tu guhê xwe nadî min xwedayê min ?!!

Hêdî hêdî pistepist kir û ahîn berda, di kêliyekê de bi giriyê hest kir, rabû li ser nivîna xwe û li ser wê de ,wek zarokekê xew dikir, balgiya xwe hembêz dikir, û li ser ya din serê xwe danî , girî ji bo wê rabû li ser piyan, xemgînî hewil dabû ku bi xuşîna xwe bê rawestan berdewam bike, û di katek e din û zû  de, ji sibehê , nelivî, tiliyên wê yên nerm nelivîn, feleka reş hêla, sipîbûn ji berbangê bidest xwe nexistibû , mir , bê ku yarê wê ji dilê wê bigere, ew dilê wesiyayî wek wan rêyên dirêj û şil , û ev tîrêja ku kîna roçûnê ji çavên xwe derdixîne.

الأحد، 7 يونيو 2020

Metirsiyên ‎Dilek ‎î.Rêber ‎Hebûn

Metirsiyên dilek î
Rêber Hebûn
Mirin!, tiştek min bi vereşînê û  beraxaftinê dixîne, raman bi ser min ve tên, metirsî xwe di darbesta nîgaşdana min de, xwe bi cih dikin, leylana keçek hetle nêzik min tê, û leylana ciwanek î bêkêr li jor min ,xwe vedigre.

Jê tê nîgaşdan ji ber ku  ew dîn e, dema wisa dipirsî ,  çû hewilbide  raze, metirsî hatin e wî, rêza xewlêçûnê di piştçavê wî de, cîteng dibûn, jibîr dike, xwe radestî tiştekî wek mirinê an hênijînê dike, û carne mîna xewinê, dema westabûn di hundirê wî de derbas bû,di nav xwe de got  : 

- bibûrîne, ezê ji nivîsê rawestim, ey şev bi min re ,li ser xewê alîkar be, ji ber ku ez tenê hêjayî xewê me wek yên mîna min , ne pêdiviye ku şiyar bimînin, ji ber ti wate ji şiyarbûnekê nîne ku nikaribe kiryarekî bike di agehên me de, ji tiştê ku di hebûnê de diqewime, bi tenê  ew mêrê noqbûyî di derdora dîqetbûnê û girêkên wê yên gênc, rûniştî ye, bi hevalê xwe re demê dadigre ,  dimînin bi tenê , her kes ji wan , di rêya xwe de diçe, bi awayekî cuda ji hevdu digrîn û wekî hevdu dikenin .

Bajarê  yê ku têde dijîn tenahî di nav de dimîne, û yên di bajêr de bi tenê ne,  li qeyseriyên qircirê de şiyar dimînin, eynî bîçim , bê guh in , bi dengekî bilind gengeş e dikin, bê ku li ser mijarekî bi xwe biaxivin, tenê gengeş e dikin, li ser aloziya rabûna nirxê mazotê û rabûna nirxên şînkayî yê ,û li ser bêkarî û bertîlî di saziyên dugelî de, û li ser kûndan li ser rêyan de, û pirbûna hijmara sîxoran, û nebaşiya rewşên deveran!

Ew mêrê bi tenê, xwarî axaftinên jinan dibe, û bîrêkirina xwe ji keçek e bi tenê re tê,  ku meraqên xwe bi wê re parve bike, mîna çi jinek e zelal û bedew.

Bi tenê  li ber çavên wî dimeşin, bi bejinê hêl dikin, memikên xwe derdixînin ji wan sihên yên gilêzên xwe berdidin, ji ber sedemekî pûç nakok dibin, ji bêdengiyê xwe bêzar dibin.

Bi tenê ye  -Bêrîtan- ew keça a dilê yê beranberê xwe diwîne,  çendîn bi ramanbûn û kêşeyên  xwe yên gênc noqbûyî ye, evîna wî di wê de ma ,mîna cinawerekî şîn di şînbûna çavên wê de konê xwe vegirtibû, kesera xwe digrî , carne, bi hêrsek î û hinek razîbûn hest dibe.

Perwîn tê cem wê û kêliyên ne kurt li gel hev diqedînin, wisa bêdeng û bi tenê hevalkirasên xwe ji xwe dikin, ji şilatiya odeya wê ye beranberî qeraxê , ji dûrî  ,mitrên hindik , dirazin piştî ku hevdu mist didin, berî wê kêliyekê diponijin , pişt re dirazin û xewin dikin bi siwarê xewinên xwe , ji bilî Bêrîtanê, siwarê wê berê hatiye kedîkirin ji evînek e wî biribû bi yek derbê.

Tenahî para kesên vê bajarê ye,di xwe de welatê bi tenê û gerdûna sêwî kurtas dike.
Yek ji wan bi miriyên sax û saxên mirî  dirame, û di gurbûna vê zorenga berdewam, û li ferehiyên giyanên wan de , ew bavlîsok, li dor xwîna evîn û reşatiya şevê xwe hembêz dike, dirêj û kûr bi dirêjî vê dûmahiya sipî de deryevanî dike, û di zivistanekê  kêm şans de , ku pêlavek xwe winda kiribû, dan û standina mirovî destpê kir, li ser lingên xwe rabû ,di kêliyekê de, ku Bêrîtanê ponijîna Ciwan qut kir bi awayek î tebitî, û bi dînbûna bahozê re diaxive û go :

- tiştek ne wek bêdengiya min e û ne wek qerebalixa min e ji bilî aramî û pistepistên te.

- ji ber ku hemû ji zîndanên xwe bazdayî ne, û hemî  bi revê diramin, û ne yek jî bi azadiya xwe agehdar e dema ji nişkê ve bêdeng dibe.

- pêdiviya min bi çengên te hene ta ku ez mîna kulîlkekê di axa te de mezin bibim.

- pêwîstiya min bi te jî heye.

Wisa tilî bi geşî hejîn di hundirê hevdu de, destên wan ketin hev ,bi hev re dimeşiyan, gulareza sipî li wan dinêrî, xwe li nêzik wan zivîrand, bi şermiyekê wek fedîbûna birûskê ,dema destê xwe davêje bilidtirîn darek dirêj, gula sipî ji wan re bi hilmek tîr pistepist kir, bişkojên wê bi bîrêkirina wan hat dagritin, li wir li zeviyan de , hemî dar bîra xemgîniyê li cem wan de hene , destê xwe li ser qircir û xewinên bê dawî danîne, dema bihnên xwe dirêjî agirên yên venamrin dikin û dawiya tirsê radigihînin , bi tenê bêdengî hevseriyê bi bê re girêdide, di kêliya ramanbûna giran de, ji hêsiran tê xwarê mîna satila baranekî zivistanî.

Hemî gav çiryayî ne, di vê bajara ku dulvên bêhêviya pehn dikşîne ,taya xwe di nîvê kolanan de û li paş gemargehê de vedişêre, rêyên wê lingên yên fêrî bûne li ser bazdanê ,mandele dikin,  awaz gotûbêjên xwe ji bayê avînê re dihêle, dema êş awaz dike sirûdek e xircirî, hespên kûrahiyên xwe ji bezek e dirêj re amade dike, wisa Ciwan bi katan dimîne, perbendên xwe yên tevlîhev ezber dike, rewşên xwe yên belavbûyî ji pergala odeya wî ye belavbûyî ye û hewaya wê ya tozgirtî, dilşikestinê bi sistbûn li xwe kir , bi gerandina xelekên dîlan û awazên xwe destpê kir, di gundên bîrêkirina xwe yê dûr, li paş baniyên mafxwariyê , kuntarên bêhêviyek e seqet , li vir , di vê bajarê bi tenê, firoşgeh , keserên xwe yên berejor dikşînin, li paş karkerên avahiyan yên bahilkêşanên wan gîhane bircên bilind, hemî kesên bajêr , tenahiya xwe dijîn û ji nav wê qircirê,komek zarokên biçûk derdikevin, balafirên xwe yên belgî derxistin û sêwirên ji avên geşiya sargerm dagirtin.

Hevpeyvîn li gel helbestvan , nivîskar û rexnegir Rêber Hebûn .Dengê: Xa...

الخميس، 4 يونيو 2020

çirûskek ‎xircirî.Rêber ‎Hebûn

Çirûskek xircirî
kolan bi derbasbûyan cîteng e, dengên firoşkaran diçin û tên , qircirên tirimpêlan , aramiyê bi kulbetî  di daqurtîne , toz bi hilma nên û ezmên tevderbas dibe, li pîramîdên roniyê ,di katên nîvroya zirz de siwar dibe, hinek stran , cîtengiya derbasbûnê dagirtin e, bi xwêdana geştyaran û ramanên wanî  yên di henasê de tije bûn e, mîna rêwiyekî bi dema zivistanî hilkumî, çoxên xwe bi navê baranê û ji kîsa xwe weşan dike,  bi derbasgehên sîbera berfire mest dibe, nûçeya zayînê ji bê daqurtînim ,mîna dûkelê di vê bajara tewşbûyî bi ponijîn  û qerebalixê pir dibin, di şevekê de bi rêya wê em diçin  şevbêriya çarşemê bi lêmişta hestekî diyar dike ji me re ew mestbûna tenik.

Ez fêrî kena dirêj dibim , li gel pistepistek e hema nepenî dibe û bi tevinên xweşî û geşiyê tevderbas dibe, dostên min heyîn û sermayê di kêliya hevdîtinê jibîrkirin, êdî nema kasêtên Eyşeşanê, Mihemed Şêxo , Eyaz zaxoyî û Karapetê Xaço di henasên me de xwarina giyaniya tekoz têr dikin, lê belê me birçîbûna şevê bi rîtimên Dîskoyê û awazên Rap û gîtarê û nalîna Şakêra û lerzên wê yên zîrek û beraxaftinên Maykil Caksonê yên di hundirên me de xweşiya dîn têr dikir , nalînên me bi awêrîna evînê û hilma dînbûna awazî rastî hevdu hatin, daholên derketin û xaranînê li pey me dikevin û bi boçikên cixareyan û domanên wan di qurzîkê , bi windabûna me xwe veşarine, li hev rast tên.

Em hest dibin ,ku rehjenên me elketronîk in, û henasên me bernametkirî ne, belkî ji ber em ji evîndarê dilxweşiya nû ne, bi nûçeyên Nazdarê û Ciwan Haco dilgeş dibin û li  pey Şivan Perwer û deng û axaftinên wî dikevin mîna şopandina her siyasetmedarekî an generalekî navdar, evîna me ji jiyanê re ketibû meraqên  me yên bêzar, em bi civînên xwe yên ciwantî mijol dibûn, li tiştên nû digeriyan, xulekên me yên bi hijmar bi rêya wê dadigrin, ciwantirîn tiştê ku me ji hevdu cuda dikir, xwestekên biyan û bi seyr di evîna jinê de, hinek tê de ji bilî kotanvanî  wek zimanekî nedîtin, û hinek din wê didîtin giyanek winda di feleka hişbir , dûbarekirina keçkaniyê û cengê ,û têkiliyên bi pergal, kêliyên me dimînin di me de, mîna xelekên filmên kurt, û dikevin xêzên ropelan wek buyerên awerte, kesên ya felek wan ji asîmanên hizran avêtin, xewinên me ji me ditirsin, ji ber vê yekê ji me direvin, li gel eyaza sar û zuha bazdidin.

الخميس، 28 مايو 2020

Metirsiya ‎siberojê.Rêber ‎Hebûn

Metirsiya siberojê
Di çavên te de ,min ewr veşartibû ta ku bitebite, berî ku fermêskên  xwe birjîne û min dergehên çîrokên kevin lêdabû , ta li ber guhên te de weşan bibin, belkî tu ji sertiya rewrewkê û valahiya wê derkevî, em herdu ji nifşê gîha û avê ne, em bi hevdu re di jiyanê de mîna du sihikên daran dimeşin , ji ewran , û lehiya bîrêkirinê re, rizgariyê dixwazin, kêliyên ji dilşikestinê têne sîbera min.

Ez fêr bûm e ku lêborînê ji dara sîdarkirî li ber aramiyê bixwazim, dilê min bîrêkirinê dixe girtîgehê , dûrî çavên miriyan wê vedişêre, bi birîna aliyên din êş destpê dike, ji qelişandinên tirsê derbas dibin, ta ku dûr bidawî bibin, li kunekî din digeriyan ta ku jê derbas bibin, bêdengî hinik mabû ku tenahiya xwe bi dawî bike, ta dirêj bê rawestan biqêre, pepûkî ji avên tundiyê vexwar, mada xwe ji dojeha xemxwariyê dagirtibû, çendîn bi dawiyek e şad ji xwe re diramiya , lê binket, êdî ti bijar e jê re nema ta ku bi rêya wî ronahiyê pêşwaz bike, ji pepûkiyê re çîrokên yên  ji guhdarkirinên mirovan têr nabûn e, geşiyê ji gulxaneyên evînê hildikşînin û axînê  zêde girî dikin, koşeyên geşbiniyê wêran dikin, çendîn ne zelal  in xemgîniyên bilbil û balindeyên barkirî, çawa bersiva rehjenên dilşikestina min nedan, û ewan ji roçûnê re sirûda oxirkirina dawî awaz dikin, pencereya  min bi xemgînî li min dinêre , bi dirêjî rêya çiyayî û ase sol dibe, peniye  mîna ramanê bê rê , ku ji sanca pirsê derdikeve, û ji nav simên  heriyên zer, lingên jinek e evîndar diqêr e, di bîçimên xwe de beraxaftina efsanan radike , gewdeya wê bi serên aliyan digre, dema heriyê di dêmên destaran de berba dike.

Kîme ez !, ewê ku min berî vê carê nedîtibû, ji ber ku diyarbûna xwebûnê asê ye mîna nebûn û rikeberiyê .

Ey zehmetê mîna çima xezalê, dema ji pilingekî har direve, baznede , li cem min nepirçekên dirindeyan nîne û ne jî kilbên ku li golên maran de avjeniyê dikin, ez kujerê mirinê me di lutkeya zordariya xwe, ezê zaroktiya berfê bi hembêzkirina xwe û kedîkirina xwe ji çiyayên şoreşger re xelatî te bikim, wê tu nikaribî sermaya avşînê hilgirî porzêrînê…
mîna baz di depên azarkêşan de tu hatiye niqişandin , miskê çavên xwe têxe reşçavên min in westiyayî, ta ku ez ji giriyê re ,dîmenên hêsirên bê mînak biafirînim, çoxê min bibe, eger sermaya biyan ji evînê bi te ket, ezê pêş te bimeşim berî tu bigihî kûrahiya vê serdavê , dînbûna kûr ,seqemên xwe di dilê kulîkê de belav dike, pêş te deryayek e ji matmayîbûna min e , hewl bide tu wê bê avjenî derbas bikî, tu nikarî vê yekê hîn bibî, bê ku tu henaseya xwe yê sarbûyî neman bikî, û rehjena xwe ya keleş amede bikî, paşguhkiriye di hundirê boşbûnê, ey deqandina serbilindiya nîgarbûyî li ser zinarek hişk, mîna rêjnk birûsk ji agirdana qeşayê bilive, bi kilbûyînê xûnçûn bibe, ev eniya xemê ye dijwartirîn awazên xwe ji devê min dişîne, ta ku ev kirêtiya niha bi avên zêr û elmasê veşêre , çavên xwe bike du çirayên evînê, ne xwestin ku bi kevirên axa şil û hewarê bişkin, stûpêça xwe ya hevrişmî derxe û di riwê bê de çeke, wisa wê bextê me bibe alîgirê me û em ji bêdengiya aramiya bi guman rizgar bibin,pêdiviya min bi dilşikestina min heye ta ku min bihêbvoje li ser pêkanîna dînbûnê carek e din, bê ku ez bi pejiyên bizdanê hest bibim, ji ber ku ez ji talîzoka jêriya jihevketî derketim,ezê ji xewinan re dirêj qala te bikim, ey evîndara payîzî , wê dîrok ji aramiya te fêr bibe, wê ji bêdengiya te encaman bigre, û awazên te ji nifşê siberojê re bêje, wê nifşê nû me di bîra xwe bînin, wê wek me xemgîn nebin, wê nenivîsin tiştê me nivîsandî , û ti giringiyê wê nedin beraxaftinên me, keserên me ji me re ne, lê wê evîna me pîroz bikin, ji ber ku ew şûnmaya  ya  bi wan re alîkar dibe , ji bo nûbûnê û girêdanê bi kokê, yê xwestina jiyanê di wan de xwedî dike, çi li ser zarokê min?, wê gelek dilnizm be ji bo birêziya ezeziya min, lê wê li paş piştê xwe şivekî stûr rake , ta di serê min de bişkîne, eger min peyvek derew bilêv kir, wê nifşê bê , xapandinên bavan nepejirîne, û wê giringiyê nedin koldanê an hinek tiştê ku em pê bawer  in  ku baş e, ji nifş re awaya wî ya taybet heye, raman û hovîtiyên wan , ji hovîtiyên me û hovîtiyên bav û bapîrên me tên, û bapîrên me neviyên dapîrên xwe ne, û dapîrên wan tenê ji bapîrên xwe re  şagirt bûn , bila nifşê bê, kortên serbizaftiyê bikolin, û bila kurê min li vê gerdûnê ji min re biaxive, di dema ku ew wê dibîne, wê li ser hinek ramanên min û gelek ji nifirên xwe siwar bibe, belkî ku pêşeroj baştir be, de bila baştir be xoşevîna min , ma metirsiyên siberojê têne te yara min?!!

الأربعاء، 27 مايو 2020

أمسية أدبية -الحراز -هدى توفيق -هاجس الغد -ريبر هبون- 2020

Kêmbûn.Rêber ‎Hebûn

Kêmbûn
Li gel sirûdên şevbûriyê, stêrk bi çavên me yên mest şeyda dibin, em radibin û me giraniya xemrevîniyê li ser piştên xwe rahijtibû, û milên me yên ciwan gurzek rehnî dibin ji bo pilîteyek lewendî, geşiyê çinî dikin,  li ser tariya rewşên me yên derûnî de îmze dikin, pirên biratiyê li gel her kesê ku têkiliya xwe bi mirovê naveroka rastîn heye saz dikin,  ez mîna lêkolînvan û şopînerekî ji rastiyê bi tevahiya wê re  demekî dirêj pê re derbas dikim û ji ber kêmbûn li ser rastiyê ,misoger dike ku jê bê veşartin, û  ji leylana moranî bê dûrxistin, her timî bi wî re diçe  û xêza wî xuyanîkirin dike ku di hayînê de berz bibe, di sebaret jiyana min de ji min re dima mîna metirsiyekî wek nemiriyê û hewildanê berve temamiya tiştan, bi rêya berdewamiya peywendiyê li gel jina nimûne û barkirina jina penage , ango laş, ewê ku dihêle nasîna naveroka pak tiştekî qet çênebe pirê caran.

Leylanên mirovan mîna nimûneyan berz dibin, nêzî jinê diçin ji ber ku ewa di talîzoka gerdûnî de, yê ku em di nav de dizivîrin dijî, û axaftin li ser kêliyên matmayînê buhatir in ji çi axaftinên yên ez wana li ser sehneya xêzan de vediguhêzînim.

Û ji ber ku jin dikeve pêşî lutkeya seyrbûnê , ewa metirsiya min e hertimiye yê hişt ku nivîsên min herin berve buxçeya bîranînê û çîroka evîniyê, axaftin li ser evînê di civakên me yên rojhilatî de, wek ku tu di xelek e vala de bizivîrî, çi tiştê bi evînê girêdayî bi guman e li cem çavdêriya sixûrî yê serdemên zordarî û gendeliya yekem binyad kir.

Yase ew kundetiye û serweriya sert e di evînê de pêşveçûnek e û di bêdengiyê de bê bineret e , û bêrêtî ewa binavkirina amedebûyî  û çêkiriye wek dergehên dojehê yên ji xelkên xwe re dibêje hîn kes din mane, û eger nivîs şanoyek munûdramîk be di dîmenê xwe de di zikmakiya resen ji mirovan re nîşan dide, tê wateyê wê henasê biaxive   wek temamkirinek ji reftarên zayinê  û metirsiyek ji metirsiyên tirsa min ji tunebûn û sistbûna hundirî , ji ber ku mîna her cîhanek ê ye ku dinav de ,viyan û xwestin tê de dimînin, û mehnedanên rolekê dilîzin di dan û standinê diravî bi rewşê re ji bo rakirina giyanê li tiştê ku pêdivî be, her tiştê ku ez li ser wê diaxivim , metirsiyên gênciyê û hêrsa wê ya digere ji têkiliyê kurtas dikin, tiştê li min zor dike  li ser axaftinê , min dihêle ku ez dîlê xêzan bim yê ti xem an keser jê re tune ne, ji bilî ku peyvên min çinî bikin bê ku bi şînbûna wan têbigihin an ne başiya wan bidin xuyakirin ,ewan timî dilên xwe yên fereh vedikin bi dilçûyin, û tîpên min in belavbûyî hembêz dikin ,bi germbûna jinek e ku mêyatiya xwe jiyan ne kirî bi dirêjî demên xwe yên dembuhirtî.

Ji min re ew xêzan diyarbûn mîna cîhanek e vala ji nîşanên derbasbûnê û rêxistinên meşê, hemî tiştê xwe dabû nivîskaran û bedewtirîn cil helbijart ku ji xwe bike ta ku peyvên wê yên hatî ji cihên ne diyar  de di hundirê nivîskar de pêşwaz bike.

Zayîna rastîn ji evînê re ji derveyî talîzokên nivîsê û sanca yê çêdibem, di her roman an xwendinek e ji zincîrek dirêj û bi êş ve, dilê mirovê li ser axivî bi dirêjî xwesitna xwe ku bimîne bi derbasbûna serdeman, gavên kesên hatî û çûyî di dan û standinekê de berdewam in li gel asoyên tarî û ronîkirî bi cîtengî û ronahiyê, stêrk bi xemilandina qîzên xwe mijol in û ba bi çîrokên heyvê tevderbasbûye û xort bi lîskê bi dîmenên evîna xwe , ahengê saz dikin, û ewan destpêkirin bi ramandinê ji vejîndana hestan û berdana wan wek tariya maçên nepenî.

Kêşeya wê ew jina tirsok û li qurzîkê rûniştî ,ti carî li ber eynika xwe ranawestî ta li xwe di hundir de bibîne, lê bi dirêjî temenê xwe pêş eynikê radiwestiya ta li sexteya xwe binêre û derewên xemilî li xwe bike, wê çawa têbighe tiştê ku li ser wê û mêr pêdiviye, ta ji bo xwe bike, dibe ku gewezî bike pêş hinek mêr û bêje ji wan re li ser hijmara evîndarên yên li ser çûngên wê girîn, û nikarîbûn nêzî nermiya dilê wê bibin, û xwe dike pêş çavan wek jinek e ji xwe hez dike, ligel mêrê an dostê xwe  , derewî xwe bike kêfxweş di çaxa razênê , û eger te ji jinekê pirsî li ser nerîna wê bi Can Cak Roso  û helwesta wî li ser jinê ku ewa bermaliyek e, xwezayê wê danî di xizmeta mêr de, wê bigota : ku Roso xwest di vê gotinê  te nirxekî cuda bide jinê û li ber mêr wê zêdetir ciwan bike, wek ku bi vî nerînê xwe nêzî rebeniya hêzê bike li cem mêr, ta ku kêmbûna xwe ya gewdehî veşêre.

Eger min karîba ku ez awirên yara xwe û tîrêjin wê yên dilrevîn mîna wêneyekê bigirta dema çirûsîna çavên min dibin, di wê kêliyê de , pêwîst e ku ez di kardigeya îko ya fîzîkî de kar bikim, an wê min di karditgeya yek ji niviştkaran de şagirtî bikra, dibe min bikrana bextbêj an di dawiyê de wê min bikrana mîrekî wek mînak .

Ji keserberdana sîngê hezar bînxweşî hene dibe ew hilma, ji gelek gulên cîhanê û şînkayiyên wê yên bi jehr hatibin çêkirin ,û axaftin li ser jina ku ez jê hez dikim an ya li ser dinivîsim û bi navê wê diterpilim, an çi dibe bila bibe, ewa cihê xweşiyê ye li cem min û hewldanek e ku ez barê mêyatiyê li ser xwe bi qasî ez dikarim rakim, ta ku ez êşa henasê an werimandina movikên dil nekşînim an kêmbûna xweparastina evînê nejîm.

Ez dizanim ku evîn tê jiyan kirin û nayê nivîsandin û dizanim ku pirtirîn wêjevanên dewletketî û bêkêr, yên diman qurbanî pirtûk û ferheng û odeyên sar û bi qerebalix, lê belê ez û ji bona dilsoziya evînî û ta ku ez piştrast bim ji rehjenên dilê xwe û saxlemiya wê, ez petgerînek pijişkî hertimî bi rêya nivîsê ji xwe re çêdikim ,ta ez ji tendirustiya xwe piştrast bibim, û asta gênciya xwe di evînê de bizanibim, û ji bo ez ji feleka ya min tewanbar dike bi dirêjî temenê tiştekî bidest xwe xînim, û bi vî awayî ez wê tam kedî dikim, û serserî , ezezî û xwîntaliya wê cilev dikim.

الاثنين، 25 مايو 2020

jibîrkirin.Rêber ‎Hebûn

Jibîrkirin 
Hemî êşên xwe jibîr kir, lê pêş revî, li pêş û bi lez, ta ku metirsiya vegerê li paş  li wê ne de, tu jê çi dixwazî ey laylana sar ?!, xwe ji germiya wî bide alî û dûr bikeve, lê pir menêr e ta ku hestkerên te xera nebe.

Di bîçimên tancîka hêsirê de , ez bînvedana qîra êşayî li ber dojeha heriyê vediguhêzînim, li ber amana celbê vehese, li ser zeriya rokê û sipîbûna heyvê binivîse, mîna gulareza ,ez lawên striha gîhayê li ser vexandinek dilçûyî vexwendî dikim, ji ber ez ji dilpijîna xwe, toza avê afrêner û şoreşger , ez pife lepê xwe dikim, û dibun nepirûşekên şîn, serbilindiyek xar didim ezmên , wek sindîganek bi birînê kûr , hilweşînên berfan li ser lutkeyan de kom dikim, ta ku evîna yekem ji hevsengiyê re vegerînim û meraqa wî ku tevlî rêxistina bêhêviya yekbûyî bibe, û mîna moriyekî sor bi şoreşan dirame, yekîneyên geşiyê li ser heriyên germ dabeş dikim, û hemî jîndarên bêkêr wan vexwendî dîlanê dikim, di sibehekê wê bê dewsa sibehek din.

Ey mêya ku nayê , tenê bi hatina ne diyarbûnê , bide min qupika şewatên xwe ,di gurvedan û nûbûna wan, agirê evînê xelatî xêzanîna min bike, agirê nayê vemirandin, wek ku tu çawa bi yekîneyên bê re şer dikî, tu  hatî bi bazdan ta min hembêz û maç bikî, camên bêdengiyê dişkînî û ji bêdengiyê zimanên pirjimar çêdikî, te demekî şerê peyvên min kirbû, ne ji bo xwastina rikeberiyê lê belê bi qêrînê, ta ku ji got û bêjiya zorengê , pênosekî nû bi avê kelîbûn û kînê li ser wê cîhana hişk dîroknas bikî.

Çima herku ez diketim odeya xwe, hest dibûm ku balgih dimeşin, nivîn xwe dixirxirînin, kaşî difirin, û ban mîna serxweşekî direqise, ma ev dawiya cîhanê ye, ez têgihiştim te , êdî tu hez dikî ez bişewitim bi awayekî cuda , çima ne wek ez fêr bûm e  bi kêmanî?!!

 Min, sotandinê li ser çiyayên bilind  hezdikir, tu gewahîbînî li ser vê xwastina ya ku nesojî hîn di hundirê min e , ezê bisojim û wê carek din aferandina min dûbare bibe , yên wek min û te ji carekê nayên sotandin.

السبت، 23 مايو 2020

Bangên ‎du ‎dînan.Rêber ‎Hebûn

Bangên du dînan
ewa ji bermayên bîrêkirinê ye ,di jiyana giriyê min de, niha hêsirên wê kêm têne dît,in di salên zuhabûna min , dema ew koç kir, rehjen pê re çû, û bi rasthatinek qirêj mîna kutrakoviyek e barkirî wenda bû.

- kî ramûsana te yê har li rêyên aramiyê û dêmê wê de winda kiribû, ji min re bibêje ?

- û ez jî pirs dikim  , kî maça min e niqişandî li ser eniya wê wenda kir, nayê di bîra min de , çi têkçûn ez çekirim e li kêlek cihê gemara xwe de, ez dojeha xwe , gilêza şadiya xwe yê rêwî dimêtim.

- kî girnijîna payîzê ya zer ji riwên te yê penaber jêbir bû, ey evîndarê yê di zîndana nehişiyê de rûniştî?

- nizanim hevalê min , baş bawer im ku ti roman nikarin diyar bikin tewanbariya dîrokê di sizaya xwe ji me re, ez bi stûpêça dilê wê ye tenik ve girêdayî me, hezar ax di westabûna min de serberzik dibin, milyon qêrîn di zengelorê min e xirbelixbûyî û dengketî cenga xwe amede dikin .

Zêdetirî milyar hêsir min di her şevê de reşkuj dikin, tevî vê jî leylana wê  bi azarî û biyaniya min e xwe perest ne diramî.

Ev çi hestek e bêjiye hewl dide ku bêdengiya wê min jibîrkirin bide , bêdengiya wê ya fetisî, paytûnên sersaxiyê dirajin.

Mermera gora min , ji min re çêkir, xewinên min tên jêbirin roj bi roj , ez bûm qurbaniyê civaka çepreyî, qurbaniyê zikbirçîbûna jiyanperestî, êdî cîhan pêş çavên min nema  fereh e, ta dilê wê di nav dilê xwe de rakim, dengê wê di keserên xwe yên rêwî de ,di ferehiyên pîzotê de hilgirim, bila rondikên min bibin find, keşe û nimêjgehan ronî bikin, zengelorên pepûkan radikim, li ber çavên gora - Vîktur Hîgo- de, li ber dîtinên te ezê ey hevalê min  e erinî , emê bi hev re bin, heta ku bayê dilê me tev rabe, emê pêle kûndîtiya serdemê bikin.

Ezê giyanê wê di dil û gorê xwe de hilgirim, ta bibe zengila mehderiyê, di jiyana nemiriyê , herdu rêyên me dirêj in heta dawiya cadeyekî jê koçbûyî ji cadeyên koçberiyê ,emê peyalê bi mey , westabûn û rikeberiyê av bidin, xebata me ku em bibin penageyek î ji her balindeyekî hêlîna xwe winda kirib, ji her kaniyek î re bi bêdengî û tewandinê zelal dimeşe, nepeniyên firindeyên barkirî parve bikin, ta vegerin hêlîn û çûkên xwe, tevî ku rêya min ew pîzota sotandiye, ezê di nav de sermedî derbas bibim, tevî ku agirên bînvedanên wê li ser qeşaya xemxwariya min de gur dibe, ez hezar carî baş im, laşê wê ya xemilî bi hevrişm û narengê, gemara rûtbûnê ji ser bîçimên mêyatiyê jêdibe.

Radike ji astê dîtinên nêrîtiyê, elendê li ser şewqderî û derketinê ji nav bijangên wê de dihêvoje , ta bi helbezî, li ser bilindî tîpên wê yên mêyatiyê ji ava zelal û geşbûyî meşandin, bi çirûska sibehê yê cilên şînbûna nûgîhayî mîna hilmê emê li xwe bikin, ax çendîn tu ey şeva temenê min sertî , çendîn awareya te tûj e , û çendîn sîbera min nazik e, dema pistepist dike, leylana yara min vexwastin dike, dema bihnxweşî li dûr tengalên wê yên dagirtî û di nav lêvên wê , yên xwe tevlî bonga deryaya gilover dikir, û li ser memikên wê , yên hingiv jê dinqute , henasê min dilxwazê şadiya rasteqîn di wê kêliyê de dike, nasnake rêya xwe berve şaşiyê, dînbûna min pîroz e ji ber ku kemînên min in ji bo jiyana dirêj gûrkirî dibin.

Ew mûdiya sar , di şaneyên tevinê min de cîteng dibe, çendîn ew dudil û kujer e di kûrahiyên min de, ew bêxewiya min ji pişrrastî û hejêkirinê vediqetîne, xwezî ku serdemî ez jê rizgar bibim.

- tu ronîkirî yî bi zelaliya giyanê xwe, û kî jê re ew zelaliya be, di vê hebûna qircir de, ewê xudana jîndar û leylanan be, giyanê te di kenarên sêwirê de ajniyê dike, ku li du stêrka ya dînbûna te arandibû ketibû ,ew ji giyanê te venekişiya , lê belê hîn  te hembêz dike, stûxwar e mîna stêrka zivistana sar, beranberê hembêza te yê lerizî.

Hîn hêsirên te yên nazdarî , bi dan û standinên rondikên wê gur dibin, hîn rûnên bîrêkirinê pêş te  berdidin, eynikên çavên te yên ronîdayî xwe pê dorpêç dikin, ta ku tu bi şiyarî û giranî bigrî, di dema ku helimkê û pistepistên xwe di buxçeyên arezûyê de vedigerîne, şevbuhêrkên fetisandina xwe li ser milên te de di bîr tîne, li jor sindîgana diyarbûna te de xwe ditewîne, pala eniya xwe li ser baniyên hilma te datîne.

- tu asîmanên min bi peyalên ji meya lêvên wê ya gîhayî av didî, berjêrbûna min dilê xwe bi asêbûna kûntara wê, pakiya siha wê û girsbûna keserên wê dimîne, min nalîna xwe bînvedanên te yên banga hêviyê dikin rengîn kir, jiyana min e xemgîn yê zora çerxên çûyî kişandibû sar kir, ew eza min e tijebûyî  ye , ji sirûd û firînê  ji hundirê min vexwar û li ser baniyên beten û bîrêkirina min de mest dibû, ew peyva gazindê ye, hêsirên hûrikê , darêjeyên seqemê ne û fermiskên tozê ne yên dev ji benderên bayê min bernedan, çendîn seyre , ma wê her li ser perdanê xewinê, bi wê bistirin.

Xwe bi derziyên pozbilindiya berdew tîjandî dike, ta ku tu ji giriftarbûna sert rizgar bibî , tu di kêliyên tenahiyê derbas bibî, wek ew ku kêlî  sed sal bin.

Ji wê şerfiroşiya neyînî rizgar bibe, ew te tar û mar kiribû, fêrî tembeliya hêviyê nebe, sistbûna biryardanê, ji ber ewan ji goşegirî û reqbûna giyanî derketin e, û evîn tovên xwe ji xwe ve di çengên me de belav ne kirin e , lê ji ber ku em rastiyê agehdar bibin, nameya  ku li ser milên me hatiye , em vejîna xwe bi qêrîna xwe di riwê çênebûyê de serdemî ragihînin, çênabe ku em bi ahînên bêkêran lajebêj bibin, lê pêdiviye em li rengên ahînên xwe bigerin ,berî ku li deriyê ahînên kesên din bidin, dibe ku ji  hawerdina xemgîniyên kesên din em helwestên wanê têkçûyî û neyinî bimêtin, û ti bijar e li cem me nîne ,an navgînek e me berdê ta ku bermayên xwe yên giran ,xemgîniyên me yên bi pirbûnê toqbûyî û bi gulsozên qircira gerdûnî neqişandî derbixin.

Evîn dema me gêr dike ku em helçûnan bikin, bilez bergên bankirinê û valabûna hundirî li me dike, û eger em demamokên dijheviyê li xwe bikin, yê ku bi giyanên me yên yasêkirî di nav vê cîhana diravî de tevdarbas dibe, û xwe nîşan dide bi rêya xuşiya hestiyarî, bi fêrkirina ji evînê û daxistina jina gewdeh di lîsteya jiyana evînî , ji ber xwesitna evînê ji jinekê bû giravdana seqayên germ û kolanên ronîbûyî û bedew bi geşbûna cîtengiyê û rehnikên balkêş yên daxwaza tunebûna şermkeran ji hundir dikin, û ravajtin dikin bi qêrîna çavjorik paş odeyên nepenî , ji ber ku cureya hozankarên pirskar ji birçîbûnê dûrnaxin û girêkên kêmaniyê di henasên evîndarên bilmez de, jênabin, li wir li kolanên li nêzik bîrê afrêneran de, laşên vala hene, tenê zor arandî ne, dilxwazê evînek amede û bi demê sînorkirî digerin, li gor lezbûna pişthatinê  an derengmayina wê.

 Bi qerebalix û xuşiya fetisî, li ser evînê ji min dipirsî û bi xwe jî bersivs xwe da : ewa hestbûna bi têrbûna ji laş e û dûrketin ji wan keçên nimûne yên wekî mêran in,  û eger evîndarek î xwest  ku xwe bi wan re têr bike û raze, wekê ku bi mêrekî re bike, ne zêdetir, lê çima ew ji min pirsî û bi xwe bersiva xwe da bê ku pêwîstiya xwe bi min hebe, û berdewam kir , jina lîstikvan jiyan wê hemî xwe nimyaşkir û xwe derxistin e û sivikirin e bi jiyanê û wendabûnek e ji demê wê re û rijandin e ji helwestên cur bi cur, û eger me xwe da eywanên ne diyar  di jiyanê de, û  bi tevlîhevî û sêwirên xwe ve mijol bûn, bi gotinên filan û bêvan bandor bûn, wê wisa emê mirina xwe ya misoger di jiyana xwe de ragihînin, jiyana êdî li bendê kesekî namîne, gerînên vê jiyanê kurt in û helwestên wê yên hêdî hêdî tên guhertin û jêbirin, jiyana me ne romanek e , lê wekî hinek kurte çîrok in zor kin in, rewşên me yên rengîn û guherbar dişopînin.

الأربعاء، 20 مايو 2020

Bangên jinekê. ‏Rêber Hebûn

Bangên jinekê. Rêber Hebûn
Bangên jinekê
ji mêyatiya xwe westiyam e, penageya nîvê xwe yê binpêkirî dibim, dilê min gulistanek e , payîz wê her salê dixe girtîgehê, jiyana min rastî kenara wendabûnê dibe, gewdeha min dirêjiya derya û ezmên e, giyana min gemiyek e di nav xwe de giyanên jinan hildigre, li mêrek î digerim , tariya min êrîş bike, di tariya bêdengiyê min de awaza şahiyê vejîn bike, pife li ser porê min e zêrîn bike, ta ku di keziyên wê de çirûsîna rojê sax bike, bi çavrîna tiliyên xwe sêvên sîngê min damale, çendîn bêdengî wan westandibû, û gihabûn wan bêzar kiribû, û rakêşerî wan bê rewş kiribû.

 Keçkaniya min jêdera zelalî û pakiyê ye, nepeniya xwedawendiya jinê û pîrozbahiya wê ye, mildana mêr bi viyana xwe yê evîndar jê re, di hizrê min de hinek raman li ser evînê hene, ji her jinekê re ku li ser ropelên bedewbûn, jîrbûn , ramana xwe wê ye evîndar û rapera xwe de , wêneya  Eştara nemir û Enahîta xwedawenda evînê û ava zelal rahijt, bi dengekî ku evîndar pala serê xwe li ser datînê, bi bêdengiya gewreyan  bandikim.

Ji jinekê re ku li ser eynikên evînê  hat rûxandin, ketina xwe pê xweş hat, li ser eniya xwe de tomar kir,  di eniya dilê xwe de bawernameya rojbûnek din danî , ji jinekê re ku serdemên evîna xwe vekir, nîşana dilsoziyek berz , ji mêrekî re ku hez kiribû, ji her jinekê   ku çû qurbanî têgehên jêgirtî ji bapîrên xwe jina binkeftî re dinivîsim.

Li cem rojhilat , pîjek e pîroz e , ramanê me kurtas dikir, dihîşt ku bimîne westiyayî û kêm heta  têbigihe mêr.

Ew welatê ê  em daxwazê wê dikin, ji ber vê yekê jî , evîn mezintir e ji danasînê  an em xwe jê re bikin berdevk .

 Rizgariya tek ji tenahî û hestbûna bi wendabûnê ew e : ku em yeksan bin bi hevbeşê xwe re, di jiyanê de, ji ber ew tevahiya temenê me ye, di mêyatiya me de ew xemgîniye û ew koçberiye, bîrêkirina dînbûnê di me de , ma em çima pê mikûr nabin, di cîhana xwe de û bêjin ku pîrozbahiya me bi rewşa wî mêrî , yê naveroka me dagir dike desteber e , ew evîndarê ku dîlaweriya xwe di me de dibîne, de em wî rizgar bikin, ewê bihinkirî, bi xemgînû bêdengiya xwe ya kevinbûyî, de em wî bahilkêşan bikin.

Ewê ne diyar ji çavên me ji kevinê kevin , de em wî hembêz bikin, ji ber vê jî , ji ber ku ez diaxivim li ser xwe, li ser henasê xwe yê bîriya hembêzkirina kesekî kiriye, wek jinek xwedan dil û hest, pêdivî bû ez vê yekê piştrast bikim, di belavkirina peyvan li ser yên beşdarî min dibin, bi vê henasê mirovî.

Peyva mê, wateya xwe ya birsîn li ser zimanên yên pakiya mêyatiyê dirajin belav dikin, ta bibin agirjenê ramana ya bendên nêrîtiya ku bi ser hişê me desteserkirî derbas bike.


Emê çawa bi çanda evînê yê alên wê ,rêxistina yekîtiya zayendî radike, binyad bibin, ewê ramana yekbûnê wek têgehekî gelemparatî  têk dibe, ji ber ku ew ji semyana rewşa liyangiriyê ye, ji yek zayendan , ji sedema lawazî û giriftariya rêbaza ya din.

Xweziyên çeleng dimînin wek xwe, û ji me re ye ku em xwe sist bikin, û bixwazin wan  daxwaziyên  tenik û zelal , ewên me dihêlin ku em bi lihevhatin û şewqderî bi mêr re hest bibin.

Ewê hildikşe li ser pêpirkên pêşveçûn û tebîtiya sozîn û ramanê yên bi hev re yekîtiyê çêkirin e.

Di hundirê min de xewinên rastîn hene, bêhêviyê vedişêrin, şewqdana jiyanê vedigerînin, rêk û pêkbûna xewinê dûbare dikin.

Bang dikim ji bo rabûna jina ku binkeftiyê bi hewldanê dişo, û bi qerebalixa xwe pevbendên baskan derbas dike, ji zanîna min bi henasê avê di damarê xweberê de, ta têgihiştina min bi her parçeyekî germ  di kiyanê mê.

Ewê bersiv nade gewciyê, di cîgehên cilevkir û zordariyê, lê ew aştiya afrêner dijî ,ji ber ku bibe sedema arandina tevger û afirandinê.

Mê bi hestê xwedawendî û têkbûyê zêde dike, bi destxistina mêrê evdal , ji bihndanên wê ya tenik re,  , çi tiştê ez vexewndarî wê dikim, gerentiyê dide ku ji jinê re ew ramana ne diyar vegerîn e , ya di nav dilovaniya zor û têkçûna hêza mêyatiyê , di hezkirina tenahiyê û pejirandina tiştê jêr bi awayekî fediyokî û şerbezeyî.

Ji ber vê jî ez mêyek e rastîn im, dilxwazê mêrekî dirust dikim, û dilekî dikare li ser tûjiya rehjenê û tundiya evînê û pirbûna kûrahiyê bi gewrbûna mêrî dilovan, yê nirxê dide mêyê bi girêk , nakokî , meraq û pirsên xwe yên bi henasê mêr ve binyadkirî.

Meraqa wê yê ketiye di meraqa mêr de, bi rizgarkirina rasteqînî ji dîlbûna kevinşopî û bê hatinrêziyê.

حيَّان كورديان أمام إرهاب دولتين

حيّان كورديان أمام إرهاب دولتين *ريبر هبون قراءة سياسية تشهد مقاومة الأهالي في حيّي الشيخ مقصود والأشرفية ضراوة غير مسبوقة، أمام...